Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


34 mijar û 51 peyam
kêmasiyên tirşikê - tirşik
kêmasiyên tirşikê
(62) (6) (39)
di mijarê de bigere

186. agahî: problema nekarîna barkirina fîlmên nû, hat çareserkirin.



04.12.2015 23:12 | simurg56

187. Mijara ğê nay vekirin.



08.12.2015 15:59 | sloujouc

188. tişteke seyr e bi rastî jî. min jî ceriband lê venabe. willehî tirşik malpereke esasî ye. vaye zane ne bi kurdî ye!*



08.12.2015 16:17 | azadixwaz

189. radyoya tirşikê di chromeya mobîlê de stranan xweber naguhere.

-berê qet lênedixist *



edit: spas simurg *



09.12.2015 01:52 ~2015.12.10 00:19 | berxweda

190. agahî: ji bo jixweber lêdana radyoyê me çareseriyê li vir nivîsandibû: radyoya tirşikê/74110



sedema vê kêmasiyê astengiya chromeê ye.



09.12.2015 18:17 | simurg56

191. di rûpela peyamade dema meriv rûpel nûn dike peyam dubaredibin ji wîre kemasîya tirşikê tê gotin.



21.01.2016 00:57 | shorbevan

192. ne zêde ne lê di beşa filmande nikarim lêgerînê bikim, xeletiya 404 derdikeve, qet nizanim ka çi ye.



21.01.2016 01:08 | azadixwaz

193. agahî: pirgirêka "ne zêde ne lê di beşa filmande nikarim lêgerînê bikim, xeletiya 404 derdikeve, qet nizanim ka çi ye." hat çareserkirin.



23.01.2016 00:42 | simurg56

194. kêmasiyên bi rastî jî ya li jor hatî gotin jê kêm buyî. spasdar im.



23.01.2016 13:09 | azadixwaz

195. mixabin gava meriv dikeve tirşikê navê me dixwaze. lê bila meîlê bixwaze, bes e. gava ez navê xwe dinivîsim û compitur qeyd dike kesên din jî navê min dibînin û ez naxwazim kesek navê min ê tirşikê bizanin.



23.01.2016 22:47 ~23:57 | wiha wilo wisa

196. fonksiyona bnr'yên vala niha çewt dişixule.ne tenê yên vala, hemûyan nîşan dide.



28.04.2016 22:31 | bayesar

197. wexta mirov di peyamê de "tab"ê bi kar bîne, pergal "tab"ê jê dibe û xuyaniya peyamê gelekî diguhere. mesela ez carinan dixwazim kodan binivîsim û tab bi kar tînim (ji bo ku, kod baştir bê xwendin) lê piştî ku peyamê dişînim lê dinerim ew tab hemû çûne!



24.06.2016 00:31 | mergehez

198. wekê ekşiyê, dema mêvanên tirşikê bikevin tirşikê hewce ye, kolajek ji peyamên heta niha herî zêde çeppik standine deyne pêşiya wan wekê îkram pergala tirşikê, lê kaa?!

û divê fonksiyona peyamên taybet jî were başkirin û pêşvebirin.

- divê mirov bikaribe di carekî de hemû peyamên xwe yên ligel nivîskarekî jê bibe.

- û jêbirineke teqez û jêneger! gava dî dema min xwest ez peyamekî ji nivîskarekî re binivîsim, ku berê min hemû peyamên xwe û wî jê biribûn, min dît, ku hemû peyamên min li chê xwe sekinîne. yanî peyamên ku min jê birine, di eslê xwe de jê neçûne, an simurg56 cardî biçek ruhê şirîn bi ser wan de berdaye, an şeytanqûnî bûne, ji ava nemiriyê vexwarine.



07.09.2016 02:55 | endazer

199. li beşa peyamên taybet navê nivîskara hebe(lêgerinekî) ji bû meriv dema peyam bişîne meriv welat bi welat negere



28.09.2016 19:30 | shorbevan

200. peyamên(taybet) meriv jêdibe meriv bira bikaribe cardin weyne *



28.09.2016 20:01 | shorbevan

201. Em li ser navê mijarekî ditikînin pêşî dîsa navê mijaran ya bi rêzkirî derdikeve. Gava em pê lê kir pêşî peyam derbikeve baştir bibe. Ji bo androidê dibêjim. Ê windows tê bîra min ne wiha bû ger ez şaş nebim.



15.05.2017 02:02 | rûbar

202. kêmasiyên tirşikê/99274
ji bo min jî ev problem e. bawer im ji bo gelek nivîskarên din jî problemek e. şûna vê yekê weke navbarê butonek heba û wexta me bixwasta me kariba li lîsteya mijaran bineriya wê gelek baştir ba. her carê ji bo dîtina peyama çûna jêrî rûpelê gelek zehmet e..



15.05.2017 06:56 | mergehez

203. Di nav beşa panelê de pê lê logoya tirşikê dikim lê venagerê serûpelê. Li panelê de dimîne. Divê ez vekim menûyê. Ji wir jî bitikînim logoya tirşikê ya malê. Tenê wê çaxê rûpel vedigerê rûpela serekeyê. Wisa jî bikarbar nabê bi rastî.



18.05.2017 07:42 | rûbar