Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
xemgînî - tirşik
xemgînî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Hesteke êşîner e ku mirov zêdetir pê dihise gava ku li rewşa kurdan dinere.



16.09.2015 18:26 | dijber

2. li cem me, li cizîrê şûna vê peyvê qehr û şoravk tê bikaranîn, wek;

- xwudê zane me wa sala çi qas qehr û şoravk dakir..

dakir; vexwarin, daqurtandin..



16.09.2015 19:27 | endazer

3. her dem di nav hestê meriv de digevize û xilasbûn jê tune ye.



04.07.2016 22:21 | dizek

4. Hesteke karê bê karan e, di nav ewqas teşqele û gelemşeyan de ne hewce ye meriv bikeve di bin hesta han de..

Îroj sed kes bimire jî xema min nabe, çimkî çima bibe?

Te dît ya me hînbûyîn e, Wextekî wilo têt ku meriv hemî jînenîgariya xwe di bin çarçoveya rabirdû û siberojê de dide li ber pirs û lêpirsiyan de..

13.8 milyar sal in ku gerdûn heye, beriya me hebû û piştî me jî wê bibe, em bi hesabekî gilover bêtirîn 80 sal dijîn, hemî emrê me di afirandin û heta îroj yê gerdûnê de, ku em bixin salekê de hê nake çîrqa dawî ya salê..

Hebûna ahretê jî ne esseh e, ê bi xwudê kes neçûye nehatiye, çavdêriyên xwe bi peyîtandî ji me re rave nekirye loma ez nizanin...

Axirî li kêfa xwe binêrin gelek hest derûnî ye, jixweber pêk nayê em difikirin, diafirînin, bawer dikin û pê dijîn. Niha bêhnekê vekêşîtin li hundirê xwe û tema jiyanê derînin bi qasî derfetên xwe..

Xemgînî? De na loo



04.07.2016 22:41 ~22:44 | ferhenga şikestî

5. hesta ku dema tiştek bi dest naxe, ji dest dike û rewş li gorî dilê meriv naçe dertê holê, hestek zêde rûneşûştîye(rûşûştîye) hingî berî didim dîsa tê..



05.07.2016 19:10 | shorbevan

6. xemgînî her tim di nava xwe de xeyîndandinekî diveşêre.



02.05.2020 20:55 | yekda1da

7. Bexta bextparêzî...

"Bêsebr bêbext
Bê al, bê text
Welat, hawar
Bûye êvar..."

- kamuran alî bedirxan



04.06.2020 15:28 | fîriko lao

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xemgînî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî