Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
civîna tirşikvanan - tirşik
civîna tirşikvanan
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. civîna ku ez pêşniyar dikim, ne şert e fîzîkî be lê dikare bi awayekî dî be jî, anku li ser internetê be ji xwe muhtemelen pirraniya me ne welatî û ne jî welatên welat dagirtine, lê armanc ku mirov piştî evqas dem di ser tirşikê re re çûye bizane ka dikare çi bike ta ku her tişt çêtir û xweştir bibe.

bila bibe holding, şîrket an tiştekî din, em 50 kes bin em dikarin dinyayê fetih bikin.

dîsa wan karîkatûrên xwe yên bêhêvî ji min re nenivîsin ha

ez bi xwe amade me ji bo alîkariyê tevî kar û barên min pir in jî.

yan jî..

(bnr: tirşikê bidin min û îşê we ne jê ye)



22.09.2015 20:56 | dijber

2. jixwe êdî bûye kevneşopiyek tirşikê û gelek caran pêk hatiye.

lê heta niha her tim bi armanca sohbetê bû. ger em werin meseleya şîrketbûnê fîlan, vê gavê tiştek wisa ne pêkan e. ji ber ku tirşik bi kutekî debara xwe dike an jî nake.

ji xeynî gengazbûn an jî gengaznebûna wê, divê pirsên çima? û ji bo çi? jî werin bersivandin.

min her xwestiye, tirşik gelek mezin bibe û bikare bursan li xwendakarên kurd belav bike fîlan û gelek tiştên din lê hê ji wan rojan re heye.



22.09.2015 22:15 | simurg56

3. Civîna ku îsal pêk nehatiye. Bi rastî dema civînên berê yên ku li amed û stenbolê hatibûn lidarxistin dixwînim, li ber xwe dikevim. Tim xweziya xwe bi wan tirşikvanên beşdar bûne û bi wan roja tînim. Îsal û par çima civînek weha çê nebû nizanim lê xwezî bibûya û em liqayî hev bihatana. Niha ezê bêjim werin em li amedê civînek çêbikin, gelo dê çend ke beşdar bibe?



20.10.2020 22:03 | tîrêj zana 21


dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» civîna yekem a ferhenga şikestî û ceso ya li stenbolê

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî