Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kî ne em - tirşik
kî ne em
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. koma mûzîka ku ji du kesan pêk tê û ez bawer im her çiqas herkes bêje "yê yekemîn ez im" jî, hiphopa kurdî cara ewil ji aliyê wan ve hatiye çêkirin.

stranan wan li ser evîn, ereq û kurdistanê ye. têra xwe bêedep û ecêb e lê orjînal e.

ji du kesan pêk tê. navê wan niha nayê bîra min lê navê yekê zeytûn bû, navê yê din nayê bîra min.



çend ji stranên wan:

hîphopa kurdî:



kêf kêfa me ye:



kurdisch hip hop desperados:



jiyan gû ye:



straneke wan ya elmanî:





(eslê xwe de pêwist e navê wan "kî ne em" bûya, lê wan wisa bi kar aniye)



31.07.2013 23:30 | simurg56

2. helbesteka şairê kurd ê efsanewî cegerxwîn e.. ne tenê helbest lê manîfestoya xilasÎ û azadiya kurdistanê ye jî..



''kîne em?

kîne em?

cotkar û karker

gundî û rêncber

hemû proleter

gelê kurdistan

şoreş û volqan

tev dînamêt in

agir û pêt in

sor in wek etûn,

agir giha qepsûn



gava biteqin

dinya dihejî

ev pêt û agir

dijmin dikujî

kîne em?

hey hey hey kîne em?



em in rojhilat,

tev birc û kelat.

tev bajar û gund,

tev zinar û lat.

ji destê dijmin:

dijminê xwînxwar,

xurt û koledar

ji rom, ji fireng,

di rojên pir teng,

bi kûştin û ceng.

parast, parast

parast min ev rojhilat

kîne em?

hey hey hey kîne em?



kîne em?

gelê serfiraz

dijminê dijmin

dostê aştîxwaz.

em xweş mirov in,

ne hirç û hov in

lê çibkim bê şer

dijmin naçî der.

bav û kalê me

dijîn tev serbest,

naxwazin bijîm

ta ebed bindest.

kîne em?

hey hey hey kîne em?



em in ew kurdê serhişk û hesin,

îro jî dijmin ji me ditirsin

bîna barûdê

kete pozê min

dixwazim hawîr,

biteqim ji bin,

dîsa wek mêra,

bikevin çiya.

naxwazim bimrim,

dixwazim bigrim.

kurdistana xwe

axa mîdîya,

kîne em?

hey hey hey kîne em?



em in ew kardox xaldêwê kevnar,

em in ew mîtan, nayrî û sobar.

em in ew lolo,

kardox û kudî,

em in mad û goş,

horî û gudî.

em in kurmanc û kelhor, lor û gor,

em in, em kurd in li jêr û li jor



çend hezar salin

kurdistana me

perçe perçe ma

bindestê dijmin!



îro ji lor û kelhor û kurmanc

ji dest xwe berdan ew text û ew tac

hinek bûn axa, hinek jên bûn beg

hinek jên bûne cahşê jardara

kurdistan firot wan tev neyaran

bûne mezhebdar,

bûne olperest,

bûne paşverû, bi tizbî û xişt

ta ku dijmin şikand li me ser û pişt

me dan bin lingan dewlet û hebûn,

bûn dijminê hev perçe perçe bûn.



ta ku kurdistan,

ta ku kurdistan

jar û perîşan

ket e bin destan!

ketin xewê, ketin xewê

ketin xewa zilm û zorê

ketin xewa bindestiyê

raketin, raketin…

yekcaran serê xwe rakirin

lê dijmin serî zû jêkirin

yek carna serê xwe bi hêz rakirin

lê dijmin serî zû jêkirin



lê li vî xakî, li vî erdî tovên jiyanê hatiye çandin

ev erdê jiyanê ye

germ dibe, sar dibe

dikele, dikele, dipişiqîne

brûskê tavê tavan hiltîne

ronahî dike rojê li welat hiltîne

her wekên kawa li ser xwe pêk tîne

niştimanperweran diwelidîne



em in ew gela

belê em in ejdeha

ji xewa dîlî

şiyar bûn niha

dixwazin wek mêr

tev mejî û bêr

rabin her wek şêr

serê xwe hildin

çi serbilind in

bi cîhan carek

em bidin zanîn

rêçika markîs,

rêçika lenîn.



kurê guhderz û ferhad û rustem,

kurê salar û şêrgoh û deysem.



bejin bilind in

wek dêw bilind in

em dest dirêj in

serbest dibêjin

dixwazin bi lez

gavan bavêjin!

kîne em?

hey hey hey kîne em?



ne xwînxwar in em, aştîxwaz in em

serdarên bilind, gernas in herdem

em şer naxwazin,

divên wekhevî,

em paş ve naçin,

lê dijmin direvî!

divên bi şêwrê, lê ew qebûl nakî

divên biratî, lê ew qebûl nakî

bûye wek rûvî

li paş xwe nanêrî

kine em…



gelo bavêm çi bikin?

naxwazin însanî

êrîş bikin û bigrin

histu bişkînin

ev pîsên mirdar

ji nav me derxînin

ji bo mirovan em tev dost û yar

bijî kurdistan, bimrî koledar!

kîne em?''



31.07.2013 23:43 | endazer

3. navê albûma pêncemîn ya şivan perwer e.. di sala 1979an de derçûye..



stranên di albûmê de:

1- sebra malan

2- behra wanê

3- keça kurda

4- apê ho

5- kîne em

6- de lorî

strana bi navê kîne emê ji helbesta şairê kurd cegerxwîn ya bi heman navî hatye bestekirin.. ev stran teqrîben 15 deqe ye û hê min tu kes nedîtiye ku dema guhdarî vê stranê kirî li kurdîtiya xwe nehesiyabe.. fermo ji bo performanseka zindî ya ku ji ahengeka li başûrê kurdistanê ya ku di sala 1991an de ji bo pêşmergeyan hatiye li dar xistin guhdarî bikin:



31.07.2013 23:49 | endazer

4. wextekî zilamek û kurê xwe diçin çî kî.lawik dest bi " em kînê " dike û çar bi çara dizivire li bavê xwe dipirse di bêje :"em kînê" bawê reben ji an gorê lawê xwe bersivê dide.Kin û dirêj ew senfonî li hev dubare dibe .êdî bavê belengaz diteqe.law dîsa di bêje "em kînê" bav jî wiha bersiv dide: "em kînê ,em kurê kerê nin" û dengê lawik ji pesîra xwe di qedîne



helbest û hawara seyda yê nemir.cenabê vî min bibaxşîne.........



01.08.2013 00:44 | newenda

5. navê helbestê yê resen "kî me ez" e. şivan perwer ew ji bo li hevkirina mûzikê ew wek "kî ne em" çêkirîye seatâ wî xweş be



01.08.2013 00:53 | arami

6. helbest-strana ku ez îro liqayî versiyoneke din ya wê hatime..

di forma rock-blues-cazzê de û bi gotinên biçekÎ pê hatiye leyîstin..

kerem kin ji dengê heme bave zed : Here lînkê



edith; lÎnka kevn pûç bibû, min lînk nû kir, lê di vê lînkê de pêşiyê divê hûn stranê daxînin ser kombersa xwe paşê hÛn dikarin guhdarî bikin..



20.12.2013 00:10 ~2015.04.27 00:02 | endazer

7. rastnivîs (bnr: kî ne em)



20.12.2013 00:11 | dijber

8. (bnr: em bisqilêt in)

na na.

(bnr: em biskewît in)



20.12.2013 00:16 | oxir

9. pirsa ku ez êdî bi rastî ji xwe dipirsim.Mirov dema ku tiştekî çewt bike wî tiştê hildide serî û nû ve dest pê dike.Divê ku em jî bi van pirsan ji xwe bipirsin...
Piştê bûyera (bnr: mistefa selîmî) ,ku min bihîst ynk 159 kesên kurd dîsa wek mistefa selîmî radestê îranê bo kuştinê kiriye.
Kî ne em ?
Li ku ne em ?
Ji ku ne em ?
Çi dikin em ?
Çima dimirin em ?
Çima em xwe / axa xwe naparêzin ?
Çima yekitî tune ?



16.04.2020 02:40 | brzn

10. navê qenaleke kurda ya youtubeê ye.
lê vîdeoyên wan bi tirkî ne :(
Here lînkê



12.06.2020 16:27 | merwano

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kîlîs

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî