Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
bûna zarokê herî biçûk - tirşik
bûna zarokê herî biçûk
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tişta ku ez 22 sal in dikişînim .

tu herdem biçûk î, despê meşînê dikî, despê dibistana sereke dikî, despê zaningehê dikî,despê kar dikî, dizawicî,dibî bav,dayik lê dîsa jî biçûk î . ev nêrin qet naguhere .

berpirsyarê karên biçûk î, bo tiştên bûçûk herdem tu tê şandin. here nan bistîne, fature razîne,xwarin bibe firinê. ev hemû karê te ye . li civatê de dora xeberdanê qet nayê te. bê jî axaftina te qet ne muhîm e, tu kes guhê xwe nade te .

li gel van hinek alên baş ê vî rewşî jî heye elbet. weke zêde qedr bên girtin, zêde rê lê bê vekirin . dawiya dawîn dema mirov hemû taybetiyên vî rewşî difikire dikare bêje ku notr e . ne baş e ne xerab .



31.07.2013 00:54 | brusk56

2. (bnr: kiçikê malê kûçikê malê)



31.07.2013 01:31 | endazer

3. em wisa dibêjin (bnr: biçûkê malê, kûçikê malê)



31.07.2013 05:51 | seydayê_peyvan

4. li ser vê meseleyê gotineka gellek xweş ya bav û kalan heye. Çi gotine ? gotine, xwezî kûçikê malê bam ne biçûkê bira bam..



31.07.2013 09:11 | nan û av

5. Em êlihî jî nerazîbûna xwe wise nîşan didin : Xwezî ne birayê piçûk bûma, bira birayê gur bûma :D



09.09.2013 13:59 | tolazek

6. biçûkê malê di nav kurdan de delaliyê malê û şirînê/a li ber dilê dayika xwe ye.. yanî li cem di nav malê de rewş bi vî awayî ye.. ne ez im.. ji min memnûn nemane ji xwe re yek din çêkirine.. ji xwe ji roja roj de di malê de kes hej min nake.. (bnr: geldi yine tipini siktiğimin)



09.09.2013 15:09 | endazer

7. Tiştekî gelek zehmet e.

her xizmetâ malê li ser piştâ van e.

ez ji xwe dizanim, ve 25 sal e ez dikişînim..



10.09.2013 20:54 | cudî


9. rewşeke ku aliyên wê ên nebaş ji ên baş bêtir e, ye. herî pir ji zarokên biçÛk tê hez kirin, karên giran bi wan naye kirin, gelek tiştên ew dixwazin tê bi cih... lê vanan heya demekê didome, piştî ku ew zarok dikeve nav hevalên xwe, xwe berdide nav robara jiyanê û hwd kêmasiyên vê rewşê dibîne û ev jî êdî tiştekî ku nema tê sererast kirin, e. ji ber ku ew dereng li ser jiyanê dikirin, wan hay ji pirsgirêkên jiyanê dereng çêdibê; ew hertim di hevalên xwe di astek kêmtir de dimînin Û hwd... ji ber ku ez jî biçûkê malê me, ez van tiştan baş dizanim.



03.03.2014 22:08 | mergehez


11. şaşiyek wilo heye dibêjin piçûk ên malê, xizmeta dayik û bavê xwe bike.



02.11.2017 15:43 | elîşêr

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bûna zarokê herî biçûk
» zarokên kurdan ji bo baleyê pir jêhatî ne
» herî
» biçûk

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî