Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 28 peyam
kekê - tirşik
kekê
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. birayê min ê mezin dema bi min re diştexile ji min re dibêje, ji devê birayê xwe zehf hej vê peyvê dikim, dilsozî û hejêkirin û rehm û dilpêvehiya di vî çeşnê bangkirin û navhildanê de di tu peyveka hejêkirinê de nabînim..

ehlê torê, carina ji kekê jî dibihurînin û dibêjin kekê min ê şêrîn, wê rojê ez û hevalekê xwe yê torî û birayê wî yê ji almanyayê nû hatî em li amedê li sûka şewitî digeriyan, birayê hevalê min dema bakirî birayê xwe jê re go; kekê min î şêrîn, devê yê dikandar şeş gazan ji hev ma, wekê ku tişteke eyb heta pornografîk gotibe..



16.09.2015 19:18 | endazer

2. (bnr: peyva zayenda wê mêye)

(bnr: henek)

(bnr: kom nebin)



16.09.2015 21:03 | shorbevan

3. Peyveke ku mirov dibêje gelo ji bo jinan jî formeke vî heye ? dema dayika min û amojna min diaxivîn peyvek bala min kişand...hekê
H ya wek ( hal , hez) (ح)
Mînak :
- dibêjin zarokê biçûk nola yên mezîn ne bi qedr e li nik dê û bavan, ked li yê mezin pir e bo vî bêtir bi qedr e.
+ Hekê ma ha li lorikê ha li sorikê qedra wan yek in



11.08.2021 20:33 | navîgiranmezelîwêran

4. Peyva ku li Qerejdaxê wek keko tê emilandin. Heman demê ji bo jinan jî hekê tê bi kar anîn.



06.01.2022 23:02 ~23:05 | dewbir

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» kekê

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî