Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
tiştên ku dilê mirovan ji jiyanê sar dikin - tirşik
tiştên ku dilê mirovan ji jiyanê sar dikin

Navê mijarê ya ewil ev bû:tiştên ku dilê mirov ji jiyanê sar dikin
(42) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. piştî betlaneyê ji nû ve dest bi kar kirin û hê roja ewil rastî problemên beredayî û acizker hatin û zanîna ku heta saleke di wê tu betlane jî tune bin; yek ji van tiştan e.



31.07.2013 21:26 | simurg56

2. kurd kengê ji dest û ling dikevin wî çaxî betlane li para wan dikevi. ji bo kurde kî tiştê ji jîyanê sar dikin gelekkin. mînak çaxê xebatek ya wî dikevi ber derê sazîyên dagirkera û li wir memûre poz bilind dibîne, çaxê nikari di cejnekî de ji zarê xwere kincekî bistîne, çaxê diçe ber derê zindana û nikari xizme xwe bibîne, çaxê li mala xwe razaye û nivê şevê li ser mala wî tê girtin û tê binçavkirin hwd. hwd. hwd...



31.07.2013 23:02 | urartu3000

3. dîtina jineke delalî bejnzirav û di destên wê de yekî ne qeşeng û qeşmer.



10.08.2013 11:58 | reşkêşevê

4. gotina Erdoğan ya (bnr: kürt kardeşlerim)



10.08.2013 11:58 | reşkêşevê



9. Gava ku ji nav xwarinê pirç derkeve dilê meriv ji vê dinyaya bikutmê sar dibe.



24.08.2013 18:04 | înano lo

10. Qedera ku tekane peyva kurdî ya hevalên tirkîaxêv "heval" e, ne bi dilekî lê bi heft dilan dixwazim terkedinya bibim.



24.08.2013 18:08 | înano lo

11. Kêliya ku di me$ û mitîngan de dirû$mên bi tirkî dihatin berz kirin, ez ji xwe sar dibûm, hêviya min ji mîrê mirazan hildana ruhê min bû.



24.08.2013 18:12 | înano lo

13. mirovên yê gelek ji para hezdiki li dorê mirov be..



24.08.2013 22:52 | singundiki

14. Welle bi newqa şêx û derpiyê pîrê ez nizanim bê ez kîjanê bêjim lê dema kurdên ku bi ""kurdiya akademik"" nizanin û hevalê wek hewal dinivîsin ez ne ji vê jiyanê lê ji heft jiyana sar dibim.



24.08.2013 23:31 | rojan

15. berf

baran

gijlok



24.08.2013 23:36 | quto

16. ev stran:



ev helbest:



ev xanim:



24.08.2013 23:38 | terkexem

18. (bnr: kuxik)

carinan mirov dibêje xwezî ez girtiyê penceşêrê bûma lê ne yê vê mîrata kuxikê bûma.. û bi ser de jî kuxika nava keleqirçêna havînê.. ez nizanim di nav vê germ û pêmirina havînê de ez ji kû û çawa bi sermayê ketime..



25.08.2013 00:49 | endazer


21. projeyek heye divê îro bê gihandin û teslÎmkirin.. lê te hê destpê nekiriye û tu destpê bikî jî ne mimkun e di wextê xwe de yanî rojekÎ de biqedînî.. û te qewlê xwe Û bazara xwe jî bi camêran re kiriye.. û tu kes jî nîne xwe bi hawara te ve bigihîne.. û tu têyî û diçî li dora projeyê digerî.. û tu dibêjî nalet şeytên û li vî îşî.. a niha dilê min ji dinyayê sar û reş bûye.. bi xwudê piyango jî ji min re derkeve bawer nakim kêfa min xweş bibe..



09.09.2013 13:57 | endazer

23. kuştina mirhovan, xela zilaman, pêvajoyê kerrafîpêketî.



10.09.2013 19:52 | seydayê_peyvan

24. dema mirov tiştekî li ser kombersê binivîse an li ser kombersê projeyekî çêke û ji bîr bike pêl mîrata ctrl+sê bike û ji nişka ve quzzilqurta ceyranê qut bibe.. hingî mirov bivê nevê dibêje nalet li vê heyatê û nalet li vê ceyrana ku diçe Xwudêoo ruhê min ji min bistîne hêj caw erzan!



05.10.2013 22:39 | endazer

25. (bnr: devlet bahçeli)



05.10.2013 22:46 | ceso

26. wan paketÊn tayyip'Ê bi navÊ 'demokratikleşme' min sar dike...

ya din jî: tûnebûyina ctrl+zyê li jiyana rast jî min hêrs dike, min ji jiyanê sar dike.



05.10.2013 22:57 | cinorek

27. dema dikevim dersa pola 5-B'yê ji jiyanê sar dibim.



05.10.2013 23:09 | gelawej

28. dema li ser facebookê reklama tirşikê dikim û tu kes berê xwe pê ve nake..



05.10.2013 23:17 | endazer

29. mirovên fêhmkor, mirovên dibêje ji min zanatir nîne, mirovên kesî guhdar neke.



05.10.2013 23:19 | hemdilaarda

30. ji bo cejnA QURBANÊ sed mirov ŞKENCE NADE HEYWANÊ, ÎMANA MIN JI WAN MIROVAN DIHERE. Û DAWIYÊ JÊKIRINA BEDENA EW HEYWANA REBEN...



15.10.2013 19:25 | biruya hayao miyazaki

31. nexweşî .

bawerke tişta herî zêde mirov ji jiyanê sar dike ev e û tişta herî zêde mirov li jiyanê girê dide jî derbaskirina nexweşiyê ye .



15.10.2013 19:32 | brusk56

32. GOŞTÊ QURBANÊ YA KU KIRINE NAV TURIKAN JI BO BELAVKIRINÊ.



15.10.2013 20:43 | bawero

33. tistên ku dilê mirov ji jiyanê sar dikin, tu carî ji bo her mirovî nabin weke hev, ji hev cûda ne. tistê ku dilê min sar dike, dikare dilê yekî din li jiyanê germ bike. tistê dilê yekî din li jiyanê germ dike, dibe ku dilê te ji jiyanê sar bike...



15.10.2013 22:24 | dîno

35. nezanina çi kirinê ango mu aciz bibe û nezane ka çi bike.. mirov ewqas ditengize ku ez bawerim mirov ji ber tiştên wisa xwekuştinê difikirin û dikin.



15.10.2013 22:42 | azadixwaz

36. Xwarinxwarina ji neçarî



11.03.2014 21:26 | bavê salih

37. hatina endamên hûdaparê a li ber deriyê mirov . an jî dîtina alên vî partiyî a li kûçeyekî li kurdistanê.



12.03.2014 00:30 | brusk56

38. li kurdistanê dîtina ala mhpyê. yaw erkadaş ev çine, ev der kurdistan e.



12.03.2014 00:36 | rêzan

39. zilamên mezin yê gundiyan ku di navbera xwe de dişitexilin û peyvên tirkî dikin nav şitexaliya xwe de weke 'yaw me sıkmiş dikin'. guhdarkirina wan mirov ji heft jîyanan sar dike.



12.03.2014 11:16 | gêjê


43. mirina zarokan..



12.03.2014 23:07 | ferhenga şikestî

44. jiyan



12.03.2014 23:20 | bavê salih

45. piştî despê kirina sloganê xelkê ku dengê xwe qût dike... pir ber xwe dikevim. ma yabo dengê min jî gelek bilind û stûr e. ev muemele çima ye, nizanim. *



12.03.2014 23:28 | biruya hayao miyazaki

46. Kurdên tirkefon ku qaşo xwe welatparêz dihesibênin û rebenê kurdên gundî bi "ilkelmilliyetcilik"(van peyvan ji çi literatura diafirînin) darizînın...



12.03.2014 23:33 | janbarblues

47. (bnr: hin nivîskarên tirşikê)



13.03.2014 17:25 | mergehez

48. dema mirov ÎşekÎ bike Û nekaribe heqÊ xwe di wextÊ xwe de bistÎne..



08.06.2014 13:13 | endazer

49. dema ku dewleta tirka, malbatên zarokên pkkyî dide pişt xwe, di tvyan de demagojîyê ji wan dide kirine û dûv re jî bi wê gazê ve li licê kurda dikuje...



08.06.2014 13:48 | nazim tolhildan

50. (bnr: jîyana bidawî)



02.06.2015 11:58 ~12:17 | shorbevan

51. Rûye mihemed metiner



19.11.2015 22:33 | serbilint

52. Piraniya peyamên shorbevan.



20.11.2015 00:02 | nazim tolhildan


54. Tewang.



20.11.2015 01:43 | şînşînok

55. (bnr: kurdên akpî)



20.11.2015 01:48 | brusk56

56. kurdê veredayî, dizd, qeşmer. Xo rê însan bin lawo.



20.11.2015 03:05 | endazyar

57. dema ku meriv bi dildara xwe radizê û serê sibê radibe, ramûsanek jê dixwazê lê ji devê we bêhna gûyê pisîkê tê



20.11.2015 04:53 | tir û fis

58. merivên bêfehm dilê meriv ji jîyanê jî ji mirênê jî sardikin.



20.11.2015 09:01 | shorbevan

59. (bnr: diranê bîst saliyê)



06.10.2016 12:28 | nazim tolhildan

61. otobês an jî mînîbêsên ku hundurên wan tije bêhna parfûmê ne. kengî ez siwar dibim navgîneke wiha, hema dibêjim bixwedirînin inşealle!



04.01.2018 21:45 | biruya hayao miyazaki

63. serbang emrah û koma sê bira :((



08.01.2018 03:56 | sî çil pêncî

65. arthur schopenhauer gotiye :

Sedema jiyaneke bête'm û xemgîn dido tişt in; yek jê bêhntengî û adizî ye, ya dî (min jibîr kir wella *



13.01.2018 03:14 | gumgumok

66. Klibên feyzullah yıldırım.*



26.10.2018 09:50 | xelîl

67. Dema ku kurdekî ra behsa roman û helbestên kurdî û nivîskarên kurd dikim û ew kesa tiranê xwe li min dike bi rastî jî dilê min jiyanê sar dibe.



26.10.2018 10:52 | bûtîmar

68. ev jî heye > (bnr: kesên ku mirov ji mewlûda wan direve)



27.10.2018 02:01 | mirovekirind

69. Xewa dema berîya êvarê.



27.10.2018 20:31 | cinorek

70. Ecêba tu bo helbestê Occo Mahabad û bo romanê jî Loqman Lîce nîşan didî? Ecêba ji ber wê yarî û tiraneyên xwe li cenabê te dike



29.10.2018 17:21 | zimansist

71. Îro li ser rêzimana kurmancî ji nû ve rawestîyam. Tabî roja min tenê li ser gramerê derbas bû. Tişta ku bala min kişandiye û hêj dilrakêşer e, arîşeyên heyî yên gramera kurdî ye. Pirr tişt ji nivîsandina gramera C. Bedirxan heya niha qet nehatiye guherandinê. Kesekî jî negotiye "oxlim di warî de kêmasî hene divê ez wekî gramerzan dest bavême vî karî". Gelo dê kengê gramera kurdî ji krîtîka Celadet Bedirxan derbas bibe?



29.10.2018 17:27 | zimansist

72. Xanî nedana xwedî xaniyan ji bo bêkar û xwendevanan. Ev bû demek dirêj ez li xaniyek ji bo kirêyê digerim lê malxiraba malşevatên xwedî xanî dibêjin em mal nadene bêkaran. Çima ? Dipirsim. Wele deng derdixin, zerar didin xanî, keçik meçikan tînin mal û nizanim kirê nadin. E ma çi ye du sê heban ewan tiştan kiriye, em ê li derve razên. Yekî jî rabû dibêje tu yê sê kirê pêşin bidî û hebek jî depozîto û du kefîlan binî û tu kes jî neyê mala te !? Ev bî çi ? Wisa dikin ku em an zewicin an jî xanî bikirin. Her du jî zehv biha ne.*



29.10.2018 21:54 | xelîl

73. (bnr: kurd zazayan asîmîle dikin)



30.11.2019 12:57 | nazim tolhildan

74. Tûndî û lêdan.



30.11.2019 13:20 | fatoş xanim

75. Berpirsê min ê saziyê.
Dema çavê min pê dikeve ez dibêjim qey celladan hezar şûrên tûj bi min ve dikin.
Ez di karî de jê pêşdetir im, di xwendinê de jê pêşdetir im, di têkiliyên fermî de jê pêşdetir im lê ji ber ku têkiliya wî bi rêya sendîkayan bi hikûmetê re heye ew ji min re bûye berpirs. Însanekî ne pirr xerab e lê pirr ehmeq e û zêde zêde propagandeya hikûmetê dike. Dîsa sûretê wî yê wek bacanê sor hat hêşê min ji jiyanê sar bûm



30.11.2019 14:29 | ferhenga şikestî

76. Di dewetên kurdan de lîstina çîftetellî û mîsket û reqsên din ên tirkan.

Carinan çavdêriyê dikim hinek beşdariyên dewetê, bi pirranî jin û ciwan, heta govend xilas bibe di cihê xwe de rudinin û dimînin hêviya wan lîstikan. Paşî radibin wek ku emrên xwe bi van reqsan re derbas kiribin bi kêfxweşî û bi coşî dilîzin.



30.11.2019 15:11 | xelîl

77. Dengê xîzarê



06.04.2020 15:50 | bûtîmar

78. Di tirşikê de dîtina peyamên yekser bersivdana hevdû ku di bin mijaran de tê nivîsandin.

Temam di binê mijarekî yekser besiv da yekî, ma mal ne mîrat di bin hemî mijaran de ne tenê sê çar caran yekser ji hevdû re bersiv şiyandin karê nivîskariya ferhengan e.

Li gorî ferhenga înteraktîf peyamên raveker û hinek jî watebar divê nivîsandin.

Heke yekî ku dixwaze peyamek ji nivîskareke din bişîne jixwe foksiyonek gelek bikêrhatî heye. Dikarin bersivan bişînin hevdû.

Tirşik wekî whatsappê nayê bikaranîn, nikarê bê bikaranîn heyrana çavên we.



06.04.2020 16:09 | bilbilê dilkul

79. reşik standina peyamên zanyarî. dema peyamên ku bi saeta li ser xebitîme, çi bi wergerê, çi bi lêkolînê û çi bi tomarkirinê, demjimaran li ser bihurandiye da ku kêrhatinek min bigihêje kurdî an çenek xwêya me jî li tirşikê zêde bibe lê ez dinehêrim reşik hatiye dayin.
minak ev peyam keşfa kehreyê/119276 , min fêm nekiriye bê kî ji bo çi reşik dayiyê. ez hêvî dikim ku bi şaşitî ji aliyê hevalên ku nû tevlî me bûne hatibe kirin.



06.04.2020 16:20 | tîrêj zana 21

80. dema ku te li ser komputerê ew qas xebat kir û hêj qeyd nekirî, komputer an diqerise an tê girtinê aha ew dem dema sarbûna ji her tiştî ye



06.04.2020 17:01 | de facto hozan

81. bavên xirab, ne baş, ne pak...



06.04.2020 17:33 | afa

82. nexweşî



06.04.2020 22:10 | bedirxan

83. xwe şuştina ava şebekê a sar li piştî derkatina ava germ a behr e.



06.04.2020 22:48 | golikvan

84. Dema ku hezkiriyên mirov ji mirov bawer nekin , ew tişt mirov ji jiyanê sar dike.
Kesên xerîb re du gotina bêjî ji te bawer dikin lê mirov nikare hezkiriyên xwe ji xwe bide bawer kirin.



06.04.2020 22:49 | brzn

85. (bnr: xewa navrojê)



06.04.2020 23:37 ~23:41 | xelîl

86. Ji bo min rêkûpêkî gelek girîng e, loma çaxê yekî zirarek ji rêkûpêkîya min re da, dilê min ji jiyanê sar dibe. -_-



06.04.2020 23:45 | pirtûkbihûşt

87. Siyaseta kurdan.



07.04.2020 11:11 | f

88. dema ez dibînim ku Kurd zimanê xwe piçuk dibînin an jî dema kesekî biyanî ji wan re dibêje;'Tu naşibê Kurdan' û ew jî weke ku pesna wan didin fêhm dikin



27.04.2020 23:01 | merwano

89. Dema ku kedekî mezin didî tiştekî bi Kurdî û ew tişt ku ti têkilî û eleqe nebîne , bi rastî jî mirov ji jiyanê sar dike.



27.04.2020 23:38 | brzn

90. Mirin zêdetir hîç tişt ne rast e, her tişt heta mirinê ye



28.04.2020 08:36 | kurdiyan

91. Dema Kurdek dibêje ez biratiya gelan dixwazim.



04.06.2020 05:57 | yûsiv

92. bizim amacımız kurdistanı kurmak değil demokratik bir türkiye inşaa etmektir .

di gelek roportajên û romanên xwe de
(bnr: murat karayılan)
(bnr: abdullah öcalan)
(bnr: cemil bayık)
wisa gotinin ..

ne bi kurdî jî bi tirkî gotinin !
sed heyf ..
masî ji serê xwed xera dibe.



04.06.2020 15:16 ~15:17 | shwinsherm

94. bernama aydin aydin ya li ser trt 6ê
bi navê çepik
(bnr: mirin xweştir e ji vî halî)



05.06.2020 01:14 | merwano

95. (bnr: dagirtina kayê)

Ne xasim ku kaya nîska be.
malikê li yekî xera dike.
kezeb mezeb namîne
dev û çavên mirov tu bikê nekê derbê jê dixwê

(bnr: mirin xweştir e ji vî halî)



05.06.2020 17:44 | merwano

96. kurdên dibêjin "onloyorom omo konoşomoyorom" in.



06.06.2020 00:15 | şev

97. Stranbêjên kurd ên li bin stranên xwe de jêrnivîsa tirkî li zêde dikin.



24.11.2020 22:59 | yûsiv

98. peyamên li internetê ya zarok û ciwanên tirk ên ku dûjmina gelê kurd.
Meriv dikare wisa bê aqil be?!!
tişten wisa:
(bnr: ekşi sözlük/130488">ekşi sözlük/130488)



01.02.2021 03:25 ~03:27 | heval.js

99. Kurdek gava bi kurdî dibêje " dev ji kurmancî berde" meriv dixwaze wê deqê li wir bimir e.



02.02.2021 01:13 | yaqûp

100. (bnr: tişta ku wisa tûne ye)
(bnr: nîvîskarên dînik)
(bnr: nexweşxaneya dînan)



02.02.2021 02:23 | heval.js

101. Axaftina metin keçeçi ya bi kurdî.



29.04.2021 11:39 ~11:39 | merwano

102. tirkheziya başûrê kurdistanê



16.04.2021 21:44 | keyomerd

103. Erebên Rihayê ku tu bipirse bavê te yan tayyip ewê bêje tayyip.



16.04.2021 23:13 | navîgiranmezelîwêran

105. Dawetên kurdan da strana “erîk dali”



21.05.2022 13:07 | evcebarê pirê

106. (bnr: empty room)



25.06.2023 17:46 | mirovekirind

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» tiştên ku bêhtengî didin
» dilê min bû bahra belek
» mirovan
» sarayevo

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî