Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 84 peyam
kêmasiyên tirşikê - tirşik
kêmasiyên tirşikê
(62) (6) (39)
di mijarê de bigere

92. Çawa dibêjin wan bîyologan? Hi, min dît.



(bnr: ostrojen)



07.03.2015 02:20 ~02:21 | endazyar

93. mijara ku ditirsim lê binêrim. kengê lê binêrim, ji min re lîsteyeke karên ku divê bê kirin, derdikeve.

(bnr: îro dîsa)



07.03.2015 09:19 | simurg56

94. pirsgirêka formata wêneyan e. Di mozilla de wêneyên tê barkirin li gorî dîmena kompîterê nayê eyar kirin. nêviyê wêneyî xuya nake û vê pirsgirêka dibe sedema wendabûna nivîsan jî. Here lînkê

Xwedê bike nebe sedema dîsakodkirina tirşikê..



sererastkirin: ev pirsgirêk di chromeyê de tune.



08.03.2015 02:44 ~02:50 | berxweda

95. agahî: problema nîşandana wêneyan di geroka firefoxê de ku berxweda ragihandibû, hat çareserkirin.



08.03.2015 09:13 | simurg56

96. paşve zivirandina reşşik an jî çeppikan ne mumkun e an jî heye ez nizanim herwekî min îroj bi xeletî reşşikek da ma ez nikarim wê bizivirînim û gava ez pê li bişkoja çeppikê dikim hişyariyek bi rengê " berî niha jî te deng daye vê peyamê tu li pey çî yî?" * derdikev pêşiya meriv gelo çareseri hebe bêjin tunebe jî xêra xwe çareser bikin.



15.03.2015 12:42 ~12:44 | ceso

97. agahî: dema poşman bibîn, tirşikvan dikarin ji beşa panelê, reşşik an jî çeppikên xwe jê bibin.



15.03.2015 13:37 | simurg56

98. (bnr:tirşik caps/62159) kêmasiyeke ji bo tirşik capsê.



24.03.2015 15:50 | xendekî

99. ez zanim patronê me dema vê mijarê dibîne dijmîna me dide lê ku hêrs nebe ez dê tiştekî bêjim..

dema mariv li mijarekê digere li şûna tîpa ş'yê nîşaneya pirs ?'ê derdikeve..

temam min qebul e ne ewqas meseleyeke giran e lê dawiya dawîn kêmasî ye ne wilo?



26.03.2015 23:02 | ferhenga şikestî

100. (bnr: pirsgirêka lînkê)



26.03.2015 23:03 | xendekî

101. (bnr: pirsgirêka windabûna bişkoja youtubê)



26.03.2015 23:07 | ceso

102. Tunebûna “bişkoka parve bike” hebûya ji tirşikê meriv dikaribû li ser twitter, facebook û platformên Medyaya civakî de peyaman parve bike.



26.03.2015 23:23 | mîr

103. mijara ku ez bawer im bi vê qerebalixa tirşikê re simurg56 êdî qet û qet naxwaze lê binêre. *



26.03.2015 23:43 ~23:43 | xendekî

104. advertisement



27.03.2015 00:00 ~00:00 | wiha wilo wisa

105. Kurdén nivîskar u walatparéz



27.03.2015 21:04 | tîrejên rojê

106. gava tu navê mijarek sererast dikî, di lêgerînê de, pêşniyarên otomatîk hêjî navê berê pêşniyar dike û yê nû pêşniyar nake heya mirov bi darê zorê pê li bişkoja lê bigere neke



27.03.2015 21:08 | ceso

107. dema mirov li mijar û peyamên tirşikê dinihêre, ji ferhengekî zêde dilq û dirûvê forumekî lê diçe. û çend nivîskar hene ku kurmanciya wan biçekî zeîf e,.



27.03.2015 21:42 | xwînhingivîn

108. kêmasiyeke ne ji sîstemê heye. dema mirov dikeve profîla nivîskarekî/ê de bijkoka çi kiriye heye, di bin wê de jî îstatîskên wî heye, ê law ma belkî ez jin im? belkî ew kes jin e *

Ji simurg56 daxwaz e, vê şaşiyê biguhere.

mirov dikare wek: îstatîskên wê/wî biguhere.



(bnr: em ê tirşikê ji devê mêranî xilas bikin)



28.03.2015 14:23 | xendekî