Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
gundikê melî - tirşik
gundikê melî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Gundik, Gundê Şirnexê yê herî zêde zanîngehî, akademîsyen û xwenda jê derketîn e û warê zanîn, kurdayetî û camêrîyê ye.

Gundik, gundekê Kurdistanî...





‘" ji ber ko Gundikî(yên ko ji Gundikê Melî ne) mirovên me ne, çênabe baca mîrîtîyê ji wan bê standin.’’ (Mîr Bedir-Xan)



Gundik: Gundekê Şirnexê ye, 10 kîlometreyan ji navenda Şirnexê dûr e. Niho nêzîkî 5.000 niştecihên Gundikê gene. Li pêşberê çîyayê Cûdî ye. Wek Gundik tê naskirin lê ya rastî navê wê Gundikê Melî( Gundikê Melayî ye ji ber ko Mele Derwêşî, bi tenê mala xwe danibû wê derê û paşê bi malên zarokên wî ve jî bû Gundikek. Hemî Gundikî zarokên wî ne). Ji beriya Mele Derwêşî heta niho secereya Gundikîyan tê nivîsîn û her sal navên nû lê têne zêdekirin.



Bi çend gotinên kurt em dikarin weha behsa Gundikê bikin:Gundik, cihê Seîd Begê Botanê, Şêx Elîyê Gundikî( Xelîfeyê Şêx Hiseynê Basretî) , Şêx Şemsedînê Gundikî, Şêx Xalidê Gundikî, Mele Derwêş û hwd kesayetên civakî.



02.08.2013 07:02 | singundiki

2. gundê ku bi rêjeya bilind ya xwendavaniyê ve meşhûr e.. heta şivanê gund jî endazyarê atomê ye.. mamoste, akademîsyen, bijîşk, siyasetmedar, sînemamedar, wêjeger, rojnamkêş, nivîsvan..

taybetmendiya herî ecêb ya vî gundê hilbijartinên giştî û yên herêmî di nav bdp û pdkê de derbas dibe.. min bi xwe nedîtiye, lê ji devê hevalên ku çûne bûne mêvanên gundikiyan ji bo gundên kurdistanê rol modêleke pir baş e.. aqubet û nexşe li serê gundên din yên li bakurê kurdistanê jî..



01.12.2013 02:25 | endazer

3. em jî gundikîne û bav u kalên me hemîyan jî wexte pkk-bdp tuneyî piştgiriya pdk-mele mistefa barzani dikirin...



18.05.2014 22:04 | singundiki

4. gundikê li gorî mamosteyê li wir dişixulî digot heta xwendevanên wê jî gelekî baş in. bawer im ew jî bi xwenenedebûna gundiyan ve têkîldar e.

li jor peyaman de qala pkkê pdkê kirine. bawerim şarezabûn ji hêla pdkê ve ketiye wir .

henek henek*



29.12.2019 20:29 | berxweda

5. bajarokek girêdayê şirnex e û ez dikarim bi dilekî rihet bibêjim di axa Kurdistanê de cihek biqasî vê derê ji alîyê mejî ve pêşketî tuneye. xelkên vê bajarokê biqasî zanyarîya xwe Kurdewar û welatperestin jî. Helal be ji dîn û îmanê wan re



29.12.2019 23:29 | lîfikê firaxê

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» gundikê seyida
» melî

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî