Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
kêmasiyên tirşikê - tirşik
kêmasiyên tirşikê
(62) (6) (39)
di mijarê de bigere

1. zehf in.

lê ger werin ragihandin belkî werin çareserkirin.

dawiya dawîn ne derdê bêderman e.



03.08.2013 03:37 | simurg56

2. lÎnkên youtubê dîsan naşixulin..



03.08.2013 08:39 | endazer

3. navê wê çi ye nizanim lê gava mirov di sepaneke (sekme) nÛ de tirşikê vedike logoya ege sözlükê lê dixweye..



03.08.2013 08:46 | endazer

4. hilbijêrka li kêleka peyamdankê ya di şiklê chatê de ne çalak û ne berdest e..



03.08.2013 08:47 | endazer

5. sepana îstatîstikan ku ji berê hebu niha li tu derî naxuyê.



03.08.2013 13:46 | azadixwaz

6. saeta malperê xelet e.



03.08.2013 15:48 | azadixwaz

7. kêmasiya tirşikê ev e ku rêza wê li hemberî nivîskaran nîne. Dibêjê "çomez" dewleta tirk ev hekaret li me nekiribû *)



03.08.2013 16:20 | dil-tesne

8. nivîskarên wan pir qala xwe dikin an jî qala hevalên xwe...



03.08.2013 16:46 | rojgar

9. kêmasî hatin not girtin û wê îşelleh werin çareserkirin.

vîdyoyên youtube wê êdî nav tirşikê de bilîz, li bendê bin.



03.08.2013 17:04 | simurg56

10. saet hat rastkirin.



04.08.2013 01:21 | simurg56

11. kêmasiyên ku kêm dibin, in.

wêneya di di hilperkînê(sekme, tab) de xuya dike (ku jê re favicontê gotin) bi ya tirşikê re hat guhertin.



04.08.2013 08:03 | simurg56

12. gelek nayê naskirin.. ciwanên Kurd şuna bi tirki di "ekşi sözlük"ê de nivîsi qencî be mirov berê wan bidi tirşka me ... berê wan ji bi reklamê tê karin ..reklama tirşka me ne bese, hêj jê re xu/xwê hewceye ku tirşiya xwe bigiri *



04.08.2013 13:36 | singundiki

13. yaw heqqetten çend kesan di vê tirşkê de endamin ?? *) ma çima ez çar kesan tinê dibînim ,simurg mimurg rezdan mezdan filan fistan:(



04.08.2013 13:46 | singundiki

14. kurd ji pozbilidiyê an ji hesûdiyê nizam ji çi gelek caran pesnê hev eşkere nakin.lê heyran ji bo ferhengên interaktif divê vegerina tevecuhê eşkere be.çima gelo niviskarê tirşikê notên baş an xirab kêm didin hev heya malik li îstatikan xirab dikin. du sê kesê wisa çalek hene ku çav li xwe korkirine wek brusk, endeyzyar,simurg56 çi hebe dinivisin gelek çîrok û metelokên kurdan bi saya ferhengê kom kirine .mala wan ava keda vanan piçûk nebinin.not motên xwe xali nekin ji van.



04.08.2013 14:44 | tivirloismail

15. yek ji van kêmasiyan tunebûna îstatîskan e, lê ew jî di demeke nêz de were çêkirin û him jî wê ji berê gelekî berfirehtir be.

lê ez niha dikarim hinek îstatîstîkan bidim. aniha;

hejmara mijaran; 1.811

hejmara peyaman: 5.551

hejmara nivîskaran; 294 e. (tabî nivîskarên nanivîsin jî tê de)



04.08.2013 16:55 | simurg56

16. Xwêya wê kêm, tûjîya wê pir û go$t jî ê berxa be besî me ye.



04.08.2013 17:02 | hemdilaarda

17. ji kêmasiya tirşikê çêtir e. *



04.08.2013 17:14 | simurg56

18. berê bikaranîna fehengê hêsanti̇ bu. Pİ Ştî guhartinên dawî FERHENG bûye kafir-kerratî



04.08.2013 19:32 | seydayê_peyvan

20. bi nûbûnên tirşikê de re hinekî kêm bibin jî.. lê hêj gelek kêmasî hene.. wek;



tunehiya versiyona mobîl ya tirşikê..

tunehiya amar û statîstîkên tirşikê

tunehita derfeta hevdu şopandinê ya nivîskarên tirşikê

tunehiya derfeta zanîna bê ka nivîskar çend dengên erênî û çend dengên neyênî standine, ne behsa pûanê karmayê dikim..



06.10.2013 21:21 | endazer

21. tunebûna derfeta dîtina peyamên herî baş ê mehê ,ê roj an jî ê heftiyê .



06.10.2013 22:26 | brusk56

22. tunebûna rengên kesk,sor û zer kêmasîk herî giringe.



21.11.2013 13:53 | karmatî

24. tÛnebÛna kesk,sor Û zerÊ yan jÎ tÛnebÛna ala rengÎn ne kÊmasiyÊk e ji bo tirşik e.

ji ber ku tirşik.net ferheng e. lowma dive reng Û şekÎl nekevin peşiya peyvan. heger hÛn dikarin li vir reng Û ala xwe bi peyvan çÊbikin. finish.



21.11.2013 17:16 | cinorek

25. nekarîna nivîsandina bi tîpên mezin/girdek, eslê xwe de ne kêmasiyek e. bi zanistî wisa hatiye çêkirinç jixwe hemû ferhengên înteraktîf de nivîsandina bi tîpên girdek, qedexe ye. eslê xwe de nivîsandina stûr jî piraniya ferhengan de tune.

sedem jî ew e ku nivîsên ferhengê de çavên mirov aciz neke û bala ji naverokê nestîne.

çiqas nivîs zehf be, çiqas materyalên dîtbarî hindik bin, ji bo ferhengê ewqas baştir e. mantiq ev e.



21.11.2013 22:46 | simurg56


28. ne ferhengeke kurdistanî ye lê ferhengeke "bakurî" û "tirkiyeyî" ye.

belkî ne tawan û sûcê ferhengê be lê sûcê nivîskaran be.

sedem çi be ev kêmasî di nerîna min de mezintirîn kêmasiyan e.

(bnr: bakûrîzm)



17.12.2013 05:42 | dijber

29. ji xwe re ferhengÊn tirkan mÎnak girtiye. ew kemasiya wê ya herÎ mezin e. ya din jî disa mina wÊ ye ku tenê kurdÊn bakÛr li vir teqalÊn.



17.12.2013 15:25 | Şoreşa Penûsa Kurdî

30. kêmasiyek wê ev e: şopandina mijara tune ye. bi rastî aniha hewce nake lê piştî demekê dê hewce bike.

kêmasiyek din jî ev e: lêgerîn tune ye. bûtona "bigere" heye lê naxebite



07.02.2014 05:19 | mergehez

31. vekirina mijaran. mesela dicle - dîcle - dîclê - diclê - dîçlê - .... ku ji vanan yek berê hatibe vekirin dema em bixwazin yek ji vanan din vekin em nikarin, me dişîne mijara pêşîn hatiye vekirin



23.02.2014 03:57 | mergehez

32. gava li mijarek bigerî tîpa "î" û "i", "e" û "ê" .... je hev naqetîne.

mîsal: hun li "dil" û "dîl" bigerin dîl qet dernakeve.

mîsal: "ker" û "kêr"

mîsal: .......

tu bixwazî mijarek nû, binavê kêr, yan dîl vekî sîstem nahêle.

texmînamin van tîpan wekhev dibîne.

belkî ez nizanim lê bigerim.

-- xuya ye ez nizanim lê bigerim. dîl , dil



03.03.2014 01:02 | dara berrûyê


34. (bnr: kêmasiyên tirşikê)



03.03.2014 01:06 | mergehez

35. min di vê /28670 peyama xwe de bi dirêjî behsa rêya seyar a çareseriya pirsgirêka jorîn kiriye..

ji bo nimûne kêliyeke berê min xwest ez mijara dîl vekim lê ji ber pirsgirêka berbehs min nekarî ez vekim, min jî tîpek lê zêde kir û mijara xwe bi navê dîla vekir, paşê bi destûra bilind ya ku min ji konseya rêveber ya tirşikê wergirtiye, ji obsiyona birêvebirinê navê mijarê wek dÎl guhert..

yanî hûn ê heta ku çareyeke mutleq û esehî jê re bê dîtin mijara xwe bi tîpeke kêm an zêde vekin û peyama xwe di bin re binivîsin û ji moderatorekî bixwazin ku navê mijarê bi navê wê yê rastî re biguherÎne.. ok?



03.03.2014 01:13 | endazer

36. li gorî min pirsgirêka herî mezin dema ku bi rêya mobîlê têdikevî nivîs ser pişta hev in.



03.03.2014 01:56 | devjeni

37. lobiya reşşikan/31384



17.03.2014 00:02 | brusk56

39. yek jê li tirşikê nebûna forma têkiliyê ye. wê rojê hesabê min hate dizîn lê min nekarî bi rêveberiyê re bikevim têkiliyê. min go derdê xwe ji patronê mezin sîmurg beg re bêjim li ser twitterê lê belê efendî qeraseyê zilaman e ji loma jî herkes nikare lê bişopîne û jê re binivîse. min go hesabeke nû vekim li tirşikê û jê peyamekê bişînim ji patron re. lê belê heta ku ez bûme nivîskar û heta ku min destûra şandina peyaman wergirt nîvê ûmrê min çem û çem çû.dema ku mirov bixwaze şîfreya xwe bişîne e-maila xwe jî pirsgirêk dertê. taliya talî ez gihîştim mirada xwe lê belê navê min guherî



06.04.2014 12:18 | oxir

40. ezê çewa mijara "tîr" û "ter" vekim? moderator xêra xwe vekin.



12.04.2014 00:16 | dara berrûyê

41. kêmasiyên ne bê çare ne..

eger berê mijareka hevşêweya mijara ku tu dixwazî vekî hatibe vekirin û sîstema qetxirbe ya tirşikê jî ji ber vê sergêjiyê nahêle tu mijara xwe vekî, tekane rêyek heye, herfekî ji mijara ku tu dixwazî vekî zêde bike an jê kêm bike, û mijara xwe bi vî awayî veke û paşê bi riya peyameke taybet ji moderatoreke alÎkariyê bixwaze ku ji panela rêveberiyê bila navê mijarê biguherîne, an dîrekt tu dikarî li jêr mijarê bi xwe de jî navê eslî yê mijarê binivîsî.. j bo nimûne tu dixwazî mijara tîrê vekî lê bi serê sîstema ehmeq ya tirşikê nakeve û dibêje na bira ji xwe vaye mijareke bi navê tir vebûye ha tir ha tîr çi ferq heye, hûn çima ferqiyê dixin di navbera iya tirk û îya kurd de? he hûn çima dabeşkeriyê dikin filan? tu jî navê mijarê wek tîra an tî an tişteke bêeleqe jî çêdibe veke û hawara xwe bigihîne moderasyona tirşikê.. is it ok?



12.04.2014 00:25 | endazer

42. (bnr: di tirşikê de kêmasiya nivîskarên jin)

heta êvarî wekê paleyekî binivîse û ha binivîse, bila xwêdan di qûna te re bide der û dawiyê bila yekî ku wêneyê wî yê profîlê du mêrên nîvtazî yên di ber û paşila hev de ne peyaman ji te re bişîne.. *

(bnr: te di şansa min ga)



12.04.2014 00:43 | endazer

44. kêmasiyên ku wisa dikare were lîste kirin ;



1- pirsgirêka vekirina mijaran ; kêmasiyên tirşikê/34350

2- mobîl versiyon

3- pirsgirêka lîsteya mijaran (dema mirov dixwaze mijarên rûpela duyemîn bibîne, diçe rupela duh. divê mirov 4-5 caran biceribûne ji bo mijarên di rûpela duyemîn de bibîne) (bi ya min kêmasiya herî awerte ev e. ji ber ku êdî hema bêje her roj lîsteya mijaran dibe 2 an jî 3 rûpel.) "hat çareser kirin"

4- îstatîstîkên peyaman ( mirov nikare bibîne kîjan peyam çi qas reşşik û çi qas çeppik standiye. tabê ev taybetiyek ekstra ye lê qene divê mirov bikare peyamên zêde çeppik standî û zêde reşşik standî bibîne)



hingê kêmasiyên din hat bîra min ez ê vê pêyamê rojane bikim.



12.04.2014 01:00 | brusk56

45. (bnr: pirsên pir tên pirsîn)



12.04.2014 01:02 | endazer

46. (bnr: temam bes lêxin zilam mir)



12.04.2014 01:03 | simurg56

47. reng. *



13.04.2014 22:34 | xwelî li ser

48. logoya tirşikê ye bêguman, heta li welateke wekê erebîstana siûdî modern û medenî jî bacanên reş hatine qedexekirin lê hê jî di tirşikê de wek logoya tirşikê tê bikaranîn..



(bnr: logoya tirşikê)



13.04.2014 22:47 | endazer

49. tîpên gir.



13.04.2014 23:33 | daskan

50. kêmasiyÊn ku ger heya 3-4 salan bidome, ezê çareser bikim.. * ji ber ez 3-4 salÊn din dibim endezyar Êdî çi kar û barÊn tirşikê hebe ezê bikim. lÊ tabî bi îzna birayÊ moderator bijÎjk simurg56 beg *



13.04.2014 23:37 | mergehez

51. di orta mausÊ tekerlekkÎ heye ya. di asayÎ di sÎteyÊn dinda, pÊl wÊ tekerlekÊ dikÎ sekmeyÊ nu dertÊ. fakat di tirşikÊ, tu pÊl dikÎ te dişÎne cÎyÊ bÊ alaka.



13.04.2014 23:39 | hun çawane heval:)))))))

54. di panela rêveberî de tiştên ku ji rupelekê zêdetirbe ji bo çuna rupelekê nivîsîna "git". kêmasiyeke pir mezin e ji bo malpereka evqas kurdîhez. lê tişteke baş heye, ev bi aliyê bikarhêneran ve naxuyê.



07.05.2014 18:20 | azadixwaz

55. xwê ya wê hinekî kêm e û hinekî din tujtir be yê gellekî xweş be*



07.05.2014 18:27 | renas

56. Ez jÊ kÊm bÛm *.



15.05.2014 23:31 | bexdenoz

57. (bnr: bacanê sor)

(bnr: bacanê reş)

(bnr: kartol)

(bnr: pîvaz)

(bnr: kevçîk xwê)



15.05.2014 23:51 | bexdenoz

58. di formata wê de kêmasî hene. divê hinekî din berfirehtir bibe. mesela em moderator nizanin bê ka heqên me çi ne, di rewşekÊ de emÊ çawa tevbigerin, felan..



15.05.2014 23:55 | mergehez

59. kêmasiyek pir mezin:

peyamên taybet ne rêkûpêk e. mesela dema nivîskarek bixwaze li peyamên berê yên ku ji nivîskarekî re şandiye, binêre, divê li her rûpelê binêre da ku bibîne. ev jî pir zehmet e. mesela sîstemek wek a ekşisözlükê çêbibe wê baş be. li wÊ derê, hemû peyamên ku ji heman kesî/ê re hatine şandin di bin navê ew kesî/ê de ne.



19.05.2014 22:44 | mergehez

60. dema ku di qutiya lêgerînê de mirov dixwaze li mijarekî bigere, divê pêşiyê mijara ku lê digere derkeve, lê ne welê ye, li gorî rêzkirina alfabetîk mijar derdikevin.. yanî ez bêjim ez ê di tirşikê de li mijara kurdî bigerim, li gorî rêzkirina alfabetîk ev mijar derdikevin;



#jibominzimanêkurdî

09.06.2013 serdana serokwezirê iraqê ya ji bo herêma kurdistanê

1 îlon 2013 destpêkirina weşana ajansa anadoluyê ya bi kurdî

10 albumên kurdî yên herî baş ên 2013ê

.

.

.

divê bê sererastkirin, ji lewma bi vî awayî lêgerîn û peydakirina mijaran gelekÎ zehmet e..



23.05.2014 05:06 | endazer

61. sepana telefona desta. ku sepaneke wisa çêbikin wê pir baş bibe. ji ber ku sepaneke ferheng tune ye ez pirî caran nikarim têkevim tirşikê. gava mirov bi riya telefon têkeve tirşikê her tiştê rûpel li ciheke dibe.



23.05.2014 11:18 | kurê xelkê

62. li ser telefonên mobîl bikaranîna tirşikê bi rastî zor e. bi teybetî nivîsandin û bikaranîna ' bnr, vbnr,u' yê gellekî bi teşqeleye



23.05.2014 14:31 | renas

63. dema yek di peyameka xwe de nimroya peyamekî binivîse wek (bnr:sernivîs çawa tê vekirin/3000) û dema yek dî cirdoneka xwe bîne ser wê peyamê, nivîsa nolu entry derdikeve pêşberî mirov..



23.05.2014 14:51 | endazer

64. ya herî mezin tirşika mobîl e lê çima çareser nabe nizanim.



23.05.2014 21:02 | azadixwaz

65. "dema yek di peyameka xwe de nimroya peyamekî binivîse wek (bnr:sernivîs çawa tê vekirin/3000) û dema yek dî cirdoneka xwe bîne ser wê peyamê, nivîsa nolu entry derdikeve pêşberî mirov.. "



hat çareserkirin.



25.05.2014 21:30 | simurg56

66. kêmasiya herî herî herî mezin ew e ku gava ku mirov li bin mijarekê dinivîse heke ku înternet qut bibe ew tiştên ku te nivîsandî çem û çem diçin. belkî heta vêga 20 caran ev tişt hatiye serê min. şensê min ê pîs wexta ku tiştên dirêj dinivîsim ev gû tê serê min. paşê jî xîret nakim ku heman tişt ji nû ve binivîsim.

(bnr: tiştên ku mirov ji tirşikê sar dikin)



10.06.2014 23:53 | oxir

67. carina cend rojan fersenda min nabe ku tekevime tirşikê û pir mereq dikim ku gelo ew rojên ez neketime tirşikê, kîjan mijar hatine vekirin û kîjan peyam hatina nivîsin. weke mînak, ezê çawa hîn bibim ku 12.02.2014 de di tirşikê de çi bûye, çi nebûye...

ger fonksiyoneke ku me bikariba taqîba rojên kevn bikira hebûya yê xweş buya.



17.06.2014 18:10 | nazim tolhildan

68. kêmasiya ku kekê nazim tolhildan bi lêv kiriye, kêmasiyeke mezin e carinan ez jî pirr meraq dikim lê eger 2 roj nekevî nikarî peyamên 2 roj berê bibînî, zêdetir peyamên rojeke berê dikarî bibînî..

yek jê jî mesela em bêjin ku di filan rojê de gelek bûyer li cîhanê qewimîne û ez jî meraq dikim wê rojê di tirşikê de di derheqê wê bûyerê de çi hatiye nivîsîn? bikevim û bixwînim lê mixabin ew jî nabe



17.06.2014 22:31 | ferhenga şikestî

69. berê, sernava 'formata tirşikê' bi awayekî zelal tim li jor bû ew jî ji bo nivîskarên nû yên tirşikê baş bû ku pê di derheqê formata tirşikê de çend rê û rêbazên sereke hîn dibûn lê niha nizanim çima ji holê rabû



18.06.2014 00:33 | ferhenga şikestî

70. a herî mezin, mobîl versiyona tirşikê ye. lê xwedê hez bike ew ê jî di nav çend mehan de çareser bibe.

çavkanî ; îstîxbarata tirşikê



ji bo sernivîsa mayînde a formata tirşikê jî, ji xwe aniha li jor, di navbera "denageh" û "caps"ê de, vebijêrka formatê heye. dema mirov li wê derê ditikîne, diçe sernivîsa formata tirşikê.



18.06.2014 00:38 | brusk56

71. kêmasiyeke din jî ew e ku dema tu ji yekê/î re dikevî trafîka peyaman, peyam li gor hatinûçûyînê ya beramber rêz nabe, yên hatî heye û yên çûyî heye yanî tu nikarî peyamşandina beramberiyê bi awayekî rêzkirî bixwînî, wek feysbûk û yên din nabe.. ji bo ku bikaribî hemû peyamên ji kesekî/Ê ve hatî bixwînî, divê yeko yeko pê li bişkokê bikî, vekî û cardî derkevî dîsa ya din vekî, bi awayî peyama li hember û bersiva xwe jî nikarî bixwînî..

divê wek yên çûyî û yên hatî nehata sîstematîzekirin.



26.06.2014 14:30 | ferhenga şikestî

72. her çiqas zehf bin û mirov aciz bikin jî, li ber nivîsandinê ne asteng in.

tenê tunebûn û başnexebitîna mobîl versiyonê dikare ji hinek bikarhêneran re bibe asteng, lê eslê xwe de ew jî bi hinek riyan dikarin werin çareserkirin; (bnr: di telefonê de bikaranîna tirşikê)



lê ez dixwazim hinekî behsa sedemên van kêmasiyan bikim. me tirşika niha li coderek da çêkirin, wê demê niyet hebû ku ev nivîsbarî/scrîpta ferhengê were pêşvebirin. wê taybetiyên din jî (şopandina mijaran, îstatsîtîk û hwd) lê bihatana zêdekirin û wê versiyona mobîl jî bihata çêkirin.

lê paşê plan guherî; niha sîstemek gelekî baştir tê çêkirin. ev sîstema ku niha tê çêkirin, li ser bingehek nû û bi nivîsbariyên nû tê çêkirin, yanî teknolojiyên nûtir bi kar tîne. ji ber vê yekê jî wê xweştir leztir bixebite. wê hemû kêmasiyên ku ev demeke dirêj e em behsê dikin, çareser bike. û ji ber ku wê sîstem responsive ve, dema mirov bi telefonê bikeve tirşikê, wê rûpel otomatîk xwe veguherîne fîlan.

her wiha projeya ji nû ve afirandina turkcekurtcesozluk.com'ê jî dîsa dibin banê heman projeyê de ye û bi hev û din ve girêdayî ye.



dizanim, bû gelek dereng û herkes di gotinên xwe de jî mafdar e lê ev derengmayî ne ji ber min e jî, ne ji ber xîzaniyê ye jî.

ji ber ku me ji mêj ve peymana xwe çêkiriye, em naxwazin niha coder jî biguherînin. û ya girîngtir jî ew e ku ez bixwe kesek baştir jî nas nakim ku bikare sîstemeke weke xwestina me çêke. jixwe piraniya ferhengên înteraktîf yên tirkî jî ji aliyê wî ve hatine çêkirin.



welhasil, rewşa pêşvebirina tirşikê di vî halî de ye. me duh dîsa xeber da û soza xelasbûna heta 6 heftiyan stand. xwedê bike pêk were. ger, na em bi hev re wê demê biryarek bidin.



01.07.2014 18:24 | simurg56

73. 1) Mîzah (pêkenî) 2) erotîzm, nîhan, çêr 3) fikrên sûbjektîf 4) magazîn

[jiyane me bûye sîyaset û şer, ji ber winî şûna van mijarén min jor nivîsî ye bin sîya sîyaseté dimîn e, gor min ev jî hewkî normal e. Ji ber em tekoşîna azadiyé dike, em ne swédén yan jî danîmarka ye]



14.08.2014 21:46 | serpale

74. mijarên cûda ne. weke hatî gotin di tirşikê de gelek mijar hene ku di derbarê wan de qet sernivîs nayê vekirin û tu kes jî naaxive. eslê xwe de ev ne pirsgirêka tirşikê tenê ye, pirsgirêka zimên bi xwe ye..



wisa li me hatiye ku dema em bi kurdî biaxivin, an divê em behsa siyasetê yanê behsa kurdistanê bikin an jî divê em behsa rewşa zimanê kurdî û kêm axaftina wê bikin. meseleyên din ji bo tirkî ne. gelek mijar hene ku tu caran bi kurdî nayên axaftin. elbet ên ku diaxivin hene lê piraniya me naaxive.

mesela werzîş. futbol, basketbol û beşên din ên werzîşê.

erotîzm. tu caran tu kes behsa spehitiya mankenekî an jî lîstikvanekî nake.

têkiliyên jin û mêran an jî keç û lawan nayê axaftin.

pêkenok hindik be jî heye.

teknolojî hindik e. lîstikên kombersê hema bêje tune ye. mijarên di derbarê telefonan pir kêm in.

dîrok tune bernameyên televîzyonê tune.



lê çi heye ; têra xwe siyaset, wêje, helbest, ziman, rêziman, mûzîk, sînema û hwd ..



15.08.2014 00:21 | brusk56

75. ên ku roj bi roj kêmtir dibin. ên kêm dibin kêmasî ne, bila xelet neyê fêhmkirin. di mijara mijarên cudade jî ezê bêjim ev bi temamî bi kesayettiyan re girêdayiye. belê di jiyanêde weke li jor hatî gotin e, lê di tirşikêde ne tam wisa ye. weke mînak min di ekşîde jî binivîsanda minê van mijaran vekira yan jî li ser vana tiştna binivîsanda, ev ji bo min bi ziman ve ne girêdayiye.



15.08.2014 00:41 | azadixwaz

76. kêmasiyên ku îro hinek din kêmtir bûn;

(bnr: 15.08.2014 surprîza biçûk a tirşikê)



15.08.2014 22:08 | simurg56

77. mirov nikare di versiyona mobîlde here rupela 2yemîn û yên din a mijarekê.

(bnr: xwedê nehêle)



16.08.2014 14:05 | azadixwaz

78. Pirsgirêka wê ya nuh dema ketina rûpela îstatîstîkên tirşikê xweber ji tirşikê derdikeve û dike ku meriv dîsa ji serî de têkeve tirşikê ye.



28.08.2014 22:28 | berxweda

79. (bnr: nivîskarên jin)

% 50'yê civakê jin e, lê vira nexwûya ye canikna, çima? Jinên xelkê di eksisozlûkê entryna dinivîsin e her derê bin guhê hev dixin (bnr: http:eksisozluk.com/entry/38817812)



07.09.2014 23:14 | serpale

81. Ez im ez. çewt fêhm nekin hebuna min na tunebuna min kêmasî ye. yek jî ewk... ewk... yaw ez çima nikarim mijaran vekim. pivaza vê tirşikê kêm e.



08.09.2014 04:02 | emûmar

82. yên ku gav bi gav tên çareser kirin.

lê pirsgirêka mezin berbelavkirina tirşikê ye.

(bnr: ji bo berbelavtirkirina tirşikê pêşniyarên nivîskaran)



08.09.2014 13:10 | brusk56

83. nêzîkê sal û nîv ji roja damezrandina tirşikê derbas bû lê mixabin hê jî dema ku bi telefonê mijarek vedikî hûn tîpên kurdî bi awayekî seyr û ecêb derdikevin, êdî ez eciz bûm dema wisa dibe êdî nema dixwazim mijarek vekim



19.09.2014 21:07 | ferhenga şikestî

84. rêvebirî: ger mirov bi sîstema nû, bi telefonê mijar veke ev xeletî dernakeve.



19.09.2014 23:56 | simurg56

85. mirov nikare rey bide peyama xwe*.



29.09.2014 22:37 | azadixwaz

86. kêmasiyek wisa jî dihewîne;



dema mirov bixwaze xwe bişopîne vê hişyariyê dide "tu nikarî xwe bişopînî heval. ma tu heyranê xwe yî?"



29.09.2014 22:39 | simurg56

87. yeke din jî; ku te berî wê jî rey dabe dibêje "te berî niha rey daye vê peyamê, ma tu li pey çi yî?"

(bnr: kêmasî bi hêjmartinê xilas nabe)



29.09.2014 22:45 | azadixwaz

88. malpera ku bi sîstema nû re kêmasiyên wê derketine. Dema nivîsandina di lêgerînê de divê navê mijaran jî derketibûya. De binîvîse dûre lêbigere heke hebû di tê de binivîse, tune be îca ji bo vekirina mijarê lê bigere..



Her ez wê bi kar tînîm iqya min pîleyekê bilindtir dibe *



15.11.2014 00:50 | berxweda

89. qedexeya tîpên girdek!

yaw arqadaş belkî ez dixwazim navê Kenanê Amed (birayê Kemalê Amed, mamê Cemalê Batmanê, dostê Berdanê Mêrdînî) bi tîpên girdek binivîsim!



15.11.2014 04:29 | zero

90. bi ya min kêmasiya herî mezin ya tirşikê ew e ku li ser înternetê di netîceya lêgerînên li ser motorên lêgerînê yên wekê google û yandexê de tirşik an dernakeve an eger derket jî di rûpelên paşîn de derdikeve.. nizanim ne ji eyarên optîmîzasyonê ye ne ji tişteke din lê ji bo reklama tirşikê kêmasiyeke mezin e, ji bo nimûne nîvê emrê min bi navê endazer li tirşikê bihurî û bi navê endazer li ser înternetê ji xeynî navê min ê bikarhêneriyê hema bêje tiştek nîne lê dema ez navê endazer digogilÎnim tirşik di rûpela sêyemîn de derdikeve û mijara ku bi endazerê re eleqedar di tirşikê de derdikeve jî îstatîstîkên tirşikê ye.. an dema ez keyworda navên kurdî yên unîseks digogilînim ku bi vî navî tenê di tirşikê de heye ev mijar lê di rêza duyemîn de derdikeve..



26.12.2014 05:36 | endazer

92. heçî kesê bivê dikare bi navekê di sîstemê de heyî hesabeke nû ji xwe re veke.. yanî kesek dikare bi navê endazer an simurg56 hesabeke ji xwe re veke.. ji xwe di sîstema berê de jî ev kêmasî hebû, heta camêrekî bi heman navê hevalê hûn çawanin hev.. hesabek vekiribû.. siba dusiba dibe ku bibe sebeba bikaranînên xirab û ev yek jî dibe ku serê tirşikê biêşîne..



26.12.2014 17:51 | endazer

93. yek ji wan kêmasiyan jî tunebûna bişkojka "wêne"yan e..



21.02.2015 14:48 | rûbar payîz

94. bi programtî di iphone u android de heba xweş dibu



21.02.2015 16:43 | sedrik

95. pirsgirêkeke ku îro destpê kiriye ye. carê çewtiya "error 503 service unavailable" dide.



24.02.2015 21:28 | berxweda

96. dema ku mariv entrya xwe serarast bike, bişkoka lînkê ji holê radibe



28.02.2015 18:29 | ferhenga şikestî

97. yek ji wan kêmasiyan ew e ku (bi ya min kêmasî ye) dema mariv bixwaze entrya xwe sererast bike, li dû sererastkirinê mariv tu şop û rêç û delîlekê li pey xwe nahêle..

mesela di sîstema berê ya tirşikê de dema tu pê entrya xwe bilîsta, piştre saeta entryê diguheriya, li kêleka kêliya nivîsandina entryê, saeta guherînê jî xuya dibû û mirov pê wê hayil dibû ku enrty guheriye..

niha mesela em bêjin ku yek entrya xwe guherand, em nikarin vê yekê bisepînin..

birêz simurg56 ji kerema xwe re vê pirsgrekê çareser bike please



03.03.2015 23:34 | ferhenga şikestî

98. zêde kêmasiyên tirşikê tunene. bi ya min kêmasiya herî girîng kêmbûna nivîskarên dinivîsin e. ji xwe nivîskarên berdewamî jî 4-5 heban derbas nabe.



04.03.2015 14:20 | nazim tolhildan

99. Nivîskar e nivîs e xebat e.



05.03.2015 10:14 | brusk56

100. dema ku mariv enrtya xwe sererast dike, taybetiya youtubê êdî naxebite, mesela kêlikeye berê min bi şaşî url'ya vîdeoyeke şaş copy kir û jê hayil bûm ku şaş e tavilê min guherand lê min çi kir nekir jî dîsa çênebû..

(bnr: ev çi hal e simurg56)?*



06.03.2015 21:36 | ferhenga şikestî

101. Çawa dibêjin wan bîyologan? Hi, min dît.



(bnr: ostrojen)



07.03.2015 02:20 ~02:21 | endazyar

102. mijara ku ditirsim lê binêrim. kengê lê binêrim, ji min re lîsteyeke karên ku divê bê kirin, derdikeve.

(bnr: îro dîsa)



07.03.2015 09:19 | simurg56

103. pirsgirêka formata wêneyan e. Di mozilla de wêneyên tê barkirin li gorî dîmena kompîterê nayê eyar kirin. nêviyê wêneyî xuya nake û vê pirsgirêka dibe sedema wendabûna nivîsan jî. Here lînkê

Xwedê bike nebe sedema dîsakodkirina tirşikê..



sererastkirin: ev pirsgirêk di chromeyê de tune.



08.03.2015 02:44 ~02:50 | berxweda

104. agahî: problema nîşandana wêneyan di geroka firefoxê de ku berxweda ragihandibû, hat çareserkirin.



08.03.2015 09:13 | simurg56

105. paşve zivirandina reşşik an jî çeppikan ne mumkun e an jî heye ez nizanim herwekî min îroj bi xeletî reşşikek da ma ez nikarim wê bizivirînim û gava ez pê li bişkoja çeppikê dikim hişyariyek bi rengê " berî niha jî te deng daye vê peyamê tu li pey çî yî?" * derdikev pêşiya meriv gelo çareseri hebe bêjin tunebe jî xêra xwe çareser bikin.



15.03.2015 12:42 ~12:44 | ceso

107. agahî: dema poşman bibîn, tirşikvan dikarin ji beşa panelê, reşşik an jî çeppikên xwe jê bibin.



15.03.2015 13:37 | simurg56

108. (bnr:tirşik caps/62159) kêmasiyeke ji bo tirşik capsê.



24.03.2015 15:50 | xendekî

109. ez zanim patronê me dema vê mijarê dibîne dijmîna me dide lê ku hêrs nebe ez dê tiştekî bêjim..

dema mariv li mijarekê digere li şûna tîpa ş'yê nîşaneya pirs ?'ê derdikeve..

temam min qebul e ne ewqas meseleyeke giran e lê dawiya dawîn kêmasî ye ne wilo?



26.03.2015 23:02 | ferhenga şikestî

110. (bnr: pirsgirêka lînkê)



26.03.2015 23:03 | xendekî

112. (bnr: pirsgirêka windabûna bişkoja youtubê)



26.03.2015 23:07 | ceso

114. Tunebûna “bişkoka parve bike” hebûya ji tirşikê meriv dikaribû li ser twitter, facebook û platformên Medyaya civakî de peyaman parve bike.



26.03.2015 23:23 | mîr

115. mijara ku ez bawer im bi vê qerebalixa tirşikê re simurg56 êdî qet û qet naxwaze lê binêre. *



26.03.2015 23:43 ~23:43 | xendekî

116. advertisement



27.03.2015 00:00 ~00:00 | wiha wilo wisa

117. Kurdén nivîskar u walatparéz



27.03.2015 21:04 | tîrejên rojê

118. gava tu navê mijarek sererast dikî, di lêgerînê de, pêşniyarên otomatîk hêjî navê berê pêşniyar dike û yê nû pêşniyar nake heya mirov bi darê zorê pê li bişkoja lê bigere neke



27.03.2015 21:08 | ceso

119. dema mirov li mijar û peyamên tirşikê dinihêre, ji ferhengekî zêde dilq û dirûvê forumekî lê diçe. û çend nivîskar hene ku kurmanciya wan biçekî zeîf e,.



27.03.2015 21:42 | xwînhingivîn

120. kêmasiyeke ne ji sîstemê heye. dema mirov dikeve profîla nivîskarekî/ê de bijkoka çi kiriye heye, di bin wê de jî îstatîskên wî heye, ê law ma belkî ez jin im? belkî ew kes jin e *

Ji simurg56 daxwaz e, vê şaşiyê biguhere.

mirov dikare wek: îstatîskên wê/wî biguhere.



(bnr: em ê tirşikê ji devê mêranî xilas bikin)



28.03.2015 14:23 | xendekî

121. wek min berê jî digot sepaneke ji bo telefonên jîr.



28.03.2015 14:33 | kurê xelkê

122. agahî: êdî di profîlên nivîskaran de di menûya çepê de;

ger nivîskar mêr be "îstatîstîkên wî" tê nivîsandin, Here lînkê

ger jin be "îstatîstîkên wê" tê nivîsandin, Here lînkê

û ger ne yek be jî "îstatîstîkên nivîskar" tê nivîsandin Here lînkê



28.03.2015 17:07 ~17:07 | simurg56

123. li gera ferhengéda peyvén bi du tîpan nayén gerandin dibé gerek tu herî kém sé tîp binivsînî. Bimin gerek em dikaribin yek tîp u nişanan(sembol) ji bigerén



29.03.2015 18:44 | tîrejên rojê

124. eger tu navê tiştekî wek ku hatiye nivîsîn nenivîsî dernakeve. divê bikare mijarên nêzîk nîşan bide ta ku mirov heman mijaran bi navin cuda veneke lê dîsa jî navên cuda jî baş in û di lêgerîna googleê de dihêle bêtir bên dîtin



29.03.2015 18:47 | dijber

125. (bnr: patron tu li vir î?)

ka piçeke bala xwe bide min, dema mariv li ser mijarê tiştek dinivîse û heke peyv di dawiya paragrafê de nîvco bimîne li gor kiteyan venaqetîne ango carinan tîpeke tenê jî be di paragrafa jêr de derdikeve lewma nivîs piçeke tevlihev dibe..

ji kerema xwe re çareser bike..

û îtalica nivîsê jî qe ne xweş e loo çavê marivî diêşe



30.03.2015 01:59 | ferhenga şikestî

126. mezintirîn û girdtirîn kêşeya tirşikê tenê kurmancîbûna wê ye. ango tu cihekî bi qîmet nedane zazakî. îcar ser de jî derdikevin dibêjin xwezil zaza li vir zêde bûna. hevalekî min î zaza ku min jê re behsa tirşikê kir dema vekirina hesabê xwe de zaf zehmetî kişand. çima? çunku tenê bi kurmancî heye û em kurmanciyê li ser hemû zazayan ferz dikin. lêbelê, çavê me birije, divê em zêdetir xwedî li zazakî derkevin. ka? yekî camêr tine ku xwe bide ber vî karê pîroz? hema di çend cihên tirşikê de wekî jest bi zazakî silav û xêrhatinê bike tu qîyametê rabe?



30.03.2015 22:52 ~22:53 | serhednişîn

127. di wextê çepik kirin an jî reşikdayînê de sedem nivîsîn jî hebûya wê hîn baştir biba *



01.04.2015 17:16 | berxweda

128. Bêguman belkî ne kêmasîbe lê taybetiya şirovekirina peyaman jî bihata wê pir baş bûya weke facebookê. wê gavê ji bo îtîrazan enty ne hewce bû û peyamên derî formatê kêm dibûn. ferhenga înteraktîfa tirkan înstela vê taybetiyê jî li xwe zêde kiriye û gelek serkeftiye

(bnr: simurg56 bi fonksiyonek din re mijûl e)



01.04.2015 17:35 | ceso

129. dema peyamek guherî an jî hate jêbirin divê meriv bikarîbe nivîsên wê çaxê jî bibîne. ne ji wê be divê meriv wêneyê peyamê bigire ku tiştên guherî bibîne, ew jî ne minkun e.



04.04.2015 17:51 | berxweda

130. hê jî problema veqetandina paragrafa dawîn ya ristê çareser nebûye mixabin



05.04.2015 14:32 | ferhenga şikestî

131. Ahanda min pirsgirêkek dît*

dema ku meriv mijarên ku hatine beralîkirin, dike bnr, mijar beralî nabe. Patron ji kerema xwe re..



07.04.2015 16:34 | mergehez

132. hê jî di lêgerîna tirşikê de ferqa i û îyê tune ye!!!



10.04.2015 23:29 | ferhenga şikestî

133. berê hatiye gotin gelo nizanim, hejmara peyaman, dema yek peyama xwe jê dibe, hejmara peyama li dû wê peyama jêçûyî dîsa wek xwe dimîne, gelek caran tu pêl mijarekî dikî, peyama ewil hejmara wê ''dido'' ye, an carina li jêr mijarekî de 20 peyam hene dixweye lê dema tu pêl hemûyan bibîneyê dikî, 20 peyam tê nîn in..



11.04.2015 00:21 | endazer

134. mariv nikara dîwarê xwe paqij bike û mariv nikare (bnr: rewşa derûnî')yên ku hatine nivîsin jê bibe.

(bnr: ev çi hal e simurg56)?



11.04.2015 00:43 | ferhenga şikestî

135. yaw çayê jî nadet ev tirşik e !! yaw ma piştî tirşik xwarinê çayek tehl jî baş nabît ?

(bnr: sîmûrg hoooop)



11.04.2015 00:58 | vêca çiyeeee

137. Gava tu dikevî tirşikê ew tiştek wusa dibeje, Çavê te ronî! Li mijarên ku tu dişopînî, 1 peyamên nû hatine nivîsandin.

lê gava tû click diki ew hemû peyamên di bin wê mijarê tide nûmandin.



10.05.2015 15:43 | cinorek

138. ji bo min kêmasîyên herî girîng;



sepana mobîlê

sepana mobîlê

û sepana mobîlê



10.05.2015 16:10 | mihemedpîroz

139. agahî: kêmasiya ku di peyama (kêmasiyên tirşikê/68332) de hatibû ragihandin, hat çareserkirin. êdî dema mirov li mijara ku dişopîne bitikîne, tenê peyamên ku têketina wî ya dawîn heta niha hatine nivîsandin, tên nîşandan.



10.05.2015 16:19 | simurg56

140. Wextê mu ji telefonê dikeve tirşikê û dixwaze mijareke nû veke, mu li qutiya lêgerînê dinivîse, di binê wê de "tu encam tune" derdikeve û êdî mirov vebijêrkên li binî nabîne.



10.05.2015 16:52 | azadixwaz

141. ji min bi xwe re ne lazim e, lê ji bo canik û camêrinan, opsiyona blokekirina hinek mijar û nivîskaran hebe, wê baştir be.. yanî ez bêjim yek naxwaze peyamên min bixwîne, divê bikaribe min li cem xwe bloke bike û peyamên min li cem xwe nebîne, di ekşiyê de ev sîstem hebû..



10.05.2015 17:38 | endazer

142. kemasîya tirşikê herî mezin kî reşşik dide meriv mirov nizane pêwiste meriv zanibe.



10.05.2015 18:40 | shorbevan

143. ji tirşikê re etîketa zazakî pêwîst e.

gava peyamên zazakî tê nivîsandin li nav yên kurmancî de winda dibin.lê eger mirov bikaribe peyamên zazakî bi etîketa zazakî nîşan bike wê gavê em dikarin bi rehetî bigihîjin wan peyaman.ji bo vê yekê bila di şûna bişkoka zazakî-dimilkî de etîketa #zazakî hebe ku gava mirov pê li vê etîketê bike bila hem zimanê malperê biguhere hem jî tenê mijar û peyamên zazakî werin pêşberê me.



10.05.2015 18:52 | bayesar

144. problema ku di peyama kêmasiyên tirşikê/68344 de hatibû ragihandin, hat çareserkirin.



10.05.2015 20:05 | simurg56

145. tirşik zêde şarj di xwe erê law wê şaş fehm nekir zêde şarj dixwe min digo qey bataryamin xerabîye lê na mixabin ne wisa bû ez îro neketime tirşik şarza min tev di cîda bû hetanî ez dîsa hatim gihîştim tirşikê... ev kêmasîka mezine ez hevî dikim demek nêzde bibe zêdayî li tirşikê. edî çewa dibe ez nizanim bira simurg56 çêdike endazer çareser dike ez nizanim ziman dirêjîyara jêhatîne.



13.05.2015 16:55 | shorbevan

146. (bnr: nivîskar) *



13.05.2015 19:29 | serxwes

147. sernivîsê meriv vedike meriv mecbûre entry têkevê pêwiste ne wisa be kû wiha be meriv sernivîs veke û bireve.



13.05.2015 20:05 | shorbevan

148. gava di peyamekî de çend lînkên wêneyan bi hev re didî, hemû wêneyên din jî wekê wêneyê yekê dixweyin..



20.05.2015 04:49 | endazer

149. bi ya min kêmasiya wê ya herî mezin û girîng reng û dîzayna wê ye. xwezî mîna ferhengên antîk biba. him dilgermtir û him jî rêkûpêktir in. kêfa min qet ji rengê şîn nehat. mezinahiya puntoyan jî wilo. erê 'zanim, ferhengên pêşketî jî dev ji antîk berdan lê ev tişt ehmaqiya wan in.



Here lînkê



20.05.2015 10:45 ~10:51 | biruya hayao miyazaki

150. hin peyamên ku min nivîsandine li jêr peyamê navê nivîskar, dema nivîsandina peyamê û jimareya peyamê dernakeve, her wisa di wan peyaman de peyam hilnayê di nav valahiya peyamnivîskê de, û ji ber vê jî bi pirranî dawiya her risteka peyamê nayê xwendin.. ji bo nimûne peyama pêşiyê ya li jê vê mijarê; (bnr: geldi yine tipini siktiğimin)



edîth: min niha kurteçareyek ji bo vê pirsgirêka xwe dît Û bi vê kurteçareyê peyama xwe li xwe vegerand, min peyama xwe sererast kir, yanî gorankariyeke biçûk lê kir û ji nû ve qeyd kir, çi bibînim li jêr peyamê navê gewre ê endazer.. *



20.05.2015 17:19 ~17:35 | endazer

152. kêmasiyên kêm dibin; sîstema nû ya tirşikê/70255

(bnr: hêdî hêdî)



16.06.2015 20:22 | simurg56

154. hebûna du heb sernivîsê ji hev ez bawerim ev ne kêmasîye zêdayîye mînak ;



1- ji bo hikumeta 63. alternatîfên koalîsyonan



2- (vbnr: koalisyona ji bo hikumeta tirkiyê



ger pekan be an ne pêkan be ez nizanim lê pêwistî bi yekîtîya hinek ser nivîsa heye.



14.07.2015 15:51 | shorbevan

155. weke bersiva kêmasiyên tirşikê/72050;



jixwe di tirşikê de beralîkirina mijaran heye. weke mînak min berî 2-3 deqeyan mijara prof. dr. nurettin turgay beraliyê mijara nurettin turgay kir. bi vî awayî hemû peyam di binê mijara nurettin turgay de berhev bûn û dema mirov li mijara prof. dr. nurettin turgay jî bitikîne sîstem otomatîk diçe mijara nurettin turgay.



lê taybetî tenê ji bo moderatoran vekirî ye.



14.07.2015 21:05 ~21:08 | simurg56

156. rûpela peyam şandinê dema meriv nûn dike (f5) dîsa peyamek din jî dişîne.



14.07.2015 22:44 | shorbevan

157. Piştî rojanekirina dawîn(yanî ev 3 4 roj e) dema meriv ji telefonê pê li îkona bijarteyan bike. Bijarte vedibin lê dema meriv dîsa pê lê bike naye girtin. Yanî heke ku meriv pê lê bike, nikare bigire. Weke mînak dema ez kontrola peyamên nû dikim, bi mecbûrî pê li îkona tirşikê jî dikim..



15.07.2015 18:30 | mergehez

158. kêmasiya ku dermanê wê tune ye

(bnr: tunebûna nivîskaran)



15.07.2015 19:19 | ferhenga şikestî

159. xwe tenê hîskirin e.



18.07.2015 00:01 | xendekî

160. (bnr: tirşikvanên nobedar)



18.07.2015 19:14 | azadixwaz

161. carina li milê rastê hin caps û wêne derdikevin, ji bo bi qebareya mezin bibînim ditikînim lê tu tişt nayê nîşandan..



24.07.2015 01:20 | endazer

162. agahî: kêmasiya ku mergehezo nançû di vê peyama xwe de destnîşan kiribû, hat rastkirin;

kêmasiyên tirşikê/72132



03.08.2015 10:07 | simurg56

163. pêwîste nivîskarê wê ji rewşa kurdîstanê bê agahî biminin da ku kêfa wan li cîh be bên binivîsînîn. bira simurg56 bilez here tevekê sîteya xedexe bike hemû sepanê vpn'a jî bira mergehezo nançû xerab bike.



03.08.2015 11:20 ~11:22 | shorbevan

164. agahî: kêmasiya/xeletiya ku li vir dihat (endazer) qalkirin jî hat çareserkirin.

kêmasiyên tirşikê/72648



03.08.2015 12:17 ~18:35 | simurg56

165. kemasîyek wiha jî heye min xweste sernivîsa sor ve bikim entry di sernivîsa şorde hat nivîsandin bû ducar wisa tê serê min ev kêmasî.



06.08.2015 13:47 | shorbevan

166. vê sembola + wekî sernivîs venabe.



06.08.2015 15:22 | shorbevan

167. kêmasiyên tirşikê/73238 ev kêmasî didome

sernivîsa şil venabe entry dikebe sernivîsa sil.



07.08.2015 11:27 | shorbevan

168. kêmasiyên tirşikê/73238

kêmasiyên tirşikê/73260



pirsgirêkek wisa naxuye. heye ku dema nivîskar mijarê veke, mijara xelet veke û di binê wê mijarê de peyama xwe binivîse.

min di mijara sor de peyam nivîsand û tu xeletî çênebû.



07.08.2015 11:48 | simurg56

169. şuna lêgerinê dive li jor bibe. herhal dibejin; menu bar.



07.08.2015 12:20 | cinorek

170. ev pirsgirêka di vê entryêda tê behskirin heye niha herin binihêrin sernivîsa sil ez îro entry ketimê lê di nava sernivîsê ku entry ketinêda tuneye

mînak

» sci-fi

» metropolis

» sor

» kêmasiyên tirşikê

» gindor vs zebeş

» panelên tavê

» cemed

» avzêm

» cemidî

» çehmûr

» kanîsark

» kanîzar

» seyfîyê şûşî

» navdarik

» nîv

» zelal

» şolî

» nîvşefaf

» şefaf









kaye sernivîsa sil/şil?



07.08.2015 15:06 ~15:08 | shorbevan

171. dema sernivîs hat guhertin bila wek peyamekê di bin navê mijarê de were nivîsîn.

dawiyê eleqeya peyaman û mijarê namîne..



Here lînkê



13.09.2015 12:21 ~12:26 | berxweda

172. kêmasiya ku mirov nizane bê çawa navê peyamê biguherîne, eger bi xeletî xelet binivîse



13.09.2015 12:25 | dijber

173. ne bêçareserî ne.



kêmasiya di peyama kêmasiyên tirşikê/75302 de hat notgirtin ku di rojanekirina bê de were çareserkirin.



13.09.2015 20:49 | simurg56

174. 1. bila meriv dikaribe entryê nivîskara jê bibe.

2. bira meriv dikaribe sernivîsa biguherîne

3. bira meriv dikaribe çepika bide xwe u 4. reşşikê ku dan meriv meriv ranejê

5. bira dokunulmazlığa /destnedana entryê shorbevan hebe.

6. hewqas tenê loo.



13.09.2015 23:07 | shorbevan

175. min berê gotibû yan na nizanim, jixwe nikarim wek kêmasî jî bi nav bikim; puntoya nivîsê ne xweş e yanê dema dixwînim ji nivîsê sar dibim. çêdibe yan tê guhertin nizanim lê ger patronê me puntoya tîpan biguherîna wê gelek xweş be bi xwudê



13.09.2015 23:13 | ferhenga şikestî

176. dema meriv ji telefonê dikeve tirşikê, nikare nivîsên ku di nava stêran de hatine veşartin bixwîne..

ez ne şaş bim di ekşiyê de problemeke wilo nîn ne, ku çareser be xweş dibe



15.09.2015 00:30 | ferhenga şikestî

177. agahî: daxwaza di vê peyamê de hat çêkirin kêmasiyên tirşikê/75302 (raveya meselê: sîstema nû ya tirşikê/75643)



15.09.2015 14:46 | simurg56

178. bi saya tirşikvanên daxwazkar, şûna kêm bibin her zêde dibin maşelleh.



li vir kêmasiyên tirşikê/75332 behsa fonta tirşikê hatiye kirin. bi ya min di fonta tirşikê de problem tune û xwendina wê xweş e. gelo dibe ku li cem min baş li cem xelkê nebaş be. an jî tenê cem ferhenga şikestî xerab be. ger tirşikvanên din jî rewşa xwe ragihînin, em dikarin çareser bikin.

weke mînak bila weke fonta kîjan malperê be?



15.09.2015 14:50 | simurg56

179. berê moderator dikaribûn peyaman sererast bikirana lê ji ber sûîstîmalkirina vê taybetiyê êdî ev taybetî jo holê hat rakirin. gava ev taybetî hebû heya ji destê min dihat min peyamên berê ku niha ew û sîstema nû bi hev nakin sererast dikir yanî ew lînkên dirêj ku nahîlin peyam bê xwendin û lînkê youtubê yên ku naşixulin min li keys dikir. hetta min hin peyamên simurg56 bixwe yên ku ji ber dirêjahiya lînk nediharin xwendin min sererast kiriye tabî min destê xwe bi noqte û herfên peyamê nedikir. lê piştî ev taybetî hat rakirin xetayên ku rastê wan têm nikarim sererast bikim. de êdî sûc û guneh di stûyê simurg de ya her tiştî sererast bike ya jî taybetiya me paş ve vegerînê.



16.09.2015 14:25 | ceso

180. bira meriv dikaribe wêneyê profîla endazer bi ecibîne.

(bnr: kêmasîya tirşikê ya di nav yê hatîne çûnede ya herî giring)



19.09.2015 00:22 | shorbevan

181. xwezî li ser tirşikê rûpela dersên kurdî jî hebû. îcar yên ku kurmancî ya xwe mina min nebaş dikaribûn li vêr çend qeîdeyên gramera kurmancî biditiyan.



23.09.2015 17:01 | cinorek

182. (bnr: ger xwendevan hebin ders amade ne)



23.09.2015 17:03 | dijber

183. kêmasiyên tirşikê/73238 ev kemasî didome ez di ser nivîsa carde dinivîsînim entry dikebe sernivîsa çar ez sê cara entry ketim sernivîsa piş dîsa hersê cara entry ket sernivîsa pis.



04.10.2015 00:26 | shorbevan

184. dîsa yek kêm bû.

kêmasiyên tirşikê/73238

kêmasiyên tirşikê/77150

hat çareserkirin.



04.10.2015 18:11 | simurg56

185. kemasîyên hinek ji wan evin; li ser 1.geroka opera mobilê meriv nikare entrya jêbibe.

2. û leza înterneta min hêdîye ez dema pêlî fonksîyona bişîne dikim entry nakebê cara duyemîn pêlîdikim du heb entry dikebinê ji kerama xwera bira simurg56 kemasîya leza înterneta min temam bike.

3. kêmasîya dawî ya tirşikê zagros tv li ser androîdê naxebite an sererast naxebite yanî deng tune ji kerema xwere bila simurg56 ev kêmasîya hanê jî çareser bike. ji nihade spas.



06.10.2015 22:13 | shorbevan

186. kêmasiya sereke em nivîskar bixwe ne. qasî ku em di ekşi sözlük'ê de wext derbas dikin di tirşikê de derbas nakin.



06.10.2015 23:03 | kurê xelkê

187. dîtina lînka youtube'yê: tirsik.net cara ewil lînkê nas dike, dibîne, lê gava mirov bixwaze peyama xwe sererast bike û di wê sererastkirinê de lînkekî binivîse û bişîne, lînkê nas nake, nabîne, nabêje "vîdyoyê veke"

wek mînak

1) wê vê vîdyoyê nas bike:







2) sererastkirin1, lê niha ez ê lînkeke din bidim, wê vê nas neke:

http://www.youtube.com/watch?v=OtmzuVS_bQc



06.10.2015 23:18 ~23:20 | xendekî

188. nebûna erdnîgariyê di beşê kategorîzekirinê de û herwiha xwezî ew kategorî li gorî elfibêyê bihatana rêzkirin.



07.10.2015 01:40 | dijber

189. yav min peyama xwe sererast kir, di peyama min de ji youtubê vîdeoyek hebû, piştî sererastkirinê vîdeo rabû..

ev çi ye yav nivê şevê? pirr hêrs bûm ha aniha!



04.11.2015 00:07 | ferhenga şikestî

190. di pêhaydarbûna peyamên taybet de problem heye, dema peyam tê meriv nexasim jî di telefonê de bi rehetî nabîne, pê hay nabe



07.11.2015 22:42 ~2015.11.08 00:22 | ferhenga şikestî

191. li beşa filman de mirov nikare filmekê bigere, malper rêdike page not found û tenê ji ber vê yekê min 2-3 caran film lê bar kir xelas kir û tekane tişta derdikeve pêşberî min ev film ji xwe heye ye. wey li mino!



10.11.2015 23:28 | azadixwaz

192. kêmasiyeke heye ku mirov navê mijarê 100% wek wê nenivîse dernakeve û we jî ne pêkan e, ne şaş bim endazer carekê navê malperên wergerê dabûn û min gotibû ez ê li wan binerim lê niha nabînim ji ber nizanim bê çawa lê bigerim



12.11.2015 14:33 | dijber

193. ev bû cara çendane dibêjim, min jî jibîr kir lê qet simurg56 gun nedayê, piştî serarastkirimê lînka youtubê ji eyar de dikeve û naşuxule! elo? elo? dengê min tê te? mi go piştî sererastkirinê lînka youtubê naxebite!



12.11.2015 15:13 | ferhenga şikestî

194. (bnr: chat)



13.11.2015 23:26 ~23:27 | dijber

195. ku kêmasî chat be bila kêm bibe. bi ya min wê qet ne xweş be. ên ku dixwazin ji xwe dikarin bi rêya facebook û hwd. hevdîtin pêk bînin.



14.11.2015 03:03 | kurê xelkê

196. agahî: kêmasiya ku li vir hatiye behskirin, hat çareserkirin. kêmasiyên tirşikê/79631



16.11.2015 19:41 | simurg56

197. wextê mu filmekê rêke ji beşa filman re êdî mu nikare tu guherînan bike. ji ber klavyeya min a rêkupêk kêmasî û xeletiyên min ên tîpan pir çêdibin û ez nikarim biguherînim. ji xwe niha hun di peyamande jî dibînî, piştî ewqas rastkirinan jî xeletî dimînin carna.



22.11.2015 16:20 | azadixwaz

198. Aniha ez nikarim filmekê li beşa filman zêde bikim. Çareserî birêz simurg56?



01.12.2015 22:54 | azadixwaz

199. Meseleya vaye 10 rupel in tê nivîsîn. Ez hê jî nikarim ji mobilê film li beşa filman zêde bikim.



04.12.2015 22:01 | azadixwaz

200. hejmara xwendina entryan ne diyar e. Ev li gorî min kêmasiyek e. Ji ber ku di hemû malperan de xwîner dixwazin ku ew rûpel çend caran hatiye tikandin bizanin.



Ev kêmasî ji holê were rakirin ji aliyê îstatîstîkan de dê pêşketinek çêbe. û nivîskar jî dê bizanin ka kîjan entrya wan çend caran hatiye tikandin..



04.12.2015 22:41 | hêja hûner

201. agahî: problema nekarîna barkirina fîlmên nû, hat çareserkirin.



04.12.2015 23:12 | simurg56

202. Mijara ğê nay vekirin.



08.12.2015 15:59 | sloujouc

203. tişteke seyr e bi rastî jî. min jî ceriband lê venabe. willehî tirşik malpereke esasî ye. vaye zane ne bi kurdî ye!*



08.12.2015 16:17 | azadixwaz

204. radyoya tirşikê di chromeya mobîlê de stranan xweber naguhere.

-berê qet lênedixist *



edit: spas simurg *



09.12.2015 01:52 ~2015.12.10 00:19 | berxweda

205. agahî: ji bo jixweber lêdana radyoyê me çareseriyê li vir nivîsandibû: radyoya tirşikê/74110



sedema vê kêmasiyê astengiya chromeê ye.



09.12.2015 18:17 | simurg56

206. di rûpela peyamade dema meriv rûpel nûn dike peyam dubaredibin ji wîre kemasîya tirşikê tê gotin.



21.01.2016 00:57 | shorbevan

207. ne zêde ne lê di beşa filmande nikarim lêgerînê bikim, xeletiya 404 derdikeve, qet nizanim ka çi ye.



21.01.2016 01:08 | azadixwaz

208. agahî: pirgirêka "ne zêde ne lê di beşa filmande nikarim lêgerînê bikim, xeletiya 404 derdikeve, qet nizanim ka çi ye." hat çareserkirin.



23.01.2016 00:42 | simurg56

209. kêmasiyên bi rastî jî ya li jor hatî gotin jê kêm buyî. spasdar im.



23.01.2016 13:09 | azadixwaz

211. mixabin gava meriv dikeve tirşikê navê me dixwaze. lê bila meîlê bixwaze, bes e. gava ez navê xwe dinivîsim û compitur qeyd dike kesên din jî navê min dibînin û ez naxwazim kesek navê min ê tirşikê bizanin.



23.01.2016 22:47 ~23:57 | wiha wilo wisa

213. fonksiyona bnr'yên vala niha çewt dişixule.ne tenê yên vala, hemûyan nîşan dide.



28.04.2016 22:31 | bayesar

214. wexta mirov di peyamê de "tab"ê bi kar bîne, pergal "tab"ê jê dibe û xuyaniya peyamê gelekî diguhere. mesela ez carinan dixwazim kodan binivîsim û tab bi kar tînim (ji bo ku, kod baştir bê xwendin) lê piştî ku peyamê dişînim lê dinerim ew tab hemû çûne!



24.06.2016 00:31 | mergehez

215. wekê ekşiyê, dema mêvanên tirşikê bikevin tirşikê hewce ye, kolajek ji peyamên heta niha herî zêde çeppik standine deyne pêşiya wan wekê îkram pergala tirşikê, lê kaa?!

û divê fonksiyona peyamên taybet jî were başkirin û pêşvebirin.

- divê mirov bikaribe di carekî de hemû peyamên xwe yên ligel nivîskarekî jê bibe.

- û jêbirineke teqez û jêneger! gava dî dema min xwest ez peyamekî ji nivîskarekî re binivîsim, ku berê min hemû peyamên xwe û wî jê biribûn, min dît, ku hemû peyamên min li chê xwe sekinîne. yanî peyamên ku min jê birine, di eslê xwe de jê neçûne, an simurg56 cardî biçek ruhê şirîn bi ser wan de berdaye, an şeytanqûnî bûne, ji ava nemiriyê vexwarine.



07.09.2016 02:55 | endazer

216. li beşa peyamên taybet navê nivîskara hebe(lêgerinekî) ji bû meriv dema peyam bişîne meriv welat bi welat negere



28.09.2016 19:30 | shorbevan

217. peyamên(taybet) meriv jêdibe meriv bira bikaribe cardin weyne *



28.09.2016 20:01 | shorbevan

218. Em li ser navê mijarekî ditikînin pêşî dîsa navê mijaran ya bi rêzkirî derdikeve. Gava em pê lê kir pêşî peyam derbikeve baştir bibe. Ji bo androidê dibêjim. Ê windows tê bîra min ne wiha bû ger ez şaş nebim.



15.05.2017 02:02 | rûbar

219. kêmasiyên tirşikê/99274
ji bo min jî ev problem e. bawer im ji bo gelek nivîskarên din jî problemek e. şûna vê yekê weke navbarê butonek heba û wexta me bixwasta me kariba li lîsteya mijaran bineriya wê gelek baştir ba. her carê ji bo dîtina peyama çûna jêrî rûpelê gelek zehmet e..



15.05.2017 06:56 | mergehez

220. Di nav beşa panelê de pê lê logoya tirşikê dikim lê venagerê serûpelê. Li panelê de dimîne. Divê ez vekim menûyê. Ji wir jî bitikînim logoya tirşikê ya malê. Tenê wê çaxê rûpel vedigerê rûpela serekeyê. Wisa jî bikarbar nabê bi rastî.



18.05.2017 07:42 | rûbar

221. kêmasiyên tirşikê/99338
erê, ev pirsgirêka, zûda heye..



18.05.2017 09:15 | bûtîmar

222. ji bo pirsa kêmasiyên tirşikê/99338;
(di nav beşa panelê de pê lê logoya tirşikê dikim lê venagerê serûpelê. li panelê de dimîne. divê ez vekim menûyê. ji wir jî bitikînim logoya tirşikê ya malê. tenê wê çaxê rûpel vedigerê rûpela serekeyê. wisa jî bikarbar nabê bi rastî.)

- ev ne pirsgirêk an jî kêmasiyek e. di her beşa tirşikê de, dema mirov li logoya tirşikê ditikîne, serûpela wê beşê vedibibe. mîna beşên pirtûk, fîlm û capsan; di beşa panelê de jî wisa ye. Di rewşên wisa de, li kêleka logoya tirşikê lînka "Tirşik" derdikeve, dema mirov li wir ditikîne, vedigere serûpela tirşikê.



23.05.2017 19:25 | simurg56

223. Li tirşikê ez pê lê çi dikim ev nayê pêşberî min. Ez ji jêr ber bi jor ve dîsa pê lê dikim encax wê gavê digihijim miradê xwe. Di serî de em pê lê çi kirine ewê werê hemberî me baştir bibe. Binê wî jî hema çi dixwazin bixin. Ev kêmasiyeke, pirsgireke an zêdeyî ye nizanim lê bikarbar nîn e. Helbet wisa jî tirşik xweş e û tê bi kar anîn. Eger di dahatuyê de tiştek werê sererastkirinê ev jî werê berçav kirin ji bo min baş bê.

Sererastkirin: ji bo geroka web yê androîdê dibêjim, li geroka wîndowsê de tiştek wisa nebû wekî ku ez dizanim.



24.05.2017 15:55 ~15:58 | rûbar

224. ez bûm. piştî ku ez hatim tu tu kêmasiyan tirşik neman



24.05.2017 19:47 | kanî27

225. peyamên nû ku li çepê rûpelê li bin hev bi rêz dibin, bi nimro li ber wan mirov fêhm dike ka li ser mijarê çend peyam hatine nivîsandin.

îcar, di dengdanên dawîn de ku cihê wî li rastê rûpelê ye, pênc kes li ser heman mijarê deng bidin, rêzên dengdanên dawîn tenê bi mijarekî tije dibin.

li hemberê mijaran, nimroyek qasî hejmara dengdanan nanivîse. bi ya min, bi nimro, ew ê çêtir bibin.



28.07.2018 02:21 ~2020.04.11 12:48 | mirovekirind

226. parveyare wêne ji bar bikin



29.07.2018 00:03 | helik orimiyo

227. kêmasiyên tirşikê/107233
pêşniyarek baş e û pêkan e.



29.07.2018 11:47 | simurg56

228. kêmasiyên tirşikê/107233

min ev taybetîyê çêkir. niha li aliyê rastê, di lîsteya dengdanên dawîn de her peyam tenê carekî tê nîşandan.
ger ji bi peyamekê, ji yekê zêdetir deng hatibe dayîn, wê demê şûna ku heman peyam di lîsteyê de 2-3 cara were nîşandan, li kêleka wê bi nivîsek hûr, hejmara dengdanan tê nîşandan.

lê problemek wisa heye. ev hemar, hejmara giştî ya dengdanên ji bo vî peyamî ye. yanî ger berî salekî jî dengek ji bo vî peyamî hatibe dayîn, tê hesabkirin. ji neçarîyê.. nexwe wê çawa bûya?



29.07.2018 13:08 | simurg56

229. (bnr: kes nanivîsîne)



10.10.2018 14:30 | xelîl

230. pir caran ez bi bihîstokê (mobile) dikevim tirşikê. him dixwînim him jî dinivîsînim. hin malper hene, gava meriv bihîstoka xwe biqelibîne aliyekî, tîp û hevokan diguherin, mezintir dibin, meriv baştir dixwîne û rehet dibîne. kêf kêfa merivê ye.

hin malperên din jî hene, ji bo ku xwîner rehet bixwînin, di ser malperê de bişkokan (+ -) bi cî kirine. gava meriv pê li wan bişkokan dike, nivîs mezintir (+) an jî hûrtir (-) dibin.

îcar, di tirşikê de ew herdu jî tune. ji ber wê yekê kêf ne kêfa merivê ye. kêf kêfa xelkê ye. ma tirşikvan û xwînerên feqîr, çavên wan xirab bibin?



28.01.2019 21:59 ~2019.06.09 16:43 | mirovekirind

231. qedexeya dîtina peyamên siyasî. bû çend sal e endama tirşikê me lê dibêje heta 100 peyam nenivîsî nikarî peyamên siyasî bibînî, birastî jî vê qedexeyê kezeba min reş kir. belkî tedbîreke wusa rast be jî lê dikim nakim nagihêje sed peyamî û diqehirim diçim, çend meh derbas dibin dîsa têm. ya herî ecêb ew e ku nikarim mijarên siyasî yên ku min vekirine jî bibînim.



05.05.2019 21:09 | roza

232. Li gor îstatîstîkên te divê 13 peyaman jî bişînî ji bo dîtinê.



05.05.2019 22:47 | brzn

233. wtf! îja ew ji me kêm bû. sînora peyaman jî heye bo vê rezaletê? rabim xelkê tacîz bikim belasebeb?



05.05.2019 23:32 ~23:33 | roza

234. bila nivîskarên me yên kevnare çend peyamên xwe yên xweşik bibexşînin rozayê reben. peyamên me hê besê me ye. hawar nivîskarên ku peyamên wan gihiştiye nizan'm çend hezaran, hawar!



05.05.2019 23:50 | mirovekirind

235. heke tiştek wusa hebe heqeten jî ez ê bi taramaliyeke bikevim nav tirşikê, peyaman bireşînim admînên wê!



06.05.2019 00:31 | roza

236. ixtiras.



07.05.2019 00:29 | hun çawane heval:)))))))

237. keçên tirk.



07.05.2019 00:30 | hun çawane heval:)))))))

238. (bnr: nivîskarên ku dinivîsin)
ji ber ku têra xwe û heta zêdetir nivîskarên nanivîsin lê dixwînin hene. ji bo wan 100 peyam ewqas zêde ye ku heta binivîsin, kezeba wan li reş dibe.
lê belê li ser stran, pirtûk û flmên ku dizanin binivîsin û hinek jî di derheqê bûyerên rojane de binivîsin dikarin sînora 100 peyamî derbas bikin.

û erê ev yek ji bo tedbîrê bû piştî îlana ohal'ê û divê em wisa bidomînin.



07.05.2019 21:13 | simurg56

239. kêmasiyên tirşikê/109269 pêşniyarek baş bû. gelo çênabe an admin nedîtine?



09.06.2019 14:14 ~16:41 | mirovekirind

240. (bnr: nivîskarên stabîlîze)



14.12.2019 15:14 | ferhenga şikestî

241. Mijar û nivîsên balkêş û tiştên di nav jiyanê de mirov lê rast tê zêde tê de nîne. Vê taliyê Hema bêje bûye ferhengoka tibê * jixwe tirşik, ji nivîskaran bêtir xwediyê mêvanên teral e.



21.12.2019 13:04 ~13:05 | xeyda

242. Rastî jî mijarên balkêş tûne nin.ecêb e ez jî gelek caran dişibînim ferhengoka tibbê



21.12.2019 13:21 | fatoş xanim

243. helbet nivîskarên ku her tim dinivîsin.



21.12.2019 13:45 | nazim tolhildan

244. Kêmasiya nivîskaran... Ger nivîskar pirbûna dê mijar jî pir vebûna. hem de ên balkêştirîn



21.12.2019 21:14 | darînê daryo

245. versîyona 3.0.0 *)
ji sal û nîvê zêdetir e em li hêvîya rojanekirina nû ne, lê pêk nehat. qey piştî vê geşbûnê ez dibêjim dengê biçe guhê simurg56



21.12.2019 21:20 | xendekî

246. Ku lêgerîna berfireh hinek dijî berfireh be wê tirşîk baştir be. Mesela dema dixwazim mijarek vekim ewil lêdinêrim ka qet mijarek wesa heye an tuneye lê peyvê dinîvîsîm tiştek dernakeve dûre mijarê vedikim paşî hevalek ji cihekê mijarek wekî wî derdixe.

Van rojan ev kêmasî kete çavê min.



22.12.2019 16:24 | azad30

247. wek agahî:
@daîrnê daryo, ji bo kêmasîya nivskaran zêde tişt nayê milê me.
@xendekî, di eslê xwe de ji bo versîyona 3.0.0 min ji 30an zêdetir taybetîyan qedandin, lê ji ber ku di vê versîyonê de sîstem ji binî ve diguhere, hê jê re gelek ked lazim e. ya xirab ew e ku nikarim jê re wext veqeîtini û ji ber ku ev ji salek zêdetir e min kod nenivîsandiye, hinek jê dûr bûme. loma destê mi naçê.

@azad30: fonksîyona lêgerînê têra xwe berfireh e ya rastî. di vê peyamê de behsa bikaranîna wê tê kirin: sîstema nû ya tirşikê/52664



22.12.2019 17:12 | simurg56

248. ez gelek caran radyoya tirşikê vedikim stran dest pêdike lê dide. lê belê dema terz û cureya stranan diguherim radyo di cih de disekine.



22.12.2019 23:03 | roberz

249. endamên ku hejmara peyamên wan ser 100î be dikarin mijarên sîyasî vekin û li ser wan binivîsin. rewşek wilo niha li vir heye ku ji klîkeke pê ve kes nikare wan peyaman bixwîne. bi min divê ev cî de rabe.



29.12.2019 13:41 | yusiv hemed

250. yusiv hemed heq e. Temam bila sînorek hebe ji bo dîtin û nîvîsandina mijarên sîyasî lê 100 peyam zehf e bila dakeve dora 20 an hwd



29.12.2019 15:22 | azad30

251. çûna profîla xwe zehmet e. ez pêşiyê diçim panelê ji wir navê xwe ditikînim û diherim. heke girêdanka profîlê di vebijêrkan an di hundir panelê de hebûya wê çêtir bûya ez dibêm



05.01.2020 19:42 | berxweda

252. di beşan fîlman da hêdî hêdî gelek kes deng didin fîlman. li wir rêjeya tirşikvanan dayê heye lê li kêleka navê wan pûanên tirşikvanan hebe bê hîn çêtir bibe.



12.01.2020 12:15 | berxweda

253. @berxweda,
jixwe di rûpela fîlmê de mirov dikare bibîne ka kîjan nivîskarî çi pûanî daye fîlmê. min meselê fêhm kir.



12.01.2020 12:28 | simurg56

254. @simurg56
belê min niha dît. di nava şîroveyan de min nedît min go qey tune ye :/



12.01.2020 22:37 | berxweda

255. Ez hîn nizanim profîla xwe sererast bikim. Nizanim ezê çawa wêneyekî li profîla xwe bar bikim. Hinekî hêsan be bikaranîna wê baştir dibe.



13.01.2020 00:18 | dijberîst

256. divê format û nivîsên malperê ji nû ve li gorî qeyd û bendên rêbera rastnivîsînê were nûjenkirin/rojanekirin.



13.01.2020 10:22 | xelîl

257. Reklama tirşikê kême bi rastî ez jî bi şaşitî li tirşikê rast hatim heta wê rojê min tirşikê li ser tû malperan nedîtibû pêwîste hayê gel bi vê ferhengê bê xistin
Ez heta ji min tê ji heval û hogirê xwere behsa tirşikê dikim û ji bo endambûnê zextê didim ser wan bi xwûdê ev ji destê min tê



13.01.2020 14:30 | tîrêj zana 21

258. Dema mijareke nu hat vekirin pêwîste ji nivîskara hişyarî here da kû ê ku zude neketine tirşikê werin serîkî li tirşikêxin



15.01.2020 00:22 | tîrêj zana 21

259. gere serek a ku ale çepe herî zêde tişt le hatîye nivîsandin navan sereka da herî jor be. rêza sereka da serek gorî piranîya hejmarên nivîsen xwe jor ve ber bi jêr bê rêzkirin.



26.01.2020 14:06 | golikvan

260. Heke heval dikaribin rast bikin divê rengê bnr yê nehatine vekirin sor be û yê vekirî dîs heşîn bimîne

Hadê qewet bî



27.01.2020 20:34 | tîrêj zana 21

261. Di binê mijarada çend car hatine xwendin ango tikandin hebûna dê baştir û xweştir bûna lê heke tiştekî zehmet be çêkirina wê bila heval zêde serê xwe neêşênin tûne be jî dibe



02.02.2020 14:08 | tîrêj zana 21

262. tirşikvanên ku tiraliyê dikin mîjarên nû venakin in



12.04.2020 15:39 | brzn

263. (bnr: kirdkînuştoxî yê tirşik) seba çira kêm î? wel şima ser bivaro wel!



12.04.2020 17:41 | kajav

264. kêmasiyek mezin jî ew e ku kes mijarên balkêş en ku li ser tirşik û endamên tirşikê û kêmasiyên tirşikê nîn in nanivîse,

dema li milê çepê dinihêrim tev mijarên virtî û vala yên li ser tirşikê ne dibînim. bes e heyran.



12.04.2020 17:45 | xelîl

265. îro yekşem e jî lê moderator li vir nînin



12.04.2020 21:31 | de facto hozan

266. tirşikvan gelekê tênakevin û mijara venakin. mijarên mirovî pêşve bibe kêm in. goygoy jî heta derkê ye bira



13.04.2020 20:53 | lîfikê firaxê

267. pir in lê ne zêde ne *
erê mirov dikare di nava saetekê de jê re bi dehan kêmasîyan bibîne. loma erê pir in lê belê ne zêde ne, ji ber ku tirşik di gelek qadan de xebatan dike û ji bo platformekî wisa, evqas kêmasî ne zêde ne. ji ber ku li ser înternetê hemû qad ji bo kurdî vala ne, em hewl didin ku van valahîyan hemûyan tije bikin. weke mînak;
- beşa fîlman: li ser înternetê tu rêxistinek din ji bo kurdî binnivîsan amade nake. lê komek ji tirşikvanan ku gelek ji wan moderator in, li ser vê xebatê dikin. wergera fîlmekê ne karekî ewqas jî hêsan e. lê vaye em êdî her heftî herî kêm 2 fîlman diweşînin êdî.
- beşa ferhengê, ferhenga herî mezin ya li ser înternetê ye. hê nebû mehek, me 50.000 peyv li ferhenga zazakî zêde kirin.
- ji aliyê din ve ji bo ji-binî-ve guhertina sîstema tirşikê û sepana telefonan xebat destpê kirine.

ev çend roj in hevalên hêja gilîyên moderatoran dikin ku ne li hawirdor in. bi rastî jî em moderator têra rastkirina mijar û xeletîyan nakin. çimkî kar û îşê me jî hene. jixwe format loma heye. eger herkes li gorî formatê binivîse, wê tu problem jî dernekevin.
lê dîsa jî em ê hewl bidin ku bêtir hay jê bimînin.

welhasil, (bnr: şaredarîya mezin dixebite)



13.04.2020 21:19 ~21:19 | simurg56

268. Moderatorên tirşikê; haya wan ji malperê heye nizanim,
Gere nehêlin heqaret çêbibe,

Ka ev çi sernivîse (bnr: nexweşiya xwedînenasî)
Qey tirşik her diçe dişibe (bnr: ekşi) yê



13.04.2020 21:33 | afa

269. ji sala 2015yê heta niha ez tirşikê dişopînim û min îsal biryar da ku ez jî bibim nivîskarekî yê tirşikê. tiştek ket di aqlê min de: gelo tirşik.net ji xwe re qenalek ya YouTube veke û her heftî yekê bike mêvan, her heftî li ser hinek mijaran nîqaş bike, carinana weşanên zindî bike, carinan videoyên zanistî parve bike wê çawa be? bi ya min wê gelek baş be. hevalên moderator, vê pêşniyaza min binirxînin ha



13.04.2020 22:24 | soryazyus

270. Ez kêmasîyek grîng nabînim. Kêmasî tenê teralî û kêmbûna tirşikvanan e. Ji bilî Twitterê weke tirşikê platformek wiha tune ye. mobîl versîyonê tirşikê hebûya wê baştir bibûya Lê tunebûna mobîlê qîmeta tirşikê kêm nake.

Hûmarê Zazakînuştoxan zaf bibîne mi zî bi kêfweşî kirdkî nuştinî. La ez se bikera qîmeta kurdkî çinîya ê Kirdkî qet çinîya.



13.04.2020 22:31 ~23:04 | kajav

271. Se ke kajav vato zazakînuştoxê ma tay ê.çend ke destê mi ra yena ez nusena la hema zî ez gramera ziwanî bander nêbîya.heyf.



13.04.2020 22:42 | bayesar

274. Kêmasiyên, em zanin ku xilas nabin. tirşik dîse herdem li ber çavên min bêqusûr e. Lê tirşikvan xwedî qusûr in *

Bersiv j'bo soryazyus kêmasiyên tirşikê/120237

Mêhvandarî 3 roji in. lê ev 5 salin tu mêhmanê/a tirşikê yî newsa. Ê wela te eyb kiriye *

Erê, wekî dî, rast e. Heke me xebateke wilo kiribane zehf baş bû. qenala tirşikê ya youtube'ê ji xwe heye, lê ti kesî xwe nedaye berê. Belkî rojekê em Xebateke wilo jî bikin.
Ya rastî xendekî gotûbêjên bi nivîskî kiribûn. Lê dewam nekir.
Weke ekşî penaê em dikarin dest pê bikin.
Lînka qenala tirşikê: Here lînkê



14.04.2020 00:43 ~00:46 | gumgumok

275. Vê talîyê bo min mezintirîn kêmasiya tirşikê agahiyên objektîf in.
Yanî mesela tu mijarekê dixwînî, hemî şîroveyên mijarê giş şîroveyên subjektîf in. Hama bêje hiç agahî û zanîn û malumat tune ye. Elbet li vir ferhengeke interaktif e ferqa vê jî ew e lê meriv dîsa jî dixwaze di her peyamekê de hem şîroveyên subjektîf hem ji agahiyên objektîf bixwîne û fêrî tiştinan bibe



14.04.2020 22:42 | ferhenga şikestî

276. Her roj hema bêje 2 3 kes dibin endam û ji bo ku nikarin bi tirşikvanan re têkevine tevgerê (aktîvîteyê) û nikarin 10 peyaman temam bikin , dev ji tirşikê berdidin.Divê tirşik vî yekê bide berçav û wan kesan re hêsaniyek peyda bike.
Kesên ku dibin endam , naxwazin carekî de 10 peyaman binvîsin û diçin êdî nayên.Nizam lê divê tiştek baştirîn bê kirin.
Dîsa li rûpela beşa fîlman de , xeynê rêzeya fîlman , mirov dikare torrent çi ye , fîlm çawa tên daxistin , fîlm çawa tên temaşe kirin bide nîşan.
Kesên ku dixwazin fîlman temaşe bikin bila bi hêsanî ji vir bigihîjîn her tiştî.
Li ser tirşikê lêgerîna wan mijarên vekirî heke ku ew kes nû be pirr zihmet e.



25.04.2020 23:58 | brzn

277. Divê di binê her peyam û mijarekî de bijkoja "gilîkirinê" hebe ku peyam û mijarên derî formatê ji aliyê moderatoran ve bên dîtin û sererastkirin.



26.04.2020 00:03 | endazer

278. Yek ji wan kêmasiyan ev e ku ê ku heqeret dikin em nikarin ji reşik dayin pê ve tu tişt bikin! Ev çi bêexlaqî ye!!



02.05.2020 14:07 | alamutkalesi72

279. Di versîyona mobîlê de heta ku em li menûyê nenihêrin an jî em nekevin peyaman em peyamên nû nabînin. Ev jî were çareserkirin dê gelek baş be.



09.05.2020 04:16 | xabûrî

280. Divê şiyariya "te çepikek da peyamê" bê rakirin. Tiştekî beradayî ye.



09.05.2020 04:48 | giyanstêr

281. Kêmasiyên yek jiwan eve dema meriv çepik dide rûpel nehata nûnkirin wê baştirbûya.



24.05.2020 17:33 | shorbevan

282. mirov nikare peyamekî parve bike. Em bêjin te peyamek xwend kêfa te jê re hat û te xwest ji WhatsAppê parve bikî, nikarî. divê bişkoja parvekirinê hebe li biniya her peyamekê. bijkoja gilîkirinê ji xwe min beriya niha behs kiribû.



24.05.2020 20:31 | endazer

283. li ber mîjaran de nebûna navê kategoriyan.
li ber rêzeyan mîjarên çepê de jî dibe anku li ber sernivîsên mîjaran de jî dibe.Wek îkon anku wek nivîsekî piçûk.



28.06.2020 00:23 | brzn

284. Yek jê jî tunebûna anketa ye. Bi min ger li deşta tirşikê vebijêrka vekirina anketa hebûya dê gelekî xweş bibûya. Bi vî awayî mirov bi hêsanî karibû fikr û nêrînên tirşikvana an xwendevanên tirşikê fêr bibûya. Ger bê xwestin çêkirina wê ne pir zehmet e.



30.01.2021 22:38 | tîrêj zana 21

286. di legerin.php de pergala daxwaza ajax tunne ye. yanî lêgerînê realtime.
(bnr: jixweberlegerin_mijar.php)



20.05.2021 00:18 ~2021.08.06 16:11 | heval.js

287. li beşa fîlma dema mirov pûanê bi kusûrat dide fîlma, hişyarî bi tirkî tê dayîn. '! lütfen geçerli bir değer girin. en yakın iki geçerli değer şunlardır: -hejmara tam ya jê biçûktir- ve -hejmara tam ya jê mezintir-'

ji kerema xwe wê jî bikin kurdî.



10.06.2021 23:48 | tîrêj zana 21

288. ev ne problema sîstemê ye, browsera te bi tirkî ye *
hhahahahahahahahaha



10.06.2021 23:56 | heval.js

289. (bnr: heval bes lêxi zilam mir)



11.06.2021 00:44 | navîgiranmezelîwêran

290. Dubareya kêmasiyên tirşikê/133909

Di rûpela lêgerînê de (legerin.php) lêgerîna jixweber naxebite.

Dema mirov di qutiya lêgerînê de tiştekî dinivîse û pê li enterê dike, ku mijarek bi vî navê hebe mijar vedibe lê ku tune be, rûpela lêgerînê vedibe û dibêje * îcar ku mirov bixwaze li tiştekî din bigere pêşniyar nayên. divê here rûpeleke din û lêgerîna xwe bike. Ev yek jî pir zor e yaw, ne wer? *

Sedema wê heval.js bnr kiriye. Min lê nenerî lê îhtîmaleke mezin ew e.



06.08.2021 16:08 | mergehez

291. (bnr: notên kûl û derdan)



27.12.2021 22:53 | heval.js

292. nivîskar..



22.08.2023 16:06 | horhorik

293. (bnr: xwedî)



22.08.2023 16:44 | cinorek

294. Nivîskarên wê kêm in, sîstema wê xirab e, xwênerên wê kêm in. Taybetî di sîstema wê de problemeke mezin heye, mirov çend tiştan dinivîse û diçe pencereyeke din an jî sepaneke din dema vedigere tiştên hatibûn nivîsîn hemû jê diçin. Gelek caran min ji ber vê kêmasiyê nivîsên xwe yên nîvco mayî ne weşandin. Eger yên pêwendîdar van gazindan dibînin bila çêkin kerama xwe.*'*



23.08.2023 00:25 ~00:26 | bayê xerbî

295. Li hin nivîskaran de têgihiştin *

ez dibêm havînê xwe ewqas aciz nekiriye li hember vê peyamê * havîna 2023'an/142729



23.08.2023 16:38 | navîgiranmezelîwêran

296. Tunebûna sepana wê



23.08.2023 23:02 | cezmîkurd

297. li ser her çepik an reşşikan rûpel refresh dibe.
yaw em hatin kîjan salê**



24.09.2023 22:06 | ciwanzêr

298. Kengî ji tirşikê derkevin û tekevin divê em dîsa şîfreya xwe binivîsin. Ji wê yekê gelek nivîskar ji xwe nabînin tekevin tirşikê.



25.09.2023 21:08 | horhorik

299. Xweyî kî ji tirşika bêxwedîre lazime ez dîsa bela xwe û moderatora têkim tevî hev lê armanca min ne textê wane ne nanê wane tevekê nivîskara kirine moderator yek bi şaşî herfek rastnake endazer ka lawo wiya evê meriv wî bike moderator sal salewext razaye xwedê jî zane nizane li kuye viya



27.09.2023 21:42 | shorbevan

Hemûyan Bixwîne