Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 43 peyam
kêmasiyên tirşikê - tirşik
kêmasiyên tirşikê
(62) (6) (39)
di mijarê de bigere

128. ji min bi xwe re ne lazim e, lê ji bo canik û camêrinan, opsiyona blokekirina hinek mijar û nivîskaran hebe, wê baştir be.. yanî ez bêjim yek naxwaze peyamên min bixwîne, divê bikaribe min li cem xwe bloke bike û peyamên min li cem xwe nebîne, di ekşiyê de ev sîstem hebû..



10.05.2015 17:38 | endazer

129. kemasîya tirşikê herî mezin kî reşşik dide meriv mirov nizane pêwiste meriv zanibe.



10.05.2015 18:40 | shorbevan

130. ji tirşikê re etîketa zazakî pêwîst e.

gava peyamên zazakî tê nivîsandin li nav yên kurmancî de winda dibin.lê eger mirov bikaribe peyamên zazakî bi etîketa zazakî nîşan bike wê gavê em dikarin bi rehetî bigihîjin wan peyaman.ji bo vê yekê bila di şûna bişkoka zazakî-dimilkî de etîketa #zazakî hebe ku gava mirov pê li vê etîketê bike bila hem zimanê malperê biguhere hem jî tenê mijar û peyamên zazakî werin pêşberê me.



10.05.2015 18:52 | bayesar

131. problema ku di peyama kêmasiyên tirşikê/68344 de hatibû ragihandin, hat çareserkirin.



10.05.2015 20:05 | simurg56

132. tirşik zêde şarj di xwe erê law wê şaş fehm nekir zêde şarj dixwe min digo qey bataryamin xerabîye lê na mixabin ne wisa bû ez îro neketime tirşik şarza min tev di cîda bû hetanî ez dîsa hatim gihîştim tirşikê... ev kêmasîka mezine ez hevî dikim demek nêzde bibe zêdayî li tirşikê. edî çewa dibe ez nizanim bira simurg56 çêdike endazer çareser dike ez nizanim ziman dirêjîyara jêhatîne.



13.05.2015 16:55 | shorbevan

133. (bnr: nivîskar) *



13.05.2015 19:29 | serxwes

134. sernivîsê meriv vedike meriv mecbûre entry têkevê pêwiste ne wisa be kû wiha be meriv sernivîs veke û bireve.



13.05.2015 20:05 | shorbevan

135. gava di peyamekî de çend lînkên wêneyan bi hev re didî, hemû wêneyên din jî wekê wêneyê yekê dixweyin..



20.05.2015 04:49 | endazer

136. bi ya min kêmasiya wê ya herî mezin û girîng reng û dîzayna wê ye. xwezî mîna ferhengên antîk biba. him dilgermtir û him jî rêkûpêktir in. kêfa min qet ji rengê şîn nehat. mezinahiya puntoyan jî wilo. erê 'zanim, ferhengên pêşketî jî dev ji antîk berdan lê ev tişt ehmaqiya wan in.



Here lînkê



20.05.2015 10:45 ~10:51 | biruya hayao miyazaki

137. hin peyamên ku min nivîsandine li jêr peyamê navê nivîskar, dema nivîsandina peyamê û jimareya peyamê dernakeve, her wisa di wan peyaman de peyam hilnayê di nav valahiya peyamnivîskê de, û ji ber vê jî bi pirranî dawiya her risteka peyamê nayê xwendin.. ji bo nimûne peyama pêşiyê ya li jê vê mijarê; (bnr: geldi yine tipini siktiğimin)



edîth: min niha kurteçareyek ji bo vê pirsgirêka xwe dît Û bi vê kurteçareyê peyama xwe li xwe vegerand, min peyama xwe sererast kir, yanî gorankariyeke biçûk lê kir û ji nû ve qeyd kir, çi bibînim li jêr peyamê navê gewre ê endazer.. *



20.05.2015 17:19 ~17:35 | endazer

138. kêmasiyên kêm dibin; sîstema nû ya tirşikê/70255

(bnr: hêdî hêdî)



16.06.2015 20:22 | simurg56

139. hebûna du heb sernivîsê ji hev ez bawerim ev ne kêmasîye zêdayîye mînak ;



1- ji bo hikumeta 63. alternatîfên koalîsyonan



2- (vbnr: koalisyona ji bo hikumeta tirkiyê



ger pekan be an ne pêkan be ez nizanim lê pêwistî bi yekîtîya hinek ser nivîsa heye.



14.07.2015 15:51 | shorbevan

140. weke bersiva kêmasiyên tirşikê/72050;



jixwe di tirşikê de beralîkirina mijaran heye. weke mînak min berî 2-3 deqeyan mijara prof. dr. nurettin turgay beraliyê mijara nurettin turgay kir. bi vî awayî hemû peyam di binê mijara nurettin turgay de berhev bûn û dema mirov li mijara prof. dr. nurettin turgay jî bitikîne sîstem otomatîk diçe mijara nurettin turgay.



lê taybetî tenê ji bo moderatoran vekirî ye.



14.07.2015 21:05 ~21:08 | simurg56

141. rûpela peyam şandinê dema meriv nûn dike (f5) dîsa peyamek din jî dişîne.



14.07.2015 22:44 | shorbevan

142. Piştî rojanekirina dawîn(yanî ev 3 4 roj e) dema meriv ji telefonê pê li îkona bijarteyan bike. Bijarte vedibin lê dema meriv dîsa pê lê bike naye girtin. Yanî heke ku meriv pê lê bike, nikare bigire. Weke mînak dema ez kontrola peyamên nû dikim, bi mecbûrî pê li îkona tirşikê jî dikim..



15.07.2015 18:30 | mergehez

143. kêmasiya ku dermanê wê tune ye

(bnr: tunebûna nivîskaran)



15.07.2015 19:19 | ferhenga şikestî

144. xwe tenê hîskirin e.



18.07.2015 00:01 | xendekî

145. (bnr: tirşikvanên nobedar)



18.07.2015 19:14 | azadixwaz