Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    5 mijar û 4 peyam
    arya stark - tirşik
    arya stark
    (0) (0) ecêb (0) (8)
    di mijarê de bigere

    1. karaktereke aşopî ya pirtûkên nivîskarê amerîkayî george r. r. martin yên bi ji rêzepirtûkên a song of ice and fire lê ne min û texmînne gelek kesên dî jî ew ji rêzefilma game of thrones.

    di rêzefilmê de qîza biçûk ya eddard stark û catelyn starkê ye û kêfa hemû temaşevanan jê re tê ji ber ne wek xuşka xwe sansayê lê arya mêrxasek e.



    2015.09.24-02:00 | dijber

    2. Keça rehmetî Lord Stark e * Keçekek gelek hunerwer û jîrek e.



    2015.09.24-15:51 | behdînan

    3. Lehengeke Rêzefilma game of thrones a weke hemu lehengên din, bawerim, wê bimire.



    2015.09.24-16:59 | azadixwaz

    4. Lehenga ku hê nemiriye *



    2016.08.19-16:22 | biaqila malê

    5. Di sezona heftemîn ya game of thrones ê de bi tolhildana xwe dilê temaşevanan rehet kir û nîşanî herkesî da ku bakur ji bîr nake. Ay lav yu keça ned stark.

    Leave one wolf alive and the sheep are never safe.



    2017.07.31-05:14 | biaqila malê

    6. When the snows fall and white winds blow, the lone wolf dies but the pack survives.


    di sezona dawîn ya game of thronesê de night king kuşt û hemû mirovên zindî ji miriyan xilas kir. di beşa 5em de li pey cerseiyê ketibû lê ji ber ku daenerysê hemû bajar xira kir arya jî negihîşt mirazê xwe. gelo wê di fînalê de çi bike, pir meraq dikim.



    2019.05.14-03:34 [guhertin:2019.05.14 15:53]| roza

    7. lehenga ku emrê xwe di riya hînbûna hinek sêhran de xerc kir lê di şerê herî girîng de, van qabîlîyetên xwe bi kar neanî. nizanim nexwe çima rêzefîlmê evqasî li dora an meseleyan gerandin. ya rastî dizanim: senarîstan rîtin nav senaryoyê de ji ber ku pirtûk hê nehatibû nivîsandin.
    lê dîsa jî ji fînala got'ê hêvîyên min hene ji bo wê û bran.

    bila arya xwe bike di şûna jon de û daenerysê bikuje. bran jî bila ejderhaya wê "warg" bike ku nekare li ber xwe bide *



    2019.05.17-23:56 [guhertin:2019.05.17 23:55]| simurg56

    8. lehenga ji ser miriyên mîrê şevê firiya û mîrê şevê kuşt. Heke ewqasî hêsan bû çima qertelan hungiliskê nebir?



    2019.05.18-01:35 | berxweda

    9. dibêjin mêrikê ku heta niha nizam çend sezon e kesî nikaribûye bikuje û ev mêrik heta herikîna xwîna merivan bile hîs dike, bi destê vê keçika piçûk hatiye kuştin *

    û miletê amerikayê li ser vê sahneyê girîyane. heyf..
    atilla ilhan çi gotibû? ''tu insan î, du mîlyar can î.. halê dunyayê ecêb bûye..''



    2019.05.18-22:48 | hozan serhad

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    kesê ku qet game of thrones temaşe nekiriye û pubg neleyîstiye [1]
    kesê pîroz e, kesê bimbarek e, kesê bilind û mezin e. lazim e were ...
    galatasaray [1]
    timeka futbolê ya tirkîyêye lê tim bi hîle dibin şampîyon û navê wê û ...
    vladivostok [1]
    bajareka rûsyayê ye. cihê xwe pir staretejîk e. di navbêra (vbnr: K...
    frantz fanon [1]
    nivîskarê dij-kolonyalîst ku îlham daye gelek tevgerên dij-kolonyal. ...
    steve biko [1]
    nivîskarê dij-apartheid, dij-nijadperestî. di sala 1946an de li afrîka...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » aryas javan

    Kategoriyên mijarê:: sinema
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî