Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
rîsaleyên nûr - tirşik
rîsaleyên nûr
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê pirtûkên bedîuzeman mele seîdê kurdî ne.. ji 14 cildan pêk tê, rîsaleya ewil sala 1925an hatiye nivîsandin, mele seîd dibêje û şagirdên li ber destê wî jî dinivîsin, piştî tên nivîsandin mele seîd çav lê digerîne, xeletî û kêmiyên tê de îzale dike û dişîne ji şagirdên xwe yên li bajarên din re, zimanê rîsaleyan zimanê osmanî ye, rîsaleyên ewil bi elîfbêya erebî hatine nivîsandin, û bi destxetê hatine zêdekirin, paşê bi destûra mele seîd hinek ji rîsaleyan li alfabêta latînî hatine wergerandin û dîsa bi destûra wî li çapxaneyê hatine çapkirin..

rîsaleyên wî yên ewil li ser pirs û kêşeyên civaka kurdistanê ne, lê piştî ku dibîne li dewleta osmanî baweriya xelkê herku diçe bi tesîra pêşhateyên li ewropa û amerîkayê sist dibe, berê xwe dide meseleyên îslamî û îmanî.. pirtûkên wî wekê tefsîreka quranê jî tên qebûlkirin, lê ne tefsîreke birêkûpêk e, bi pirtûka xwe ya ''îşaretul îcaz'' dixwaze bi awayeke birêkûpêk tefsîreka quranê binivîse, lê hingî şer derdikeve û mele seîd jî bi şagirdên xwe ve diçe meydan şerr û li hemberî leşkerên rûs û çeteyên ermenî şerr dike..

di rîsaleyên xwe de gelek rexneyan li hikûmeta wextê xwe û li dewleta osmanî û li ya tirkî dike, lê gelek ji van rexneyên wî û gotinên wî yên li ser kurdan û kurdistanê ji aliyê nûrciyên ku xwe wekê mîrasgirên mele seîd û rîsaleyên nûr dibînin ve hatine tehrîfkirin..

rîsaleyên nûr heta niha ji bo gelek zimanên dinyayê hatine wergerandin lê mixabin hêj bi temametî ji bo kurdî nehatine wergerandin..



Kuliyata Risaleyên Nûr:



Sözler (Kelîmeyan/Goteyan/Peyvan)

Mektubat (Mektûbat/Nameyan)

Lem'alar (Lem'eyan)

Şualar (Şuaan/Şu'a'an)

Barla Lahikası (Lahiqeya Barla)

Kastamonu Lahikası (Lahiqeya Qestemonî)

Emirdağ Lahikası (Lahiqeya Emîrdaẍ)

Tarihçe-i Hayat (Tarîxçeya Heyat)

İşaratü'l-İ'caz (Işaratul I'caz)

Mesnevi-i Nuriye (Mesnewîya Nûriye)

Sikke-i Tasdik-i Gaybi (Sikkeya Tesdîqa Ẍeybê)

Asa-yı Musa ('Esayê Mûsa)

Zülfikar (Zulfiqar)

Siracü'n-Nur (Siracun Nûr)

Tılsımlar (Tilisman)



Asarê Bedî'iye (Eserên Seîdê Berê):



Muhakemat (Muhakemat)

Münazarat (Munazerat)

Hutbe-i Şamiye (Xutbeya Şamê)

İki Mekteb-i Musibetin Şehadetnamesi (Yahud Divan-ı Harb-i Örfî ve Said-i Kürdî) (Şehadetnameya Du Mektebê Musîbetê Yaxûd Dîwana Herba 'Urfî û Seîdê Kurdî)



20.09.2015 01:09 | endazer

2. Em kurd bi mele xwedî derneketin lê ev ne destêmedabû lewra bin dagirkerîyêda em dikarin çibikin.Lê gelek heyfe ku ev kitêb nehatina wergerandin ji bo zimanê kurdî

heyf heyf heyf !!!



27.03.2019 11:37 | brzn

3. Ji alî qutabîyên wî gelek rîsaleyên bi qedrîn.



28.03.2019 01:13 | kelagerm

4. nivîskarê wan kesekî qedirbilind û gelek zîrek e. kurd divê qedr û qîmeta wî baş bizanin.



28.03.2019 23:54 ~2019.03.29 21:39 | serhednişîn

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rîsaleyên nûr
» nûrcî

Kategoriyên mijarê:: oldin pirtuksiyasi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî