73. Ez im ez. çewt fêhm nekin hebuna min na tunebuna min kêmasî ye. yek jî ewk... ewk... yaw ez çima nikarim mijaran vekim. pivaza vê tirşikê kêm e. |
|
08.09.2014 04:02 |
emûmar
|
74. yên ku gav bi gav tên çareser kirin. |
|
08.09.2014 13:10 |
brusk56
|
75. nêzîkê sal û nîv ji roja damezrandina tirşikê derbas bû lê mixabin hê jî dema ku bi telefonê mijarek vedikî hûn tîpên kurdî bi awayekî seyr û ecêb derdikevin, êdî ez eciz bûm dema wisa dibe êdî nema dixwazim mijarek vekim |
|
19.09.2014 21:07 |
ferhenga şikestî
|
76. rêvebirî: ger mirov bi sîstema nû, bi telefonê mijar veke ev xeletî dernakeve. |
|
19.09.2014 23:56 |
simurg56
|
78. kêmasiyek wisa jî dihewîne; |
|
29.09.2014 22:39 |
simurg56
|
79. yeke din jî; ku te berî wê jî rey dabe dibêje "te berî niha rey daye vê peyamê, ma tu li pey çi yî?" |
|
29.09.2014 22:45 |
azadixwaz
|
80. malpera ku bi sîstema nû re kêmasiyên wê derketine. Dema nivîsandina di lêgerînê de divê navê mijaran jî derketibûya. De binîvîse dûre lêbigere heke hebû di tê de binivîse, tune be îca ji bo vekirina mijarê lê bigere.. |
|
15.11.2014 00:50 |
berxweda
|
81. qedexeya tîpên girdek! |
|
15.11.2014 04:29 |
zero
|
82. bi ya min kêmasiya herî mezin ya tirşikê ew e ku li ser înternetê di netîceya lêgerînên li ser motorên lêgerînê yên wekê google û yandexê de tirşik an dernakeve an eger derket jî di rûpelên paşîn de derdikeve.. nizanim ne ji eyarên optîmîzasyonê ye ne ji tişteke din lê ji bo reklama tirşikê kêmasiyeke mezin e, ji bo nimûne nîvê emrê min bi navê endazer li tirşikê bihurî û bi navê endazer li ser înternetê ji xeynî navê min ê bikarhêneriyê hema bêje tiştek nîne lê dema ez navê endazer digogilÎnim tirşik di rûpela sêyemîn de derdikeve û mijara ku bi endazerê re eleqedar di tirşikê de derdikeve jî îstatîstîkên tirşikê ye.. an dema ez keyworda navên kurdî yên unîseks digogilînim ku bi vî navî tenê di tirşikê de heye ev mijar lê di rêza duyemîn de derdikeve.. |
|
26.12.2014 05:36 |
endazer
|
83. heçî kesê bivê dikare bi navekê di sîstemê de heyî hesabeke nû ji xwe re veke.. yanî kesek dikare bi navê endazer an simurg56 hesabeke ji xwe re veke.. ji xwe di sîstema berê de jî ev kêmasî hebû, heta camêrekî bi heman navê hevalê hûn çawanin hev.. hesabek vekiribû.. siba dusiba dibe ku bibe sebeba bikaranînên xirab û ev yek jî dibe ku serê tirşikê biêşîne.. |
|
26.12.2014 17:51 |
endazer
|
84. yek ji wan kêmasiyan jî tunebûna bişkojka "wêne"yan e.. |
|
21.02.2015 14:48 |
rûbar payîz
|
85. bi programtî di iphone u android de heba xweş dibu |
|
21.02.2015 16:43 |
sedrik
|
86. pirsgirêkeke ku îro destpê kiriye ye. carê çewtiya "error 503 service unavailable" dide. |
|
24.02.2015 21:28 |
berxweda
|
87. dema ku mariv entrya xwe serarast bike, bişkoka lînkê ji holê radibe |
|
28.02.2015 18:29 |
ferhenga şikestî
|
88. yek ji wan kêmasiyan ew e ku (bi ya min kêmasî ye) dema mariv bixwaze entrya xwe sererast bike, li dû sererastkirinê mariv tu şop û rêç û delîlekê li pey xwe nahêle.. |
|
03.03.2015 23:34 |
ferhenga şikestî
|
89. zêde kêmasiyên tirşikê tunene. bi ya min kêmasiya herî girîng kêmbûna nivîskarên dinivîsin e. ji xwe nivîskarên berdewamî jî 4-5 heban derbas nabe. |
|
04.03.2015 14:20 |
nazim tolhildan
|
90. Nivîskar e nivîs e xebat e. |
|
05.03.2015 10:14 |
brusk56
|
91. dema ku mariv enrtya xwe sererast dike, taybetiya youtubê êdî naxebite, mesela kêlikeye berê min bi şaşî url'ya vîdeoyeke şaş copy kir û jê hayil bûm ku şaş e tavilê min guherand lê min çi kir nekir jî dîsa çênebû.. |
|
06.03.2015 21:36 |
ferhenga şikestî
|
îy yo hee [1] |
|
fuckîro rebeno [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [2] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |