Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
wergêrî - tirşik
wergêrî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kar û sinetek e ku kesên neakademîk anku mekteb û medreseya vî karî nexwendine jî bi hînbûna zimanên nû dikarin bikin û ji heq de derkevin.. eger ji bo kêf û zewqê were kirin karek gelek xweş e lê ku ji bo debara nefsê û debara malê be jê nexweştir û zehmettir tişt dîsa wergêrî ye.. herwiha jê re wergervanî û tercumanî jî tê gotin..



31.07.2013 15:07 | endazer

2. ne karekî hêsan e. bi taybetî ya demildest. yanî ya ku li ber axaftina kesekî de, zindî tê kirin.

ger em mînakên nebaş bidin, belkî qîmeta wê baştir were fêhmkirin.

mînak1- wegêrê tirkî ya ku li hatina mesûd barzanî ya amedê de ser kar bû. pepûk her çiqas bixwe tirkmen be jî malnemîrat nikare tirkî biaxive, heta wergerê bike.

mînak2- vê dawiyê, berî rojekê li afrîkayê ji bo bîranîna mandela merasîmek hat lidarxistin, niha derketê holê ku zilamê ku ber axaftina obama de, wergera wî ya li zimanê îşaretan dikir, eslê xwe de zimanê îşaretan nizane û heraketên ku bi destên xwe dike hemûyan ji qûna xwe avêtiye.

ev mînak duyemîn yekcar kafiristanî bû.



11.12.2013 20:16 | simurg56

3. Di qada wergêriya kurdî de sê nav dertên pêş. kawa nemir û ciwanmerd kulek -ji soranî bo kurmanc- besam mistefa.



12.12.2013 01:03 | seydayê_peyvan

4. siyasetmedarên başûr dema tên bakur û tirkiyê, ji bo wergerê wergêrên tirkmen bi xwe re tînin, tirkmen jî wekê diyarbekiriyan ne tirkiya wan tirkî ye, ne kurdiya wan kurdî ye, ji loma gelek caran hetk û helaketên ecêb diqewimin. çend nimûne ji wan hetîketiyan :

mesûd barzanî û ahmet davutoglu civîneka çapemeniyê li dar dixin, rojnamegerek bi kurdî pirsa xwe dike wergêrê kurd pirsa ku ji xwe kurdî ye, cardî werdigerîne kurdî davutoglu lê tîne ter û dengê xwe lê dike.



nêçîrvan barzanî li hewlêrê, li semta eynkawe, ji bo cejna krîsmisê diaxive
wergêrek jî axaftina nêçîrvan barzanî ji bo mêvanan werdigerîne erebî, lê xelet werdigerîne, wergêr çawa hevoka xwe dibe serî, nêçîrvan bi bişirîn dibêje "Hemûy be xelet tercûme kir" û bi tîqetîq dikene, wergêr jî dibêje "cenabtan zor qise kir, kak nêçîrvan, min le bîr kir" nêçîrvan jî lêborînê dixwaze dibêje rast e min zêde dirêj kir, dibêje ez bi erebî zanim, xwendin, nivîsandin û têgihiştina min baş e lê axaftina min biçekî kêm e
Here lînkê

carekî jî dema nêçîrvan barzanî hatibû wanê, dema ku wergêr axaftina wî ya ji kurdî werdigerand bi tirkî, dîsa bi bişirîn gotina wergêr di nîvî de hêla û got, ez biçekî bi tirkî fêhm dikim, te gotinên min hemû xelet wergerandin. mixabin vîdeoya bûyerê li ser netê min peyda nekir.



06.12.2016 21:58 | endazer

5. ev jî gelek komîk e. dozgerê navdar yê doza gladyoya li îtalyayê li tirkiyê axaftinekî dike, du ciwanikên xwendekar jî ji bo wergêrê anîne, lê nikarin ji heq de bên û dihetikin, dawiyê dozger dibêje ez dikarim bi frensî jî biaxivim û jê re wergêreke tînin û neselê safî dikin.




û topa Mussolînî li te bikeve nagihan, te çawa di wê tengaviyê de hevala xwe bi tenê hêlişt?! ;)



06.12.2016 22:08 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» wergêrî

Kategoriyên mijarê:: weje ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî