Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 28 peyam
jan dost - tirşik
jan dost
(36) (2) (3)
di mijarê de bigere

54. pyd çi pê kiriye ku ewqas jê re derd e pyd.



31.08.2016 00:46 | tizbîkêş

55. Çend mehek berê bi sedema xwarzî an biraziyeke wî kuştine pydê tawanbar kiribû lê nizanim çiqas rast e ?



31.08.2016 11:31 | darînê daryo

56. înanolo ligel wî pirsînanek pêk aniye. ev jî lînka wê:



"JAN DOST: WESYETA MIN E KU MIN BIŞEWITÎNİN"

Here lînkê



24.09.2016 12:12 | înano lo

57. kêtaba xwe yê newe ha werket ha werkeve.



28.10.2016 05:58 | cinorek

58. romana xwe yê nû derbarê kobanê ye. Here lînkê



19.12.2016 13:54 | cinorek

59. nûçeya ku di lînka jor de hatî dayîn nûçeyeke kevin e
jan dost axa dest ji kurmancî qeraye, ew êdî ne yê me ye bela xwe jê vekin*



20.12.2016 10:41 | ferhenga şikestî

60. Îro li ser hesabê xwe yê facebookê xebera pirtûkên xwe yê nû û çapên çend pirtûkên xwe di zimanên biyanî de daye.

Pirtûkên min yên ji çapê re amade ne ev in:
1- Romana Kobanî (bi erebî û kurdî)
2- ferhenga Hemîdî. kurdî kurdî
3- Pîrewergêr (roman) kurdî.
4- şerha Dîwana Cizîrî. bi kurdî.
5- Martînê Bextewer, roman wergera soranî.
6- 3Gav û 3darek. roman. wergera erebî.
7- Naqosên Romayê. roman. wergera îtalî.
û hîn di tûrik de, ku emrê min mabe, berhem hene.



08.01.2017 07:47 | cinorek

61. Xwezî bi wê roja ku nivîskar û helbestvanên me ji siyasetmedarên me zêdetir be..xwezî nivîskarên me siyasetê nekin û tenê roman û helbestan binivîsin



08.01.2017 13:00 | porkurîşk

62. romana jan dost yê bi navê kobanî derketiye.
Here lînkê



07.06.2017 19:19 | elaziz izzetpasa camii

63. Romanivîsekî Kurd e ji Kobanî ye, bi Romana dawî a bi navê Kobanî re min bala xwe kişand ser nivîs û berhemên wî.



19.06.2017 18:03 | mesûd hemo

64. pirsgirêkên ji ber romana wî ya dawî derketin holê nîşanî me dide ku tenê ji ber bertekên xwîneran derketine. li her cihê cîhanê xwîner du celeb in; yê berhemê û yê nivîskêr. gorî min sedema gengeşeya romana kobanî û jan dost jî ev e: em berhemê û nivîskarê tevlihev dikin, bila şaş neyê fêhm kirin jixwe nabêjim bi temamî nivîskêr ji berhemê cihê ye, lê qasê di mijara jan dost û romana wî de hatiye tevlihevkirin jî ne girêdayî hev in.



25.06.2017 16:39 | tizbîkêş

65. Li ser Facebookê weşana zindî kir û derbarê 16.10.2017 ketina kerkûkê bîst û dû deqeyan axivî.
wek her kurdên dilpak ew jî zehv dilêş, dilşikestî û xemgîn bû.
axaftina wî xweş bû.

di çend gotinên wî en balkêş :

ev çi le'net e dîrokê daye me?
em ketine ber nifira kîjan xweda û pêxemberan û ku wisa li me tê?
helbet tiştek heye..
divê em xwe nas bikin.
eger em xwe nas bikin, em ê derbasê dîrokê bibin; bi awayekî rûsipî..



18.10.2017 00:25 | bûtîmar

66. nivîskarê piştî kurdî têra wî nekir li ber çavên min tune ye. hîn jî jı kurdî pereyan dixwe..



30.11.2017 21:54 | berxweda

67. belê ji kurdî pereyan! dixwe. ma nexwe? ma birçî be? nên nebe malê? zikê zaroka xwe têr neke? bila parsekiya xelkê bike?
wallehîn demekê dilê min jî ji ber daxuyaniyên wî yên berredayî jê sar bûbû feqet xwudê heye kurmanciya camêr, romannûsiya wî ya serkeftî dihêle ku çavêd xwe û guhê xwe ji gotinên wî yên çirto virto bigirim.

îro ro fyodor dostoyevskî di hemî cihanê de wek romannûsê herî serkeftî tê pejirandin, romanên wî hama bêje ji bo hemî zimanên dinyayê hatine wergerandin, her kes qedrê wî digire, lê ya rastî ew bixwe çi qasî însanekî qenc, dilpak û paqij e? ma şaşiyên wî nîn in? min di vê entrya xwe de fyodor dostoyevskî/83465 behsa wî kiriye, bawer bikin jan dost li kêleka wî dibe wek rahibe terressa. kes ji ber keseyeta şellaf û xirab, dostoyevskî piştguh nekiriye û negotiye tune ye



01.12.2017 11:54 ~11:56 | ferhenga şikestî

68. çû mêvaniya mesud barzanî û got „serok barzanî xewna ehmedê xanî pêk aniye“. Li gorî Kurdistan24 wî got:

„Li ser hevdîtina wî bi Serok Barzanî re got: “Xewnek bû û pêk hat. Min di romana xwe “Mîrname” de gotiye ku rewşenbîr û desthilat ji hevûdu dûr bin. Îro li Serok Barzanî dinirim wek rewşenbîrekî, ne ku wek kesekî di desthilatê de û ne wek serokê partiyekê. Hevdîtina min bi Serok Barzanî re, hevdîtina bi rewşenbîrekî re bû. Helbestên Ehmedê Xanî û Cirîrî gotin. Min jî destnivîsek dîwana Cizîrî pêşkêşî wî kir û wî jç bi germî pêşwazî lê kir. Serok Barzanî xewna Ehmedê Xanî pêk aniye. Ehmedê Xanî behsa serokekî dikir, xemxwariyê miletê xwe dixwe. Serok Barzanî jî xemxwarê gelê Kurd, doza Kurdî û dewleta Kurdî ye.”

Lê gelo ew ser Ocalan çawa difikire?



21.10.2018 22:04 | hola êzîda

69. nivîskarê ku piştî romana kobanîyê romana efrînê nivîsand. 3ê nîsanê tê stenbolê, li medya kitabevi îmze-hevdîtina wî heye.

Here lînkê



29.03.2019 13:32 ~13:35 | henûn

70. nivîskarekî gelek serkeftî ye. Lê nizanim çima pirtûkên wî nayên çapkirin. wa bû salek pirtûka wî ya bi navê Mîrnameyê digerim û hê jî min nedîtiye.



28.09.2020 22:44 | yûsiv

71. Rewşa şêra ermen û azeriyan bi peyamek xweş zelal kiriye:

"Şerê Ermen û Azeriyan bi serê min neketiye qurban. Ka hela ez berê rewşa xwe safî bikim.
Barê li ser milê min besî min e."


Here lînkê



29.09.2020 21:29 ~21:29 | cinorek

72. Nivîskarê ku pirtûkên wî bi zimanê îtalî, îngilîzî tê wergerandin lê pirtûkên wî êdî bi kurdî nayên çapkirin e.
Kengê ve pirtûka wî ya bi navê Mîrnameyê digerim û nabînim cihên ku hene jî, kurê kerêyan pirtûkê ji 50 TLyê kêmtir nadin. Help hevalno help.



26.10.2020 17:23 | yûsiv

73. Pirtûkfroşên mina pirtukakurdi.com reklama pirtûkên kurdî nakin diçin her tim pirtûkên tirkî ên mina leylan, devran û darağacında 3 fidan pêş dixin.
Lowma pirtûkên kurdî (pirtûkên jan dost jî tew de) zêde nên firotin û kêm tên çapkirin. Gava kêm tên çapkirin jî maliyeta wan bilind dibe.



27.10.2020 07:52 ~07:53 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
sallana sallana nietzsche ser avê [1]
Yekê din jî wiha nivîsiye:
(bnr: kurê min nietzsche ji derve sa...
sallana sallana nietzsche ser avê [3]
Li ser che guevera jî straneke heye:
(bnr: gulê ne-che)...
sallana sallana nietzsche ser avê [3]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
[1]
bi zimanê korevî tê me'naya district.
minak; yongsan-gu, dondae...
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
belki ev jî bala te bikişînin
» jan biyan
» dostoyevskî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî