Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
zayenda peyva tişt - tirşik
zayenda peyva tişt
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ew jî meseleyeke tevlihev e û gelek kes dibêjin "tişta min" wek ku gelek kes dibêjin "tiştê min" anku niha herdû jî tên qebûlkirin.



15.09.2015 12:18 | dijber

2. hem wek mê hem jî wek nêr tê xebitandin lê li gorî min peyveke nêr e



15.09.2015 13:02 | ferhenga şikestî

3. ji peyvên hevzayend (!) re dibêjin: notr.

lê li gor min ev peyveke nêr e. wek mînak: "de wê tiştê bîne."



15.09.2015 15:39 | xendekî

4. (bnr: tişt ne cînavk e)mixabin heval tişt wek cînavkê dihesibînin. Wê tiştê yan wî tiştî bîne, her kes li gorî devoka xwe dibêje û herdû jî rast in.



15.09.2015 17:16 | dijber

5. di wîkîferhengê de jî dibêje nêr:

tişt: Kurdî: navdêr, nêr

Wate: şit, eşya; heyber, çi ya / yê heye yan hebe; maliyet, saman, sermiyan; hûrûmûr, pertal

Jê: tiştanok, tiştik

Ji: hevreha hin devokên kurmancî çiş, soranî şit, bi kurdiya başûri [[[çişt]], bi zazakî çî, farisî çîz, pehlewî tis / çih / çiş ji îranî. Bo zêdebûna T li dawiya peyvê, binêrin: hest

Here lînkê



ferhenga zana farqînî jî dibêje: nêr e.



15.09.2015 18:52 | xendekî

6. Meseleya ku mirov nikare bibêje ev rast e yan ev şaş e! Ji ber rêbaza zayendê di kurmancÎ de tune, rastî û şaşiya zayendên navdêran li gorî bikaranîna wan tê pejirandin, anku eger heman peyvê li hin deveran mê be û li hinan nêr be, nêtar tê pejirandin.

Binerin şirnexî wek mê dibêjin, mêrdînî wek nêr dibêjin lew herdû rast in.

(bnr: kurd çi serhişk in)

(bnr: por nêr e yan mê ye)

(bnr: nezanên kurdan serhişktir in)



15.09.2015 19:05 | dijber



9. çawa dibe nêr aqilê min jê nagire, li cem me dibêjin tişt+a min nabêjin tiştê min, û min ji devê tu evdekê xwudê jî bikaranîna tiştê min nebihîstiye.. hinek kurd qertafa diyarî û qertafa zayendê nikarin ji hev têderxin, bi baweriya min hemû mesele ji vir derdikeve..

wê tişt+ê bîne (di vir de qertafa ê qertafa diyariyê ye ne ya zayendê)

min bikaranîna ''wî tiştî bîne'' nebihîstiye lê eger hebe jî ew -î jî qertafa diyariyê ye..



15.09.2015 22:35 | endazer

10. qertafa zayendê ya ku min nû bihîst û dizanim tiştekî wisa tune ye, lê bila wisa be, veqetandek an qertafa diyariyê anku bi gotineke din tewang ji xwe mêjer û zayenda navdêrî nîşan didin lê hinek kes dibêjin "vî tiştî" û hinek dibêjin" vê tiştê" lew herdû jî rast in.

(bnr: qertafa zayendê çi ye)

(bnr: aqilê sivik barê giran*)

(bnr: kesên xwe zimannas dihesibînin)



15.09.2015 22:40 ~22:42 | dijber

11. Li cem me, bêguman nêr e. Jixwe gava em ji google dipirsin jî nêr dertê:



tiştekî :Here lînkê 379.000 encam

tişteke:Here lînkê 13.700

tişteka: Here lînkê 3.320 encam



jixwe encamên "tişteke" û "tişteka" yên mê, lê ya "tiştekî" yên nêr in. û di encama "google fight"ê de jî nêr bi ser ket: Here lînkê

de hayde biajon *



15.09.2015 22:44 ~22:53 | fethî ronî

12. (bnr: nêremoçk)



15.09.2015 22:53 ~23:01 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» zayenda peyva rûpel
» peyva herî xweşik a bi îngîlîzî
» tiştên ku dema mêrdîn tê gotin tên bîra mirov

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî