Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
seet xweş - tirşik
seet xweş
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. hinek gotin hene, nayn bîra meriv lê yekî tîne ziman. wê demê meriv dibêje "wey seeta te xweş"



01.08.2013 03:14 | sorro

2. peyva seetê ya di vê biwêjê de forma dejenerebûyî û deformebûyî ya peyva sihhetê ya di wateya tenduristî û jûnî saxlemiyê de ye.. yanî rastî û rastnivîsa vê biwêjê sihhet xweş an (bnr: sihheta te xweş be) ye.. yanî her tendurist û saxlem bî yanî her bijî yanî Xwudê te bihêle yanî Xwudê kêmaya te nede..



01.08.2013 03:39 | endazer

3. "saet xweş" tê nivîsîn



01.08.2013 14:54 | rojgar

4. Dema hunermed an jî stranbêjek kilam an jî sitrana xwe dibêje, dengek ji kesên ku wî/wê guhdar dikin tê bihîstin: "Saet Xweş" waye ev e. Tê xwestin û dia kirin ku tenduristiya wî/wê kesê baş be ku ew her tim kilaman bibêje. Bi taybetî jî dema Şivan Perwer û Şakiro dibêje mirov bi dil û can dixwaze bibêje saet xweş!







02.08.2013 13:30 | nuçevan

5. biwêja ku ez di axaftina xwe ya rojane de tevî malî avayê di şûna spasê de bikar tînim.. tîpa hyê ya di nav û nîveka peyvê de jî dişidînim da ku xwudê baştir bibihîze.. belê di civat û dîwan û şervbêrkên şevên sar yên zivistanê yên kurdistanê yên ku xwe bi dengê dengbêj û çîrokbêjan ve digirin û bi kilam û çÎrok û çîvanokan dilê xwe germ dikin zef û zêde tê bihîstin.. çima? çimkî divê sihheta dengbêj xweş be û dengê wî li dinyayê be ku heta têra dilê xwe bistire û dilê guhdarên xwe xweş û germ bike!



24.09.2013 01:45 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» seet xweş
» xweşkirina ji hev re

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî