(42) (1) (2) |
|
51. otobês an jî mînîbêsên ku hundurên wan tije bêhna parfûmê ne. kengî ez siwar dibim navgîneke wiha, hema dibêjim bixwedirînin inşealle! |
|
04.01.2018 21:45 |
biruya hayao miyazaki
|
52. serbang emrah û koma sê bira :(( |
|
08.01.2018 03:56 |
sî çil pêncî
|
53. arthur schopenhauer gotiye : |
|
13.01.2018 03:14 |
gumgumok
|
54. Klibên feyzullah yıldırım.* |
|
26.10.2018 09:50 |
xelîl
|
55. Dema ku kurdekî ra behsa roman û helbestên kurdî û nivîskarên kurd dikim û ew kesa tiranê xwe li min dike bi rastî jî dilê min jiyanê sar dibe. |
|
26.10.2018 10:52 |
bûtîmar
|
56. ev jî heye > (bnr: kesên ku mirov ji mewlûda wan direve) |
|
27.10.2018 02:01 |
mirovekirind
|
57. Xewa dema berîya êvarê. |
|
27.10.2018 20:31 |
cinorek
|
58. Ecêba tu bo helbestê Occo Mahabad û bo romanê jî Loqman Lîce nîşan didî? Ecêba ji ber wê yarî û tiraneyên xwe li cenabê te dike |
|
29.10.2018 17:21 |
zimansist
|
59. Îro li ser rêzimana kurmancî ji nû ve rawestîyam. Tabî roja min tenê li ser gramerê derbas bû. Tişta ku bala min kişandiye û hêj dilrakêşer e, arîşeyên heyî yên gramera kurdî ye. Pirr tişt ji nivîsandina gramera C. Bedirxan heya niha qet nehatiye guherandinê. Kesekî jî negotiye "oxlim di warî de kêmasî hene divê ez wekî gramerzan dest bavême vî karî". Gelo dê kengê gramera kurdî ji krîtîka Celadet Bedirxan derbas bibe? |
|
29.10.2018 17:27 |
zimansist
|
60. Xanî nedana xwedî xaniyan ji bo bêkar û xwendevanan. Ev bû demek dirêj ez li xaniyek ji bo kirêyê digerim lê malxiraba malşevatên xwedî xanî dibêjin em mal nadene bêkaran. Çima ? Dipirsim. Wele deng derdixin, zerar didin xanî, keçik meçikan tînin mal û nizanim kirê nadin. E ma çi ye du sê heban ewan tiştan kiriye, em ê li derve razên. Yekî jî rabû dibêje tu yê sê kirê pêşin bidî û hebek jî depozîto û du kefîlan binî û tu kes jî neyê mala te !? Ev bî çi ? Wisa dikin ku em an zewicin an jî xanî bikirin. Her du jî zehv biha ne.* |
|
29.10.2018 21:54 |
xelîl
|
61. (bnr: kurd zazayan asîmîle dikin) |
|
30.11.2019 12:57 |
nazim tolhildan
|
62. Tûndî û lêdan. |
|
30.11.2019 13:20 |
fatoş xanim
|
63. Berpirsê min ê saziyê. |
|
30.11.2019 14:29 |
ferhenga şikestî
|
64. Di dewetên kurdan de lîstina çîftetellî û mîsket û reqsên din ên tirkan. |
|
30.11.2019 15:11 |
xelîl
|
66. Di tirşikê de dîtina peyamên yekser bersivdana hevdû ku di bin mijaran de tê nivîsandin. |
|
06.04.2020 16:09 |
bilbilê dilkul
|
67. reşik standina peyamên zanyarî. dema peyamên ku bi saeta li ser xebitîme, çi bi wergerê, çi bi lêkolînê û çi bi tomarkirinê, demjimaran li ser bihurandiye da ku kêrhatinek min bigihêje kurdî an çenek xwêya me jî li tirşikê zêde bibe lê ez dinehêrim reşik hatiye dayin. |
|
06.04.2020 16:20 |
tîrêj zana 21
|
68. dema ku te li ser komputerê ew qas xebat kir û hêj qeyd nekirî, komputer an diqerise an tê girtinê aha ew dem dema sarbûna ji her tiştî ye |
|
06.04.2020 17:01 |
de facto hozan
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |