Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    19 mijar û 24 peyam
    peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; kêmasiyên tirşikê
    peyamên çepikkirî

    14. kurd ji pozbilidiyê an ji hesûdiyê nizam ji çi gelek caran pesnê hev eşkere nakin.lê heyran ji bo ferhengên interaktif divê vegerina tevecuhê eşkere be.çima gelo niviskarê tirşikê notên baş an xirab kêm didin hev heya malik li îstatikan xirab dikin. du sê kesê wisa çalek hene ku çav li xwe korkirine wek brusk, endeyzyar,simurg56 çi hebe dinivisin gelek çîrok û metelokên kurdan bi saya ferhengê kom kirine .mala wan ava keda vanan piçûk nebinin.not motên xwe xali nekin ji van.



    2013.08.04-14:44 | tivirloismail

    17. ji kêmasiya tirşikê çêtir e. *



    2013.08.04-17:14 | simurg56

    22. tÛnebÛna kesk,sor Û zerÊ yan jÎ tÛnebÛna ala rengÎn ne kÊmasiyÊk e ji bo tirşik e.

    ji ber ku tirşik.net ferheng e. lowma dive reng Û şekÎl nekevin peşiya peyvan. heger hÛn dikarin li vir reng Û ala xwe bi peyvan çÊbikin. finish.



    2013.11.21-17:16 | cinorek

    41. (bnr: temam bes lêxin zilam mir)



    2014.04.12-01:03 | simurg56

    49. Ez jÊ kÊm bÛm *.



    2014.05.15-23:31 | bexdenoz

    52. kêmasiyek pir mezin:

    peyamên taybet ne rêkûpêk e. mesela dema nivîskarek bixwaze li peyamên berê yên ku ji nivîskarekî re şandiye, binêre, divê li her rûpelê binêre da ku bibîne. ev jî pir zehmet e. mesela sîstemek wek a ekşisözlükê çêbibe wê baş be. li wÊ derê, hemû peyamên ku ji heman kesî/ê re hatine şandin di bin navê ew kesî/ê de ne.



    2014.05.19-22:44 | mergehez

    60. carina cend rojan fersenda min nabe ku tekevime tirşikê û pir mereq dikim ku gelo ew rojên ez neketime tirşikê, kîjan mijar hatine vekirin û kîjan peyam hatina nivîsin. weke mînak, ezê çawa hîn bibim ku 12.02.2014 de di tirşikê de çi bûye, çi nebûye...

    ger fonksiyoneke ku me bikariba taqîba rojên kevn bikira hebûya yê xweş buya.



    2014.06.17-18:10 | nazim tolhildan

    97. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.03.15-12:55 [guhertin:2015.03.15 12:55]| jovan bervaj

    97. agahî: dema poşman bibîn, tirşikvan dikarin ji beşa panelê, reşşik an jî çeppikên xwe jê bibin.



    2015.03.15-13:37 | simurg56

    105. Kurdén nivîskar u walatparéz



    2015.03.27-21:04 | tîrejên rojê

    108. kêmasiyeke ne ji sîstemê heye. dema mirov dikeve profîla nivîskarekî/ê de bijkoka çi kiriye heye, di bin wê de jî îstatîskên wî heye, ê law ma belkî ez jin im? belkî ew kes jin e *

    Ji simurg56 daxwaz e, vê şaşiyê biguhere.

    mirov dikare wek: îstatîskên wê/wî biguhere.



    (bnr: em ê tirşikê ji devê mêranî xilas bikin)



    2015.03.28-14:23 | xendekî

    110. agahî: êdî di profîlên nivîskaran de di menûya çepê de;

    ger nivîskar mêr be "îstatîstîkên wî" tê nivîsandin, Here lînkê

    ger jin be "îstatîstîkên wê" tê nivîsandin, Here lînkê

    û ger ne yek be jî "îstatîstîkên nivîskar" tê nivîsandin Here lînkê



    2015.03.28-17:07 [guhertin:2015.03.28 17:07]| simurg56

    126. agahî: kêmasiya ku di peyama (kêmasiyên tirşikê/68332) de hatibû ragihandin, hat çareserkirin. êdî dema mirov li mijara ku dişopîne bitikîne, tenê peyamên ku têketina wî ya dawîn heta niha hatine nivîsandin, tên nîşandan.



    2015.05.10-16:19 | simurg56

    140. weke bersiva kêmasiyên tirşikê/72050;



    jixwe di tirşikê de beralîkirina mijaran heye. weke mînak min berî 2-3 deqeyan mijara prof. dr. nurettin turgay beraliyê mijara nurettin turgay kir. bi vî awayî hemû peyam di binê mijara nurettin turgay de berhev bûn û dema mirov li mijara prof. dr. nurettin turgay jî bitikîne sîstem otomatîk diçe mijara nurettin turgay.



    lê taybetî tenê ji bo moderatoran vekirî ye.



    2015.07.14-21:05 [guhertin:2015.07.14 21:08]| simurg56

    147. agahî: kêmasiya ku mergehezo nançû di vê peyama xwe de destnîşan kiribû, hat rastkirin;

    kêmasiyên tirşikê/72132



    2015.08.03-10:07 | simurg56

    158. ne bêçareserî ne.



    kêmasiya di peyama kêmasiyên tirşikê/75302 de hat notgirtin ku di rojanekirina bê de were çareserkirin.



    2015.09.13-20:49 | simurg56

    185. hejmara xwendina entryan ne diyar e. Ev li gorî min kêmasiyek e. Ji ber ku di hemû malperan de xwîner dixwazin ku ew rûpel çend caran hatiye tikandin bizanin.



    Ev kêmasî ji holê were rakirin ji aliyê îstatîstîkan de dê pêşketinek çêbe. û nivîskar jî dê bizanin ka kîjan entrya wan çend caran hatiye tikandin..



    2015.12.04-22:41 | hêja hûner

    187. Mijara ğê nay vekirin.



    2015.12.08-15:59 | sloujouc

    190. agahî: ji bo jixweber lêdana radyoyê me çareseriyê li vir nivîsandibû: radyoya tirşikê/74110



    sedema vê kêmasiyê astengiya chromeê ye.



    2015.12.09-18:17 | simurg56

    196. Dema nivîskarek nû qeydê tirşikê dibe, Format e çi kurreder e dernayê Li pêş nivîskaran. Ango tu hişyarî yan nivîs li ser rê û rêbazên divê tirşikvan hay pê hebin dernayê pêş. Dû re jî gazinan ji nivîskaran dikin. Divê moderator çareyekê ji vê meseleyê re bibîne. Wek pêşniyar: Dikare ji nivîskarên nû re formatê bi rêya peyamê bişîne.

    Û vê jî bibêjim, ji hemû formatan rihê min diçe *



    2016.04.02-16:10 [guhertin:2016.04.02 16:14]| sergijik

    199. wekê ekşiyê, dema mêvanên tirşikê bikevin tirşikê hewce ye, kolajek ji peyamên heta niha herî zêde çeppik standine deyne pêşiya wan wekê îkram pergala tirşikê, lê kaa?!

    û divê fonksiyona peyamên taybet jî were başkirin û pêşvebirin.

    - divê mirov bikaribe di carekî de hemû peyamên xwe yên ligel nivîskarekî jê bibe.

    - û jêbirineke teqez û jêneger! gava dî dema min xwest ez peyamekî ji nivîskarekî re binivîsim, ku berê min hemû peyamên xwe û wî jê biribûn, min dît, ku hemû peyamên min li chê xwe sekinîne. yanî peyamên ku min jê birine, di eslê xwe de jê neçûne, an simurg56 cardî biçek ruhê şirîn bi ser wan de berdaye, an şeytanqûnî bûne, ji ava nemiriyê vexwarine.



    2016.09.07-02:55 | endazer

    202. Em li ser navê mijarekî ditikînin pêşî dîsa navê mijaran ya bi rêzkirî derdikeve. Gava em pê lê kir pêşî peyam derbikeve baştir bibe. Ji bo androidê dibêjim. Ê windows tê bîra min ne wiha bû ger ez şaş nebim.



    2017.05.15-02:02 | rûbar

    203. kêmasiyên tirşikê/99274
    ji bo min jî ev problem e. bawer im ji bo gelek nivîskarên din jî problemek e. şûna vê yekê weke navbarê butonek heba û wexta me bixwasta me kariba li lîsteya mijaran bineriya wê gelek baştir ba. her carê ji bo dîtina peyama çûna jêrî rûpelê gelek zehmet e..



    2017.05.15-06:56 | mergehez

    222. (bnr: nivîskarên ku dinivîsin)
    ji ber ku têra xwe û heta zêdetir nivîskarên nanivîsin lê dixwînin hene. ji bo wan 100 peyam ewqas zêde ye ku heta binivîsin, kezeba wan li reş dibe.
    lê belê li ser stran, pirtûk û flmên ku dizanin binivîsin û hinek jî di derheqê bûyerên rojane de binivîsin dikarin sînora 100 peyamî derbas bikin.

    û erê ev yek ji bo tedbîrê bû piştî îlana ohal'ê û divê em wisa bidomînin.



    2019.05.07-21:13 | simurg56