Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 80 peyam
jan dost - tirşik
jan dost
(36) (2) (3)
di mijarê de bigere

17. Nivîskarê ku dike nake nikare bikeve nava kesên ku pkkê ew tehdît kirine. Lêêê! Ma hun nizanin ku nivîskarê bê tehdîtkirin xelat û melatê navneteweyî berhev dike. Lê janê me dike nake nayê tehdîtkirin û nakeve rojeva tu gûyî.



18.10.2013 14:29 | ceso

18. Nivîsa wî ya îro; nizanim serê xwe li çi xistiye



http://www.avestakurd.net/nceyn-rojane/rewsenbrn-ne-apoc-yn-bdeng-h4999.html



Tiştê ku min fehm kir haya jan dost jê tune ku niha li sûriyê şoreş heye. Ew dibêje qey suriye sekiniye lê kurda serî hildaye. Yanî jan dibêje çima ciwanên me dimirin. Ê de yek here jê re bila bêbije da ku azadî bi roman nivîsandinê nayê. Welle bille ku ne ji pydê û ypgê bûya niha wan erebên wehş û hov kurda bênamûs kiribûn.

Gelo pkk vê carê ew ê wî tehdît bike neke nizanim. *



19.10.2013 16:35 | ceso

19. hetikî ye.

nivîsa xwe ya dawîn de weke li jor jî hatiye gotin, wisa axaftiye ku heçko li rojava ne parçeyeke surî ye û şera mezin ne di navbera kurdan û olperestên kafir de, ye.

heçko li surî şerek dijwar ya navnetewî tune û tenê navbera ypg û kurdên din de şer hebe, nivîsandiye. û xuya ye, ji ber ku nikare ji xwe re ji bo ev hezeyanên xwe hevalan bibîne, her ku diçe êrîşî herkesî dike.

nivîsa xwe de qet behsa mînakan jî nekiriye ka li rojava çi diqewime. em nizanin, ji kerema xwe re bila bêje ku em jî agahdar bibin.

hevalê jan, dilê piraniya rewşenbîrên kurdan bi ypg û şervanên din re diavêje û heya hestiyên xwe ji ber rewşa rojavayê, diêşin.



nivîsa wî;

"Rewşenbîrên ne apocî yên bêdeng!



Ji wan hevalên min re, ji Swêdê heta Sydney.



Ev serê du sal û nîvan bêtir e ku me (min jî bi awayekî tund) berê topan daye rewşenbîrên derdora apociyan, ҫi yên ku bi qenaet û bawerî nêzîkiyê li wan dikin ҫi jî yên ku nanxuriyê dikin! Me ew gelekî êşandin jî, peyvên ne di rê de car caran derheqê wan de hatin bikaranîn. Ew misteheq ne misteheq ev jî mijareke din e. Lê ya ku ez dixwazim niha bînim ziman ew e ka gelo ew rewşenbîrên ku ne li aliyê apociyan dimînin, tew belkî yekcaran fikrên xwe wek fikrên dijberî wan didin xuyakirn, li kû ne? Nêrînên wan ҫi ne û bi ҫi û kîjan ҫavî li rewşê temaşe dikin? Ewqase cinayet û şehîd li Rojava, penaberî, qerebalix û qêrîn û halan û ev rewşa weha hesas û aloz, gelo ҫima nikare zimanekî bixe devê van rewşenbîran! Ҫima nikare bihêle dengek ji wan derkeve! Eger tu di germa havînê de pê li zikê mirîşkeke fetisî jî bikî wê hêkek jê bipeke, lê ev rewşenbîr! Subhanellah tu dibêjî qey eva ku diherike av e ne xwîn e, evên ku derbeder bûne û bi sed hezaran li welatan belav bûne kêzik in ne malbatên kurdan in! Ev ciwanên nazik ku roj naҫe ava bêyî ku ҫendekan ji wan jî bi xwe re nebe ne kurên bav û diyên xwe ne! Ez nizanim ka ҫi dikare van nivîskar û rewşenbîran hestyar bikin! Ҫi bûyer divê ku wijdanê wan ji xew rabike û bihêle ku biqîrin! Kîjan hêz divê ku pênûsê ji berîkên wan derîne û bixe nava tiliyên wan ku hema du peyvan mîna helwestekê binivîsin!



Gelo êdî wezîfeya van rewşenbîran maye ew ku ji xwe re helbest û ҫîrok û romanan li hev bînin û porê xwe şayik bikin û xwe li ber fotografan biedilînin û hew! Qedehek wiskî yan jî bîrayekê li quncikê restoranekê di dawiya heftiyê de vexwin û bibe ҫingeҫing û nûşenûşa wan û bi serxweşbûnê şerê cinayet û zêdegavî û kiryarên ne di rê de bikin! Civak îro di xeterê de ye, beşek ji welatê me ketiya tuneleke tarî û xerab, li vî alî û wî alî qurbanên ciwan diҫin, agirê şer kurdan dide ber xwe, metirsiya birakujiyê heye, quloҫên faşîzmeke kurdrengî ji me ve xuya dibin, ê de nivîsek di malper û rojnameyekê de yan jî tew du gotin di rûpeleke facebookê de dê ҫend rojan ji dema wan bigre qey?



Bêdengî di serdemên wek vê ya me de şerma herî mezin e ji intelektuelan re. Bêdengîya rewşenbîran nîşana xesandineke rûhî ye, nîşana nemêriyeke wijdanîye, xiyaneteke bi peyvê re, bi wijdanê re, bi wê pênûsa ku wan hilgirtiye re. Bêdengî ne zîrekiyeke anku tu dixwazî bi bêdengiya xwe ҫend xwendevanên xwe winda nekî yan jî tu xwe dûrî „siyaset û polemîkan“ dikî! Ҫiye ne ҫiye kesan ji xwe naêşînin yan jî tew “hîҫ e, ha min got ha min negot“!



Ez dikarim tenê du wateyan ji vê bêdengiyê re bibînim:

1- Newêrekî.

2- Guhnedan.



Ev herdu sebeb jî ji hev kambaxtir in: eger sebeba bêdengiyê newêrekî be, boyaxa rewşenbîriyê ji ser wan bêdengan radibe, ji ber ku şertê rewşenbîriyê yê herî girîng û pêşîn wêrekiye ne berhema serkeftî yan navûdeng e. Lê eger sebeb guhnedan be, ew bi dîtina min ji bêbaweriya rewşenbîran a bi xwe tê, yanî rewşenbîr dibêje ma ezê ҫi bikaribim bikim? Qêrîna min dê bigihê kê û ҫi guhertinê lidar bixe ew! Ev yeka hanê reva ji meydanê ye, te pênûs rakiriye ne ku tu pê pirtûkên xwe li filan fuar û bêvan fuarê imze bikî û di ҫend reportajan de qurretiyên mezin bikî, wê pênûsê bavêje sergoyê layiqtir e! Baş e ku kulîlk weha nafikirin, yan na me yê ҫi buhar li welatê xwe nedîtibana. Ev yek ji xwe kêmsewiyetî û bêkalîtebûna wan rewşenbîran dide nîşandan, dixwazî bila berhemên wan her sal „Best seller“ bin û tîraja pirtûkên wan bi deh hezaran be. Ka hela rewşenbîrek li dunyayê heye gelo ku bikaribe guh nede xwîna bi dehan kesên ku ji milletê wî yan jî li welatê wî têne kuştin? Rewşenbîrek heye gelo dema ku bayên reş li welatê wî radibin, ji nîvîsandinê bêtir neqîre!



Ez wisa li meseleyê dinêrim: ew kesê asayî ku ji xwe re rûpelekê di facebookê de saz dike û helwesta xwe ҫê xerab derdibirre û kesek yan du kes tenê munaqeşeyê li gel wî dikin, Likek jêre tê yan nayê, komentarek li dijî wî tê yan piştgiriya wî tê, bi deh qatî ji wî rewşenbîrê “tirtire“ ku xwediyê dehan kitêb û roman û ҫîrok e û haya xwe, wek dîkê fisek, ji derûdorê nake. Ew dîkê ku dîkên din kumika wî nikil dikin, xwînê bi ser dixin, ew jî xwe bi nikilandina erdê û gera li libên genim yan jî pêketin û rapêkirina mirîşkan mijûl dike, heqê wîye ku kumika wî jê bibe û wergere mirîşk."



19.10.2013 17:30 | simurg56

20. ne tu zilam e hema hew *



19.10.2013 20:45 | brusk56

21. ji mirovên ziman polÎtÎk hêviya hUnerÊ tê KIRIN?

karê wêjeyî li te tê, dev ji hesûdîyên polîtîk û ideolojik berde

giran be xwe neke benîştê wird û wêde



19.10.2013 22:42 | jara eş

22. ku entelektuelekî kurd û rast hebûya hewce nedima jan dost bi niyeteke baş bi fikrên qels nivîsê wiha binivîsya.

Min çend caran ji xwe re got ka kuro rabe ji xwe re bibe entelektuel lê heqqet gelek karê min heye,mixabin biborin ez nikarim bibim entelektuel.çiqas ber xwe ketim gidî



19.10.2013 23:40 | tivirloismail

23. Gor min Amîn maalof aliyê romanên dîrokî de çiqas mezin be jan dost jî ew qas mezin e.amîn maalofê me kurda ye. dîroka kurd û kurdistanê ser zimanê jîn dide.

lê mixabin nêrînên wê yên ser weletê xwe ne wek amîn maalof e.jan tenê dikare tevgera kurda ser ziman rexne bike . xweziya tenê roman nivîsandibana.....



24.10.2013 01:37 | rojabaz

24. Ez hergav vî meraq dikim:

gelo ti kesekî ku vî camêrî çêrî wan nekiriye, ma ye?

Di facebookê de, şopandina wî xweş e, lê belê, hevaltiya wî ne xweş e :D



24.10.2013 13:58 | tolazek

25. Nivîskarê ku bi nivîsa xwe ya îro min matmayî hiştiye, lê vê carê ne bi nivîseke tiroviro, bi nivîseke xweş û geş min heyîrand.

Vaye nivîs;



Bêguman ez û bi milyonan kurd li her aliyekî Kurdistanê û cîhanê ne bi jihevcudakirina gelê kurd re ne, milletê kurd ê her û her xwe yek millet bihesibîne û ê bixwazibe xwe bigihîne wê rojê ku têde azad be, neyar ҫi dikin jî bila bikin.

Bi baweriya min, Ayşe Gokkan bi xwe di vê ҫalakiya xwe de qurbana polîtikayeke bincilikî ye ku dixwaze bala gel ji ser pirsgirêkên bingehîn dagerîne ser pirsgirêkên biҫûk ku xelk pê mijûl bibin.

Di serê wan pirsgirêkan de nakokiyên di nava desteya birêvebir ya KCK û PKK de ye. Li gor nûҫeyan , baskê Îranê piştî derbeya xwe êdî xurttir dibe, Murad Karayilanê ku bi nêrîna min tayê xav ê kurdperweriyê bû di nava PKK de hate bidûrxistin û li gel wî gelek kesên din ku hemhizrên wî ne daku rê ji Cemîl Bayik re vebe û bi hesanî û bê dijberî siyaseta Îranê bimeşîne. Ez tesfiyekirina Murad Karayilan jî dûr nabînim, dibe jî ku wî û grûpa wî bi awayekî ji awayan dûr bixin da ku tesîra wan bi yekcarî pûҫ bikin.

Naxwe li vir şanoyek divê, perdeyek divê û lîstikvanekî hinekî naskirî divê: dike û seko dîwarê Nisêbînê ye, lîstikvan jî şaredara apocî ye, ku ji aliyê kurdên Rojava ve mîna alîkara komkujiya Amûdê tê hesibandin û ji aliyê gelek kurdên Bakur ve jî kelema li pêşiya kamyonên alîkariya ji bo Rojava ye ku nehişt ew derbasî wî alî sînor bibin, û şano jî ji şerm û merm e û sloganên netewî yên folklorik in ku dikarin xelkê bi sedhezaran rakin ser tapanan û wan berdin kolanan bêyî ku bizanibin ew ҫi dikin. (vegere kitêba Gustave Le Bon ya navdar psîkolojiya cemaweran-kitleler psikolojisi)

Lê ma dîwarên ku em wan protesto bikin bi rastî nînin? Na hene û gelek in jî. Eger em werin rastiyê, emê binêrin ku tundrewiya apociyan, û nezelaliya armancên tevgera wan ew e dîwarê mezin ku gel ji rastiyê qut dike û dubendî yê li Bakur û Rojava tîne meydanê. Ew dîwaran bilind dikin gava ku ala Komara Kutrdsitanê ya 1946an ku li ba hemû kurdan aleke pîroz e, napejirînin û ji serbanên bîroyan dadixin û diqetînin. Dîwar bilind dibin bi wê siyaseta apociyan a leq î ku her katekê bi awayekî ye û her serdemekê xwedan armanceke mijgirtî ye. Kî dîwaran di nav kurdan de ava dike ji bilî hişkebîran! Ji bilî hevpeymaniya bi paytextên dagîrkeran re ҫi ji hêla siyasetmedarên Başûr be ҫi jî ji yên Bakur be! Kî dîwaran ava dike ji bilî wan kesên ku bi dizî û bi eşkere destên xwe dixin destên neyarên kurdan ji Tehranê bigir heta Şamê û ji xwe ez Bexda û Enqerê jî ji bîr nakim! Dîwar ne ew ҫend metre betona ku dê li navbera Bakur û Rojava de bilind bibe ye. Dîwar dîwarên me bi xwe ne, dîwarên navxweyî ne, zaravayên ku yekbûna zimanî tarûmar kiriye ne, dîwar Soran û Behdînan e, Apocîtî, Talebanîtî û Barzanîtî ne, dîwar dîwarên psîkolojîk in ku me di mejiyê xwe de bilind kirine û em her yek li pişt dîwarên xwe rûniştine û ji bilî xwe kesekî din rast nabînin.

Ayşe xanim: Ew dîwarê betonê ê tirkan dikare bi buldozerekê biherife, lê were eger tu ji dil dijbera dîwaran î û bi rastî kurperwer î, were em dîwarên navxweyî biherifînin, were li Nisêbînê, li Riha û Sirûcê dîwarên di navbera kurdan û zimanê kurdan de biherifîne, were bila kurdayetiya Ehmedê Xanî, ya Celadet û Cizîrî, Hacî Qadir û Ebdula Peşêw di nav me kurdan de bibe bingeha fikr û bîr û baweriyan, ne ku ҫend sloganên mîna agirê bantofê bin, gurr û bilind bibin lê di cî de jî vemirin. Were em bingeha fikreke netweyî ava bikin bila hezar dîwar jî hebin dê nikaribin me ji hevdu dûr bikin.



07.11.2013 11:21 | ceso

26. aliyê nivîskariya wî hêjayî pesndayînê ye. ziman, teknîk û hunandina wî gelek serketî ye dikarim bibêjim di nava nivîskarên kurd de herî li pêş jan dost e. lê bi ya min ew jî ne di asta navnetewî de ye. min hemû romanên wî stendibû û 3 gav û 3darek, martinê bextewer min xwendine ji xeynî vê kela dimdimê jî min xwend gelek xweş bû gava ku kela dimdimê nivîsiye temenê wî 25 bûye. lê bes êdî bila di ser feysbûkê de dijmîn û nifiran nebarîne ji roja ku ketiye polîtikayê zimanê xwe hetikandiye mesele ketina wî ya siyasetê nîn e di ser feysbûkê de wek zarokên ku diçin liseyê trîban diavêje yanî eyn dilê mariv digere. bila rexne bike û hewce ye jî lê kurtnivîsên wek ên ergenûsan rexne nabe ew tiştêk din e bavê min.. nivîskarên tirk yên serketî ewqas rexneyên xweş dikin ku mariv heyran dibe meseleyeke bi dehan rûpelan rave dikin mariv diheyire pirr kûr nêzê rûdanan dibin mariv wek wan nefikire jî dîsa dikeve di bin bandora nivîsê.. di van demên dawiyê de di rudawê de dest bi qunciknivîsiyê kiriye ya rastî kêfa min hat bila bi nivîsên rêkûpêk rexneyê bike êdî em jî bikaribin bixwînin..



05.12.2013 22:43 | ferhenga şikestî

27. Vê carê rast gotiye.

http://rudaw.net/kurmanci/opinion/20012014



21.01.2014 20:15 | ceso

28. destê xwe ji feysbûkê kişandiye ji zû de ye nexuyaye ez bawer im ku li ser romana xwe ye nû mijûl e



21.01.2014 20:24 | ferhenga şikestî

29. di romana wî ya martinê bextewer nêzi 160 rûpelî martin gan dikirin, bextewarî jî nedit, tu gû jî beval nekir....



22.01.2014 19:58 | arami

30. min îro bihîst ku romana xwe ya dawî bi erebî dinivîse.... halla halla pirr balkêş



10.04.2014 18:21 | ferhenga şikestî

31. nivîskarê di pirtûka xwe ya martînê bextewer de xweş behsa rûpoşan dike ye. Gelo mirov bêyîrûpoşan dikare çi bike...



"Bi sedan pêxember hatin, bi sedan fîlosof û hekîmên mezin hatin ku mirovan hinekî kedî bikin û ji xeleka kovîtî û hovîtiyê derxin lê nikarîbûn. Pilingek kedî dibe ji ber ku ew tenê piling e. Rûpêç yan rûpoşeke wî tenê nîne. Hema mirov! Di binê rûpoşan de nema rûyê wî tê nasîn."



Ji: Martînê bextewer - Jan Dost



16.05.2014 02:06 | cîhana pirtûkên kurdî

32. JAN dOST Îro dîsa romana Kurdî rexne kiriye û gotiye seqet û yekCHavî ye. romana kurdî jixwe qels e û derneketiye pêSH, ev rastiyek e û gelek sedemên wê hene. lê rastiyeke din jî heye ew jî seqetî û yekCavîbûna nîvromanên jan dost e. Jan dost pirr hat mezinkirin, di rastiya xwe de nîvromanên wî ew qas serkeftî nînin. JI BER TUNEBÛNA ROMANAN QÎMETEK LI PIRTÛKÊN WÎ HATIYE BARKIRIN.



26.05.2014 14:18 | rojgar

33. kesê ku romana xwe a pêncemîn bi erebî derxistiye. bawerke ji kurdan aciz bû dev ji kurdiyê berda *



17.06.2014 01:49 | brusk56

34. Kesê ku piştî çav bi rexneyên ku di tirşikê de lê hatine kirin kete dev ji nivîsandina kurdî berdaye* û berê xwe daye deşt û zozanên erebî. Oxir be jano. Jixwe tu zêde bûyî.



17.06.2014 02:16 | ceso

35. ji bo roman nivisê 'dost'e

ji bo êrişên tevgerê 'jan'e.



17.06.2014 13:26 | ciwanpiroz

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» jana werther
» dostoyevskî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî