Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
peyva 'lêker'ê şuna 'buyer'ê bikar anîn - tirşik
peyva 'lêker'ê şuna 'buyer'ê bikar anîn
(0) (0) (5)
di mijarê de bigere

1. A ku min cara yekemîn di peyama /74821 ya shorbevande dîtî. Ez bawer nakim lê ma wateyeke peyva 'lêker'ê, 'buyer' e?



10.09.2015 22:50 | azadixwaz

2. wextekî min jî vê yekê dikir lê bi hişyariya simurg56î ez bi xwe hayil bûm û min di şûnê de tevger bi kar anî.



10.09.2015 22:56 | mergehez

3. Kar anîneke xelet e. 'Lêker' tenê bo peyva di hevokêde karkirinê dihewîne tê bikar anîn. Bawerim ji 'lêkirin'ê tê. Ji bo peyva din 'tevger' tam di cihde ye.




4. qewimandin jî dibe lê belê min peyva etkili eylem ji anf girt hanî vergerand " lêkerên bi bandor" û avête piyasê edî xêr be guneh be di sitîyê anfêda.



10.09.2015 23:02 | shorbevan

5. Kê bikar anîbe xelet e. Tew anf bikar anîbe tu şik lê tune.

(bnr: kurdiya anfê vs kurdiya akademîk)



10.09.2015 23:07 | azadixwaz

6. ger şaş be min ji endazer hîn kirîye.



10.09.2015 23:14 | shorbevan

7. Ku endazer bikar anîbe rast e. Na lo dîsa jî nabe, dîsa jî xelet e.

Gelo tuyê vê carê bejî min ji serok apo bihîstîbu?

(bnr: bi serê çêleka mala şêx)



10.09.2015 23:20 | azadixwaz

8. (bûn/6324)



10.09.2015 23:29 | shorbevan

9. Di peyama navborîde di wateya buyer an tevgerê de qet nehatiye bikar anîn. Ango her 'lêker' bi wateyeke rastîn û di ciheke rastde hatiye bikar anîn. Di wê peyamêde ji xwe behsa çêkirina lêkeran tê kirin.

(bnr: hînbun lê xelet hînbun)



10.09.2015 23:37 | azadixwaz

10. (bnr: rastnivis)

(bnr: şûn)

(bnr: bûyer)

lêker têgeheke rêzimanî ye bi tu hawî li şûna tevger an çalakî yan jî bi wateyeke dî nayê xebitandin, ne bawer im endazer bi vî hawî bi kar anîbe, ku xebitandibe jî ne ew, celadet jî bêje erê, xelet e*



10.09.2015 23:59 ~2015.09.11 00:00 | ferhenga şikestî

11. temam me fehmkir ku şaşe em herin xwe hinda bikin? çi bikin? jixwe min bi henek sûc avêt ser endazer xuyaye azadixwaz fehmnekirîye. tesadufî ez di lêgerîna googleyêda gerîyam ku endazer di vê entryêde bikar hanîye min hani parvekir dîsa azadixwaz fehmnekir...

ez nabêjim kurdîyamin zêde pêşketîye lê belê ji niha pêve hingî here ewê kurdîya min baştir bibe.



spas ji bû hişyarkirina we.



11.09.2015 00:24 | shorbevan

12. Xeletiya hatî qebul kirin. Min gotina heval shorbevan fêhm kir û ji xwe di peyama li jorde jî aşkere kir ku min peyama endazer jî rêniye û tu xeletî di peyama endazerde tuneye.

Weke din hevalê shorbevan di kurdî de bi awayeke aşkere pêşketina xwe nîşan dide û ev yek min xwe kêfxweş dike.

Lê hinek henek hinek rastî em xeletiyên hevudin rast bikin emê tev bi hev re pêş bikevin.



11.09.2015 11:00 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» peyva ku dikare cihê her tiştê bigre
» bikarbinî bavêjî
» anîn û birin

Kategoriyên mijarê:: ziman zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî