Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 45 peyam
kêmasiyên tirşikê - tirşik
kêmasiyên tirşikê
(62) (6) (39)
di mijarê de bigere

109. wek min berê jî digot sepaneke ji bo telefonên jîr.



28.03.2015 14:33 | kurê xelkê

110. agahî: êdî di profîlên nivîskaran de di menûya çepê de;

ger nivîskar mêr be "îstatîstîkên wî" tê nivîsandin, Here lînkê

ger jin be "îstatîstîkên wê" tê nivîsandin, Here lînkê

û ger ne yek be jî "îstatîstîkên nivîskar" tê nivîsandin Here lînkê



28.03.2015 17:07 ~17:07 | simurg56

111. li gera ferhengéda peyvén bi du tîpan nayén gerandin dibé gerek tu herî kém sé tîp binivsînî. Bimin gerek em dikaribin yek tîp u nişanan(sembol) ji bigerén



29.03.2015 18:44 | tîrejên rojê

112. eger tu navê tiştekî wek ku hatiye nivîsîn nenivîsî dernakeve. divê bikare mijarên nêzîk nîşan bide ta ku mirov heman mijaran bi navin cuda veneke lê dîsa jî navên cuda jî baş in û di lêgerîna googleê de dihêle bêtir bên dîtin



29.03.2015 18:47 | dijber

113. (bnr: patron tu li vir î?)

ka piçeke bala xwe bide min, dema mariv li ser mijarê tiştek dinivîse û heke peyv di dawiya paragrafê de nîvco bimîne li gor kiteyan venaqetîne ango carinan tîpeke tenê jî be di paragrafa jêr de derdikeve lewma nivîs piçeke tevlihev dibe..

ji kerema xwe re çareser bike..

û îtalica nivîsê jî qe ne xweş e loo çavê marivî diêşe



30.03.2015 01:59 | ferhenga şikestî

114. mezintirîn û girdtirîn kêşeya tirşikê tenê kurmancîbûna wê ye. ango tu cihekî bi qîmet nedane zazakî. îcar ser de jî derdikevin dibêjin xwezil zaza li vir zêde bûna. hevalekî min î zaza ku min jê re behsa tirşikê kir dema vekirina hesabê xwe de zaf zehmetî kişand. çima? çunku tenê bi kurmancî heye û em kurmanciyê li ser hemû zazayan ferz dikin. lêbelê, çavê me birije, divê em zêdetir xwedî li zazakî derkevin. ka? yekî camêr tine ku xwe bide ber vî karê pîroz? hema di çend cihên tirşikê de wekî jest bi zazakî silav û xêrhatinê bike tu qîyametê rabe?



30.03.2015 22:52 ~22:53 | serhednişîn

115. di wextê çepik kirin an jî reşikdayînê de sedem nivîsîn jî hebûya wê hîn baştir biba *



01.04.2015 17:16 | berxweda

116. Bêguman belkî ne kêmasîbe lê taybetiya şirovekirina peyaman jî bihata wê pir baş bûya weke facebookê. wê gavê ji bo îtîrazan enty ne hewce bû û peyamên derî formatê kêm dibûn. ferhenga înteraktîfa tirkan înstela vê taybetiyê jî li xwe zêde kiriye û gelek serkeftiye

(bnr: simurg56 bi fonksiyonek din re mijûl e)



01.04.2015 17:35 | ceso

117. dema peyamek guherî an jî hate jêbirin divê meriv bikarîbe nivîsên wê çaxê jî bibîne. ne ji wê be divê meriv wêneyê peyamê bigire ku tiştên guherî bibîne, ew jî ne minkun e.



04.04.2015 17:51 | berxweda

118. hê jî problema veqetandina paragrafa dawîn ya ristê çareser nebûye mixabin



05.04.2015 14:32 | ferhenga şikestî

119. Ahanda min pirsgirêkek dît*

dema ku meriv mijarên ku hatine beralîkirin, dike bnr, mijar beralî nabe. Patron ji kerema xwe re..



07.04.2015 16:34 | mergehez

120. hê jî di lêgerîna tirşikê de ferqa i û îyê tune ye!!!



10.04.2015 23:29 | ferhenga şikestî

121. berê hatiye gotin gelo nizanim, hejmara peyaman, dema yek peyama xwe jê dibe, hejmara peyama li dû wê peyama jêçûyî dîsa wek xwe dimîne, gelek caran tu pêl mijarekî dikî, peyama ewil hejmara wê ''dido'' ye, an carina li jêr mijarekî de 20 peyam hene dixweye lê dema tu pêl hemûyan bibîneyê dikî, 20 peyam tê nîn in..



11.04.2015 00:21 | endazer

122. mariv nikara dîwarê xwe paqij bike û mariv nikare (bnr: rewşa derûnî')yên ku hatine nivîsin jê bibe.

(bnr: ev çi hal e simurg56)?



11.04.2015 00:43 | ferhenga şikestî

123. yaw çayê jî nadet ev tirşik e !! yaw ma piştî tirşik xwarinê çayek tehl jî baş nabît ?

(bnr: sîmûrg hoooop)



11.04.2015 00:58 | vêca çiyeeee

124. Gava tu dikevî tirşikê ew tiştek wusa dibeje, Çavê te ronî! Li mijarên ku tu dişopînî, 1 peyamên nû hatine nivîsandin.

lê gava tû click diki ew hemû peyamên di bin wê mijarê tide nûmandin.



10.05.2015 15:43 | cinorek

125. ji bo min kêmasîyên herî girîng;



sepana mobîlê

sepana mobîlê

û sepana mobîlê



10.05.2015 16:10 | mihemedpîroz

126. agahî: kêmasiya ku di peyama (kêmasiyên tirşikê/68332) de hatibû ragihandin, hat çareserkirin. êdî dema mirov li mijara ku dişopîne bitikîne, tenê peyamên ku têketina wî ya dawîn heta niha hatine nivîsandin, tên nîşandan.



10.05.2015 16:19 | simurg56

127. Wextê mu ji telefonê dikeve tirşikê û dixwaze mijareke nû veke, mu li qutiya lêgerînê dinivîse, di binê wê de "tu encam tune" derdikeve û êdî mirov vebijêrkên li binî nabîne.



10.05.2015 16:52 | azadixwaz