Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
abdullah keskin - tirşik
abdullah keskin
(16) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. xwediyê avestayê, tu dibêjî qey wî hemû pirtûkên kurdî nivîsine, quretiyeke eletewş û kesekî mehdtirş.... xêr ji bazara xwe bibîne....



01.08.2013 14:53 | rojgar

2. di hemû pirtûkên ji avesta yê dedikeve edîtor e. ma çawa ew qas pirtûk dixwîne



06.08.2013 00:47 | cîncoqo

3. titilik



26.08.2013 12:21 | tivilk

4. mexduriyet, li hember biyaniyan piranî ji serdestên kurdan xwe kêm dîtin,stûxwerî, xwenelayiqbûna jiyaneke baş hwd nizam kengê ve li nav kurdan bu meziyetek. ez bixwe dixwazim her kurdek serbilind ,jixwe bawer,li xwe miqetê, xwediyê keyf zewqên henûn,-hîn belenagaz jêra dibên quretî an burjuvayê piçûk-bin. ci were divê meriv har bê "pîç" be. îcar evdila keskîn jî hinkî wihaye bi min ev tiştekî başe.ez ne pesnê xwe nepixandina xav, ciddiyeta vala û qemerî dikim. camêr bi avestaya kurdiljoya kurdan avakir gidî. xwezî her yekî me hewqas tişt bikara bila silava xwedê nede kesekî,tabî dayîn çêtire.



03.09.2013 23:02 | tivirloismail

5. Ji tweetek wî, camêr rast gotî ye:



“Li ba me herkes dixwaze bibe nivîskar, kes qîma xwe bi xwendevaniyê nayîne. Bo wê wek generale bê nefer, me jî nivîskarên bê xwendevan in”



03.12.2014 16:11 | mîr

6. hê mixabin me neşopandiye lê başe ku hatiye twitterê.

https://twitter.com/akeskinavesta



04.12.2014 01:23 | diclefirat

7. Bi şeref kî di dewsa wî de ba wê hetanî niha deh pirtûkûn beradayî derxista.camêr profesyonel e.



07.04.2015 23:50 | cîncoqo

8. demeke di der barê salih muslim, enwer muslim û ayşe efendî da gotinek tewşo mewşo bi kar anîbû. bi qasî tê bîra min "s.muslim hevserokê pyd ye, birê wî enwer muslim hevserokê kantona kobanê ye û ayşe efendî nizanim çi yê partî ye" gotibû.



gelo te hay ji malbata berzanî heye birêz keskin? tu ew çend wan diparêzî û gotinê nayînî li ser wan.



08.04.2015 12:19 | kurê xelkê

9. Xwediyê weşanxaneya avesta ye. Ev du sê roj e serê wî bi ehmaqan re ketiye belayê. faysal sariyildiz ê ku azadiya minbîcê diyarî castro kiribû twîtek wî ji ber digre û li ser wî wek ergena tişt miştna dinivîse Here lînkê Manîpulekirinek bêhempaye ev. Vana ergen in an siyasetmedar in nizanim. Ne hişê wan heye ne jî giranbûna wan. Ev çi xezeb e li ser serê me digere gelo ? Qey însanek nikare bi azadî fikrên xwe , nêrînên xwe bêje ? Wexta mirov tiştekî dike divê berî wê bifikire. Qey ev siyasetmedarê qerase ehmaq bûy ? Nizani bû li hember wî keriyek pez heye ? Keskîn ji ber gotinên xwe ji aliyê " welatparêz " an tê tehdît kirin. Ku sibê dusib tiştek bê serî hûn ê bê fedî şûna wî jî bigrin.



29.08.2016 18:14 ~18:20 | biaqila malê

10. Xwedêkirî wextê xwe de (di sala 1995-1996) dest ji rojnamevanî berdaye, ew usa nekira wekî weşanxaneyeke Avesta çênedibû.

Jixwe nivîskareke mayîn di azadiya Welat de niha navê wî Nayê bîra min carekî vê tiştê gotibû: "siyaseta kurda nivîsandina kurdî di rojnameyan de wekî fentezî, karê beredayî dibîne, ji bo ku derkevin televîzyonên Tirkî, yan jî di rojnameyên Tirkî de nivîskarek pesnê wan bide peyî wan tişta nin"



20.05.2017 22:26 ~23:16 | mîr

11. ji vê sloganê hez dike: "kurtçeyi turkçe yayinla çok sat"; li katalogê binêrin (http://www.avestakitap.com/sayfa.php?sayfa=katalog&me_no=katalog) pirtûkê wan ji %70 "tirkî" ne..



21.05.2017 21:41 | rojgar

12. li kurdistanÊ wexta ku mirovek serkeftî bibe neyarên wî jî zêde dibin. mînakek jê rexneyên li dijî keskîn e.
di îktîsadê de têgehek heye; 'arz-talep' te go erê?
pirr basîd e; di bazarê de (her çi be) talep çi be arz jî ew e.
îroj li kurdistana bakur pirtûkên kurdî nayêtin firotan, pirtûka herî serkeftî jî di nava deh salan de herî zêde du hezar yan tê firotan yan jî nayê. pirsgrêk ne çapkirina pirtûkên tirkî ye, pirsgirêk nexwendina pirtûkên kurdî ye.
di vir de tu qebheta keskîn nîn e, em bêjin ku keskîn hama pirtûkek tirkî jî çap nekir; dê çi bûya? dê nikaribûya debara xwe bike û hama çend sal ber xwe bida û dûra top biavêta (mînak weşanxaneya ronahî)

wek min li jor jî got li kurdistana bakur pirtûkên kurdî nayên xwendin.
nivîsandin, redaktekirin, çapkirin, belavkirin, bandrol hwd... giş masraf in, sebr û cehd in wilo hama tu bÊjî min kir û bû, nabe wisa.
di lîteratura kurdî de hew pirtûkên edebî hene, yên dî hama bêje qet tune ne, dîrok, zanîstî, çand, şano, spor, sînema, huner, muzîk, fikr û raman, ol û bawerî hwd... pirtûkên vî rengî di kurdî de nîn in, mixabin sed mixabin nîn in nîn in nîn in! ji loma em mecbur dîmînin û diherin pirtûkên wisa bi tirkî dixwîn, bi rêya tirkî em mejiyê xwe pêşve dibin, bi rêya tirkî em hînî dinyayê dibin loma mecburiyeteke bivênevê ye.
wexta avesta çap neke dê kî çap bike? iletişim? metis? timaş? everest? ew çap bikin baştir e qey? ji wan re edet e çi keskin re qebhet e?
dil dixwest li bakur hama pirtûkeke tirkî jî nehatiba frotan lê cihê mixabiniyê ye ji bo aniha û sî salên dî jî ne pêkan e.



22.05.2017 14:16 ~14:19 | ferhenga şikestî

13. li ser rûyê cîhanê tekane kurdê xwende ye ku nivîsên xwe na, yên xelkê diweşîne û dide weşandin, bila her û her bijît.



10.07.2017 00:32 | tizbîkêş

14. kesekî jîr û jêhatî ye, abdullah bi tevî xwişk û birayên xwe ku ez nêz ve hin ji wan nas dikim ximetên pirr mezin kirine ji bo gelê kurdistanê. min bi xwe yekem kitaba xwe ya derbarê kurdistanê de bi saya serê weşanxaneya avestayê xwendibû, wan dema haya min jê tune bû ku ev weşanxaneyeke kurdî bû, pey re pirtûkxaneya avestayê ya li ofîsê bibû rawestgeheke dilxweş bo min. keda wan nayê ji bîr kirin.

dema ku dibînim hin kurd ji ber nêrînên wan ên sîyasî kedkarên zimanê xwe xerab dikin ez bi xwe xemgîn dibim.



17.09.2017 13:20 | serhednişîn

15. Ji xwe yê zane zane, yê nizane jî baqê nîska ye. Ciwamêr di karê xwe de pispor e. Mala wî ava..



18.09.2017 00:58 | robar cilo

16. Piştî ku ji ber pirsgirêkên aborî navbera wî û jan Dost xira dibe, jan Dost berê xwe dide weşanên darayê û wî bi quretiyê tawanbar dike.



01.07.2018 21:45 | tizbîkêş

17. Rewşenbîrê kurd.
Û
Karîzmatîk.
Roja 2019.12.08 bûye mêwanê bernameya ava mag.
Hevpeyvîna vî bi selim akgül we pir xweş bûye.
Min 45 deqîqe bi kêfxweşî ew temaşa kir.
Dikarin li ser youtubeê jî seyr bikin.




09.12.2019 14:47 ~14:48 | cinorek

18. Ji poşêtê pirtukakurdî suhbet destpê kir gel bijîşkê me heta abdûllah keskîn domand. Ku ew jî ji nisêbînê ye û kurê xaltîya bijîşkê me ye abdûllah keskîn. Bi rastî ez gelek kêfxweş bûm û teqez ew jî.



10.12.2019 02:17 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» abdullah can

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî