54. sepana telefona desta. ku sepaneke wisa çêbikin wê pir baş bibe. ji ber ku sepaneke ferheng tune ye ez pirî caran nikarim têkevim tirşikê. gava mirov bi riya telefon têkeve tirşikê her tiştê rûpel li ciheke dibe. |
|
23.05.2014 11:18 |
kurê xelkê
|
55. li ser telefonên mobîl bikaranîna tirşikê bi rastî zor e. bi teybetî nivîsandin û bikaranîna ' bnr, vbnr,u' yê gellekî bi teşqeleye |
|
23.05.2014 14:31 |
renas
|
56. dema yek di peyameka xwe de nimroya peyamekî binivîse wek (bnr:sernivîs çawa tê vekirin/3000) û dema yek dî cirdoneka xwe bîne ser wê peyamê, nivîsa nolu entry derdikeve pêşberî mirov.. |
|
23.05.2014 14:51 |
endazer
|
57. ya herî mezin tirşika mobîl e lê çima çareser nabe nizanim. |
|
23.05.2014 21:02 |
azadixwaz
|
58. "dema yek di peyameka xwe de nimroya peyamekî binivîse wek (bnr:sernivîs çawa tê vekirin/3000) û dema yek dî cirdoneka xwe bîne ser wê peyamê, nivîsa nolu entry derdikeve pêşberî mirov.. " |
|
25.05.2014 21:30 |
simurg56
|
59. kêmasiya herî herî herî mezin ew e ku gava ku mirov li bin mijarekê dinivîse heke ku înternet qut bibe ew tiştên ku te nivîsandî çem û çem diçin. belkî heta vêga 20 caran ev tişt hatiye serê min. şensê min ê pîs wexta ku tiştên dirêj dinivîsim ev gû tê serê min. paşê jî xîret nakim ku heman tişt ji nû ve binivîsim. |
|
10.06.2014 23:53 |
oxir
|
60. carina cend rojan fersenda min nabe ku tekevime tirşikê û pir mereq dikim ku gelo ew rojên ez neketime tirşikê, kîjan mijar hatine vekirin û kîjan peyam hatina nivîsin. weke mînak, ezê çawa hîn bibim ku 12.02.2014 de di tirşikê de çi bûye, çi nebûye... |
|
17.06.2014 18:10 |
nazim tolhildan
|
61. kêmasiya ku kekê nazim tolhildan bi lêv kiriye, kêmasiyeke mezin e carinan ez jî pirr meraq dikim lê eger 2 roj nekevî nikarî peyamên 2 roj berê bibînî, zêdetir peyamên rojeke berê dikarî bibînî.. |
|
17.06.2014 22:31 |
ferhenga şikestî
|
62. berê, sernava 'formata tirşikê' bi awayekî zelal tim li jor bû ew jî ji bo nivîskarên nû yên tirşikê baş bû ku pê di derheqê formata tirşikê de çend rê û rêbazên sereke hîn dibûn lê niha nizanim çima ji holê rabû |
|
18.06.2014 00:33 |
ferhenga şikestî
|
63. a herî mezin, mobîl versiyona tirşikê ye. lê xwedê hez bike ew ê jî di nav çend mehan de çareser bibe. |
|
18.06.2014 00:38 |
brusk56
|
64. kêmasiyeke din jî ew e ku dema tu ji yekê/î re dikevî trafîka peyaman, peyam li gor hatinûçûyînê ya beramber rêz nabe, yên hatî heye û yên çûyî heye yanî tu nikarî peyamşandina beramberiyê bi awayekî rêzkirî bixwînî, wek feysbûk û yên din nabe.. ji bo ku bikaribî hemû peyamên ji kesekî/Ê ve hatî bixwînî, divê yeko yeko pê li bişkokê bikî, vekî û cardî derkevî dîsa ya din vekî, bi awayî peyama li hember û bersiva xwe jî nikarî bixwînî.. |
|
26.06.2014 14:30 |
ferhenga şikestî
|
65. her çiqas zehf bin û mirov aciz bikin jî, li ber nivîsandinê ne asteng in. |
|
01.07.2014 18:24 |
simurg56
|
66. 1) Mîzah (pêkenî) 2) erotîzm, nîhan, çêr 3) fikrên sûbjektîf 4) magazîn |
|
14.08.2014 21:46 |
serpale
|
67. mijarên cûda ne. weke hatî gotin di tirşikê de gelek mijar hene ku di derbarê wan de qet sernivîs nayê vekirin û tu kes jî naaxive. eslê xwe de ev ne pirsgirêka tirşikê tenê ye, pirsgirêka zimên bi xwe ye.. |
|
15.08.2014 00:21 |
brusk56
|
68. ên ku roj bi roj kêmtir dibin. ên kêm dibin kêmasî ne, bila xelet neyê fêhmkirin. di mijara mijarên cudade jî ezê bêjim ev bi temamî bi kesayettiyan re girêdayiye. belê di jiyanêde weke li jor hatî gotin e, lê di tirşikêde ne tam wisa ye. weke mînak min di ekşîde jî binivîsanda minê van mijaran vekira yan jî li ser vana tiştna binivîsanda, ev ji bo min bi ziman ve ne girêdayiye. |
|
15.08.2014 00:41 |
azadixwaz
|
69. kêmasiyên ku îro hinek din kêmtir bûn; |
|
15.08.2014 22:08 |
simurg56
|
70. mirov nikare di versiyona mobîlde here rupela 2yemîn û yên din a mijarekê. |
|
16.08.2014 14:05 |
azadixwaz
|
71. Pirsgirêka wê ya nuh dema ketina rûpela îstatîstîkên tirşikê xweber ji tirşikê derdikeve û dike ku meriv dîsa ji serî de têkeve tirşikê ye. |
|
28.08.2014 22:28 |
berxweda
|
72. (bnr: nivîskarên jin) |
|
07.09.2014 23:14 |
serpale
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |