Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
08.08.2015 êrîşên li ser navendên hdp'ê û gelê kurd - tirşik
08.08.2015 êrîşên li ser navendên hdp'ê û gelê kurd
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bila kes nebêje faşîstan kir. ev êrîşana resterast ji aliyê gelê tirk ve hatine kirin. ev tevkujî û linç çanda wan de, genetîka wan de heye. mixabin gelê tirk van tiştana baş dizane û pisporên komkujîyan e. jixwe di dirûşmên xwe de jî dibêjin "em operasyonan naxwazin, em qetlîman dixwazin". ev helwest ne ya ülkücüyan tenê ye, helwesta piraniya gele tirk e.



di encama van êrîşên bênamûsan de :



navenda giştî ya hdp'ê hate şewitandin.

li antalyayê êrîş dane navendên hdp'ê ya manavgat û alanyayê. navenda hdp'ê ya alanyayê hate şewitandin.

li bağcılarê, sultanbeyli, esenler, aksaray, kirşehir, balıkesir, çanakkale, amasya, çorum, mereş, izmir, eşkişehir, edirne, konya, bursa, tekirdağ, mersin, malatya, kayseri û nîğdeyê êrîş dane navendên hdp'ê û gelek ji wan dîsa hatin şewitandin.



li muğlayê ji ber ku karkerek di facebookê de cilûbergên xwe yên kevneşepî pêşkeş kiribû, ji aliyê tirkan ve hate linç kirin û bi zorê peykerê Atatürk dane maç kirin.

li eşkişehîrê karkerekî kurd, tenê ji ber kurdbûna xwe hate lînç kirin.

xortekî kurd, ji ber ku di telefonê de bi kurdî diaxifî, bi aliyê tirkan ve hate kêr kirin û hatê kuştin.

li hemû bajarên tirkiyê êrîş dane kargehên esnafên kurd û kargehên wan hatin şewitandin.

li erziromê tirkan êrîş dane karkerên kurd yên tokiyê

li gelek bajarên tirkan êrîş danê otobus û erebeyên kurdan, gelek ji wan hatin şewitandin.

li enqerê êrîş dane karkerên demsalî ên kurd, ereba wan hate şewitandin û yên di erebê de hatin linç kirin.

li antalyayê tirkan xortekî esmer dîtin û zen kirin ku kurd e. xort, ji ber esmerbûna xwe hate linç kirin, lê paşê diyar bû ku xort ne kurd e, heta ülkücü ye.









09.09.2015 12:00 | nazim tolhildan

2. ji bo em baş fêrî kurdî bibin, bi xwa xwe re hema li her derî kurdî diaxifiya. do piştî xwendina min a nûçeya ku qala ji ber kurdîaxivîn kuştina xortekî dikir, min jê re go em êdî bi telefonê kurdî nepeyivin. ne'lata xwedê li ser wan be. heger hebe.



09.09.2015 12:58 | biruya hayao miyazaki

3. pêwiste dema êrîşî navenda bû bombeyek bavêjin nav wan an çend gule li wan bireşînin wê newêribin bitirsin em wekî teqînîyên pêşîya hilbijartîna 7ê hezîranê bêdeng bimînin ewê bi domînin bira sîlih li ser we hebe û dema hatin bi serweda li wan biteqînin.



09.09.2015 23:07 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» 08.08.2015 êrîşên li ser navendên hdp'ê û gelê kurd
» êrîşên dyayê li ser sûriyeyê
» serve ellah ellah binve neuzubîllah
» gelê mezlûm ku li kêleka we ye
» kurdên herî navdar

Kategoriyên mijarê:: nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî