Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
derbasdar - tirşik
derbasdar
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. peyveke ku zimannasên tirkmanc çêkiriye an jî tiliyên xwe xistine qûnên xwe û jê derxistine û kurdên me jî mane bi tirkî bifikirin û di şûna peyva "geçerli" de bi kar bînin wek ku hevokên kurdî bê wê peyvê nayên gotin.



20.09.2015 20:44 | dijber

2. 1- peyveke ku li gor mantiqa tirkî ketiye kurdî.

2- tiştekî normal e ji ber ku kurdî ne mecbûr e her peyv û têgeh di xwe de bihewîne. lewre bikaranîna wê ne ewqas felaketek mezin e.

3- gava mirov tiştekî îdîa kir divê mirov mînakên li kar jî bide ku îdîaya mirov bi kêrî tiştekî bê. him rexneyekî bêîmanî dikî û him jî dibêjî ji vî ve.

4- bi ya min bi peyva "derbasdar" re "li kar" û "karîger" jî dibin ji bo "geçerli"ya tirkî.



20.09.2015 21:27 ~2015.09.21 11:14 | ceso

3. Peyva ji ber pêwîstiya wê di kurdî de ava buyî. Weke li jor jî hatî gotin, ku ji pêşiyan re lazim nebube nayê wê wateyê ku ji me re jî ne lazim e. Peyveke hatî avakirin e, belê. Ji xwe ji tama wê aşkere ye*. Lê ez bi xwe bikar tînim û jê ne aciz im.



(bnr: kesên dibêjin qey tişta ji quna wan derneketî teqez ji quna yekî din derketiy)



Jêrenot: gotina li jor 'li kar' cihê wê nagire. Peyva 'kariger' pir xweş dixuye lê ez bi xwe bikar anîna wê nizanim.



21.09.2015 18:08 | azadixwaz

4. Bi min gotinek baş e..

Di ferhengê de cihê vê gotinê muteber, rewac, lê tê hatiye gotin..

Bi kurmancî gelek gotinên bi vî avayî hene ku wekî feraseta tirkî jî bi vî avayî çêkirine…

Bi îngilîzî jî weha ye..

Pass- passable…

Wekî, Bi erzan jê filitîn= ucuz atlatmak =Get off cheap …

Di demên modern de tiştekî asayî û pêwist e..



25.01.2016 19:50 ~19:51 | havka

5. di argoyê de bi qûna ziwa jê filitîn



25.01.2016 20:51 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» derbasdar

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî