Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
mustafa aydogan - tirşik
mustafa aydogan
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskarê ku min ew ji nivîsa "Çima "carbekir" û ne "cêrik"?" nasî û di wîkipediyayê de wisa bi kurtasî derbarê wî de dinivîse

Mistefa Aydogan

Mistefa Aydogan (bi tirkî: Mustafa Aydoğan) nivîskarekî kurd e.



Mistefa Aydogan di sala 1957an de li Qosera Mêrdînê hatiye dinyayê. Ew di sala 1985an de li Swêdê bi cih bû û heta niha jî her li Swêdê dimîne.



Mistefa Aydogan li Swêdê ket nav tevgera kulturî û heta niha ji Jack London, Yaşar Kemal, Aziz Nesin, Edîp Karahan, Ann Eriksson û Orhan Pamuk kitêb wergerandine û bi xwe jî bi navê Pêlên Bêrîkirinê û Berê gotin hebû du kitêb nivîsandine. Wekî din Aydogan di kovar û rojnameyên cihê de li ser mijarên cihê gotar nivîsandine.



Wergerên wî[biguherîne]

Navê Min Sor e, Orhan Pamuk, Roman, 586 rûpel, Weşanên Doz, 2002, ISBN 975-6876-23-9

Fîl Hemdî, Aziz Nesin, Çîrok, 155 rûpel, Stenbol, Gelawêj 1999, ISBN 975-6876-10-7

Siltanê Fîlan, Yaşar Kemal, Roman



lê tiştê ez meraq dikim, gelo çima evqas pirtûkên tirkî wergerandine? qey pirtûkên swêdî yên hêja tune ne? ya dî kîjan pirtûka Jack Londonî wergerandiye?



13.09.2015 12:30 | dijber

2. birayê îbrahîm seydo aydogan e. xwendekarekî inalcoyê îddia dike seydo gelek caran hesûdiya mistefa Aydogan kiriye hem jî ligel xwendekaran. Here lînkê

seydo, seydolojî û megalomenîya genfisk

ji ber kar û barên xwe, min nikaribû ez peyameke wuha dirêj binivîsim lê wa ye roj hat û ez nuha bersiva xwe dinivîsim. xuya ye dereng mame, çimkî camêro îro jî dîsa tistek parve kiriye. belê wekî ku hûn dizanin, demek berê, ibrahim seydo aydoganê ku berê mixabin mamostê min bû, li ser rupela xwe ya facebookê parvekirinek kir di derheqê min de. li gorî nivîsa wî, bela û nerindiyên ku hatine serê wî, hemû ji rûyê min çêbûne û ez bûme sedem ku ew ji zanîngeha înalcoyê hatiye dûrxistin. nivîseka gellekî dirêj nivîsandibû, bawer nakim ku her kes xwendibe lê dîsa jî ez ê qasî ku bikaribim hinek derewên wî îroj bi we re parve bikim.
min di kovara “wêje û rexneyê” de nivîseka fransî wergerand ser kurdî ku ji aliyê tejel jordi bi fransî hatibû nivîsandin. ev yek li îbrahîmê megalomen giran hat û rasterast gefan li rêvebiriya kovarê xwar û got “çima kovarê ew lawik onore kiriye û cîhekî weha girîng daye wî”. mêro dibêje qey temamê kurmanca di bin emrê wî de ne, ew çi bêje gerek e bi ya wî be. wekî louise michel di « plaidoirie » de gotiye : “heger îxtîdara tek kesek tunne be, hinge dê ronahî hebe, hinge dê rastî hebe, hinge dê edalet hebe”. ez jî naxwazim ku li ser vê meselê bi virr û derewan îxtîdara wî hebe, dixwazim ku edalet hebe û ji bo vê jî pêwîst e ku li ser vê meselê tenê gotinên îbrahîmê psîkopat di hişê mirovan de nemîne.
seydoyê megalomen wusa qal dike ku min ji xwe kete şikê. edebiyatçi ye normal e. li gorî gotina wî, têkiliya min bi kesên tarî re heye, û ev yek ji stenbolê heta parîsê dewam kiriye, û kes nizane bê ez çawa hatime fransayê û min li vir îltîca girtiye. ez bi rabirdûya xwe serbilind im û qet ne posman im. ez salek û du mehan di hepsa tekirdağê de mame di navbera sala 2011-2012an da, û wan salan camêrê min û te ji xwe ra li fransayê kêf dikir, esas wî li tirkiyê jî kêf dikir, jixwe bi vîzeyê hatîye fransayê, yanî bila kes nefikire ku ji welêt reviyaye filan bêvan. pirr meraq dikim wê çi derewan derxe holê di derheqê jiyana min de lê ez bi xwe zahf ji rabirduya xwe razî me, hema heta roja mirinê wê dilê min bi tiştekî xweş be, ew jî ew e ku min li ber hakimê tirka parastina xwe bi zimanê xwe kiriye û ez ji ber doza kurdayetiyê ketime zindanê, dikarim li ser vê meselê delîlan jî pêşkêş bikim. lê seydoyê ku dev diavêje min, çi kiriye ? li stenbolê ji dewletê re mamostetîya tirkî kiriye, ew zimanê şîrîn(!) fêr kiriye. hema bêje her sal diçe tirka, qet problêma wî tunne ye. li fransayê jî, bi xêra xanima xwe ya fransî îqame girtiye. ez 9 sal in nikarim herim welatê xwe, nikarim herim ser gora miriyên xwe, lê ev megalomenê lumpen tê dev diavêje min.
hewqas nexweş e ku dibêje qey zimanê kurdî yê wî ye. got “ez ê êdî bi te ra tirkî biaxivim ». mala minê, te negot qey te bi şev bi roj kurdî qise dikir ez bûm sedem ku te dest bi tirkî kir ! hewce nake dirêj bikim lê jiyana wî nîvî zêdetir bi tirkî ye, hevala wî tirk e, herçî kurê wî ye ji xeynî du sê heb xeberên pîs (wekî q.zê ca te) mixabin bi kurdî nizane.
her kes dibêje « yaw camêr ji bo zimanê kurdî xebatê dike, wî zanîngeha online ava kir », lê tu kes nizane gava ku pevçûna me derket, îbrahîmê kawik, xwendekarên inalcoyê ji koma watsappê ya zanîngeha online bêyî hayê wan derxist avêt. ev e sînora kurdayetiya seydo… heta ku were hesabê wî kurd e..
sala 2017-2018an, gava ku me li inalcoyê kampanyaya qeydê da destpêkirin, hejmara xwendekaran saltirê ji sedî 40 zêdetir bû û rêvebiriya vê xebatê, min û hevalên li inalcoyê, me kir. mixabin xwendekarên ku nû dihatin piştî mehekê êdî aciz dibûn ji dersa seydo ya ku ji sedî 60 li ser çîrokên wî û fesadiyên wî ava bûbûn. jixwe me ji nuha ve gotiye, heger ew vegere zanîngehê, 10 salên pêşiya me, ew ê nîvê dersên xwe li ser vê pevçûnê çêke. jixwe nave “seydoloji”yê jî ji vê meselê tê, çimkî di dersên wî mirov ji kurdolojiyê zêdetir fêrî jiyana wî dibe. min rojekê jê re got “mamoste xwendekar kêm dibin, namînin li zanîngehê”. wî got “xwendekarek tenê jî hebe, ez meaşê xwe distînim”. herwuha sala 2019-2020an ku me got em dersên tutorayê daynin, got “ma hun ê pera bixwazin ?”

seydo behsa keçika jî kir, loma heger ez nekim nabe. camêrê ku pîctir e ji kurên xelkê yên pîc(ew wuha dibêje), bi keçikeka tirk ra derket û gava ku dest bi têkiliya xwe kirin ew keçik hîna xwendekar bû. bila xelk bizane ku min jî seydo kiriye şûna însana û min ew vexwendiye mala xwe gava ku min şevbuhêrkek daye. lê mixabin însanê “kawik” qet behsa van tistan nekiriye.
gava ku ji me ra fesadiya xelkê dikir, ji bo birayê xwe jî digot “pirtûka orhan pamuk min û wî, me wergerand lê wî tenê nave xwe danî, nave min daneanî”. herwuha ji bo “rastnivîsa kurmancî” jî digot “ bingeha wê pirtûkê min danî, lê birê min ew kir milkê xwe”. mêrik dibêje her tisti min kiriye, loma gerek e em nave kurdolojiyê biguherînin û bikin seydolojî. ev navlêkirina nû tenê dikare megalomeniya seydo têr bike, çareyeka din nîn e.

welhasil, peyama min a vekirî ji bo seydo ev e : here pênc parêzerên din bigre, lê tu nikarî kesekî bitirsînî. tu roja xwe de were mehkemeya xwe bes û nivîsên xwe yên ser facebookê raneke, piçekî mêr be. here wê parvekirina xwe ya tehdîdê carekî din belav bike heger tu yekî derewçî nebî.

bila heval û hogir li qisûra min nenihêrin ku min xwe kiriye hevalê wî psîkopatî û min bersiva wî daye, lê bi rastî pistî wan îftîrayên wî kulek kete dilê min, heger min bersiv nedaya wê dilê min rehet nebûya.
dema we teva xwes.



17.07.2021 23:01 ~2021.07.18 01:15 | ezcan

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» mustafa altuntop

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî