Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 41 peyam
kêmasiyên tirşikê - tirşik
kêmasiyên tirşikê
(62) (6) (39)
di mijarê de bigere

20. tunebûna derfeta dîtina peyamên herî baş ê mehê ,ê roj an jî ê heftiyê .



06.10.2013 22:26 | brusk56

21. tunebûna rengên kesk,sor û zer kêmasîk herî giringe.



21.11.2013 13:53 | karmatî

22. tÛnebÛna kesk,sor Û zerÊ yan jÎ tÛnebÛna ala rengÎn ne kÊmasiyÊk e ji bo tirşik e.

ji ber ku tirşik.net ferheng e. lowma dive reng Û şekÎl nekevin peşiya peyvan. heger hÛn dikarin li vir reng Û ala xwe bi peyvan çÊbikin. finish.



21.11.2013 17:16 | cinorek

23. nekarîna nivîsandina bi tîpên mezin/girdek, eslê xwe de ne kêmasiyek e. bi zanistî wisa hatiye çêkirinç jixwe hemû ferhengên înteraktîf de nivîsandina bi tîpên girdek, qedexe ye. eslê xwe de nivîsandina stûr jî piraniya ferhengan de tune.

sedem jî ew e ku nivîsên ferhengê de çavên mirov aciz neke û bala ji naverokê nestîne.

çiqas nivîs zehf be, çiqas materyalên dîtbarî hindik bin, ji bo ferhengê ewqas baştir e. mantiq ev e.



21.11.2013 22:46 | simurg56


25. ne ferhengeke kurdistanî ye lê ferhengeke "bakurî" û "tirkiyeyî" ye.

belkî ne tawan û sûcê ferhengê be lê sûcê nivîskaran be.

sedem çi be ev kêmasî di nerîna min de mezintirîn kêmasiyan e.

(bnr: bakûrîzm)



17.12.2013 05:42 | dijber

26. ji xwe re ferhengÊn tirkan mÎnak girtiye. ew kemasiya wê ya herÎ mezin e. ya din jî disa mina wÊ ye ku tenê kurdÊn bakÛr li vir teqalÊn.



17.12.2013 15:25 | şoreşa penûsa kurdî

27. kêmasiyek wê ev e: şopandina mijara tune ye. bi rastî aniha hewce nake lê piştî demekê dê hewce bike.

kêmasiyek din jî ev e: lêgerîn tune ye. bûtona "bigere" heye lê naxebite



07.02.2014 05:19 | mergehez

28. vekirina mijaran. mesela dicle - dîcle - dîclê - diclê - dîçlê - .... ku ji vanan yek berê hatibe vekirin dema em bixwazin yek ji vanan din vekin em nikarin, me dişîne mijara pêşîn hatiye vekirin



23.02.2014 03:57 | mergehez

29. gava li mijarek bigerî tîpa "î" û "i", "e" û "ê" .... je hev naqetîne.

mîsal: hun li "dil" û "dîl" bigerin dîl qet dernakeve.

mîsal: "ker" û "kêr"

mîsal: .......

tu bixwazî mijarek nû, binavê kêr, yan dîl vekî sîstem nahêle.

texmînamin van tîpan wekhev dibîne.

belkî ez nizanim lê bigerim.

-- xuya ye ez nizanim lê bigerim. dîl , dil



03.03.2014 01:02 | dara berrûyê


31. (bnr: kêmasiyên tirşikê)



03.03.2014 01:06 | mergehez

32. min di vê /28670 peyama xwe de bi dirêjî behsa rêya seyar a çareseriya pirsgirêka jorîn kiriye..

ji bo nimûne kêliyeke berê min xwest ez mijara dîl vekim lê ji ber pirsgirêka berbehs min nekarî ez vekim, min jî tîpek lê zêde kir û mijara xwe bi navê dîla vekir, paşê bi destûra bilind ya ku min ji konseya rêveber ya tirşikê wergirtiye, ji obsiyona birêvebirinê navê mijarê wek dÎl guhert..

yanî hûn ê heta ku çareyeke mutleq û esehî jê re bê dîtin mijara xwe bi tîpeke kêm an zêde vekin û peyama xwe di bin re binivîsin û ji moderatorekî bixwazin ku navê mijarê bi navê wê yê rastî re biguherÎne.. ok?



03.03.2014 01:13 | endazer

33. li gorî min pirsgirêka herî mezin dema ku bi rêya mobîlê têdikevî nivîs ser pişta hev in.



03.03.2014 01:56 | devjeni

34. lobiya reşşikan/31384



17.03.2014 00:02 | brusk56

35. yek jê li tirşikê nebûna forma têkiliyê ye. wê rojê hesabê min hate dizîn lê min nekarî bi rêveberiyê re bikevim têkiliyê. min go derdê xwe ji patronê mezin sîmurg beg re bêjim li ser twitterê lê belê efendî qeraseyê zilaman e ji loma jî herkes nikare lê bişopîne û jê re binivîse. min go hesabeke nû vekim li tirşikê û jê peyamekê bişînim ji patron re. lê belê heta ku ez bûme nivîskar û heta ku min destûra şandina peyaman wergirt nîvê ûmrê min çem û çem çû.dema ku mirov bixwaze şîfreya xwe bişîne e-maila xwe jî pirsgirêk dertê. taliya talî ez gihîştim mirada xwe lê belê navê min guherî



06.04.2014 12:18 | oxir

36. ezê çewa mijara "tîr" û "ter" vekim? moderator xêra xwe vekin.



12.04.2014 00:16 | dara berrûyê