Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 53 peyam
bacanê sor - tirşik
bacanê sor
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: fringî)



01.08.2013 11:55 | karmatî

2. HINEK KURD JÊ RE DIBÊJIN BAMEDOR



09.06.2014 15:29 | cîncoqo

3. rêşê we jî derketine *



http://eylulgazetesi.com/wp-content/uploads/2014/03/1381756_694985033859751_1471630538_n.jpg



09.06.2014 20:24 | zaxurani

4. tişta her sal berê karkerên kurd dide bursa yê.



10.06.2014 12:16 | ciwanpiroz

5. min jî fam nekir ka çima dibêjin bacana sor.yaw bacan jixwe sor e.bi tinê bacanreşkheye ew cuda ye jê.



28.12.2014 18:19 | vêca çiyeeee

6. li ba me jê re "şamik" tê gotin..



01.02.2015 23:59 | hesen bira

7. Li ba me jê re tametêz tê gotin.

me Navê Wê ji "tomato" ya îngilîzî dîrekt hilda ye.



Tomato - Tametêz





02.02.2015 09:01 | mîr

8. (bnr: stembolî), (bnr: bacanê fir'ewnî)

Gundê me xwediyê sê navan bû. Dudu li ber mirinê ne tenê bacan xurt dibe. Baweer dikim navê stembolî ji ber stenbolê hatiye lê dikirin. Navê fir'ewnî ji ku hatiye nizanim * lê ji bo bo bacanê hûrik dihat bi kar anîn. Ew bacanê me jî navdar in *

Navê frengî jî ji frengan an go bi navê niha fransayiyan tê.



02.02.2015 09:28 | berxweda

9. temam, we ji fanta re go 'kola zer' baş e, ser çavan. lê firingî çawa dibe 'balîcana sor' û 'bacana sor', ka bêjin?



19.03.2015 01:03 | remlavêj

10. Du cure bacan hene, wek li jor jî hatî gotin. Yek bacana sor e yek jî bacana reş e. Ya ewil divê mirov bêje firingî ji ku hatiye:



Li gor ku ez dizanim dema şerê cîhanê de firensiz ango freng hatîn Kurdistanê dendikên (tovikên) bacanên sor (firingiyan) anîne. Ji ber ku firengan-firensizan ev dendik anîn kurdan jî jê re gotine firingî.



19.03.2015 02:50 | xendekî

11. weke ku ahmet vefik paşayê osmaniyan di pirtûka xwe ya bi navê Lehçe-i Osmani (1876 ) de qal kiriye ev fêkî bi navê "frenk badilcani" qeyd kiriye. dema min ev nû bihîst binavkirina li cem kurdinan weke "bacan"ê hate bîra min, belkî bingeha xwe ji vir standibe. di arşîvên osmaniyan de qala konsolosê helebê yê bi navê Jonh Barker tê kirin ku wî bizirikên wan anînê vî welatî. bacana sor weke cureyekî bacana reş tê hesibandin lê ne zebze ye weke fêkî tê qebulkirin. bi eslê xwe ji welatê aztekan e û navê wê bi zimanê wan "xitomatl" e, meksîkayiyan gotiye "tomatl", ispanyolan jê re gotine "tomato", italyanan navê "sêva zêrîn" lê kirine, li fransayê gotine "sêva evînê", li hin cihan jî gotine "sêva guran, xoxa guran".
Here lînkê



06.06.2020 17:13 | gêjê

12. riweka ku pîştî kifşên erdnîgarî ji Emerîkaya Başûr( bolîvya, perû) û ji Emerîkaya navîn(meksîka) li ewrûpa û ji wir jî li cîhanê belav bûye ku îro li gelemperî cîhanê tê xwarin.



19.04.2021 19:47 ~19:49 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» bacanên cherry
» soran & bahdînan

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin nebat
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî