Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 17 peyam
tiştên ku dilê mirovan ji jiyanê sar dikin - tirşik
tiştên ku dilê mirovan ji jiyanê sar dikin

Navê mijarê ya ewil ev bû:tiştên ku dilê mirov ji jiyanê sar dikin
(42) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. piştî betlaneyê ji nû ve dest bi kar kirin û hê roja ewil rastî problemên beredayî û acizker hatin û zanîna ku heta saleke di wê tu betlane jî tune bin; yek ji van tiştan e.



31.07.2013 21:26 | simurg56

2. kurd kengê ji dest û ling dikevin wî çaxî betlane li para wan dikevi. ji bo kurde kî tiştê ji jîyanê sar dikin gelekkin. mînak çaxê xebatek ya wî dikevi ber derê sazîyên dagirkera û li wir memûre poz bilind dibîne, çaxê nikari di cejnekî de ji zarê xwere kincekî bistîne, çaxê diçe ber derê zindana û nikari xizme xwe bibîne, çaxê li mala xwe razaye û nivê şevê li ser mala wî tê girtin û tê binçavkirin hwd. hwd. hwd...



31.07.2013 23:02 | urartu3000

3. dîtina jineke delalî bejnzirav û di destên wê de yekî ne qeşeng û qeşmer.



10.08.2013 11:58 | reşkêşevê

4. gotina Erdoğan ya (bnr: kürt kardeşlerim)



10.08.2013 11:58 | reşkêşevê



7. Gava ku ji nav xwarinê pirç derkeve dilê meriv ji vê dinyaya bikutmê sar dibe.



24.08.2013 18:04 | înano lo

8. Qedera ku tekane peyva kurdî ya hevalên tirkîaxêv "heval" e, ne bi dilekî lê bi heft dilan dixwazim terkedinya bibim.



24.08.2013 18:08 | înano lo

9. Kêliya ku di me$ û mitîngan de dirû$mên bi tirkî dihatin berz kirin, ez ji xwe sar dibûm, hêviya min ji mîrê mirazan hildana ruhê min bû.



24.08.2013 18:12 | înano lo

10. mirovên yê gelek ji para hezdiki li dorê mirov be..



24.08.2013 22:52 | singundiki

11. Welle bi newqa şêx û derpiyê pîrê ez nizanim bê ez kîjanê bêjim lê dema kurdên ku bi ""kurdiya akademik"" nizanin û hevalê wek hewal dinivîsin ez ne ji vê jiyanê lê ji heft jiyana sar dibim.



24.08.2013 23:31 | rojan

12. berf

baran

gijlok



24.08.2013 23:36 | quto

13. ev stran:



ev helbest:



ev xanim:



24.08.2013 23:38 | terkexem

14. (bnr: kuxik)

carinan mirov dibêje xwezî ez girtiyê penceşêrê bûma lê ne yê vê mîrata kuxikê bûma.. û bi ser de jî kuxika nava keleqirçêna havînê.. ez nizanim di nav vê germ û pêmirina havînê de ez ji kû û çawa bi sermayê ketime..



25.08.2013 00:49 | endazer