Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 44 peyam
sputnik kurdistan - tirşik
sputnik kurdistan
(7) (0) (8)
di mijarê de bigere

1. ajansa nûçeyan a rûsî ye, êdî bûye kurdî jî. ser xêrê be, daxuyaniya malperê:



Ajansa Nûçeyan Spûtnîk dest bi portala înformasyonî ya bi zimanê kurdî dike. Malpera nû ya bi navnîşana krd.sputniknews.com  wê nêrînên cuda yên li ser mijarên aktûel ên navneteweyî biweşîne. Ji bikarhênêrên portala nû re wê her weha formata nûçeyan a înternet-radyoyê jî bête raberkirin. Malperên Spûtnîkê yên wêneya cîhana pircemser vedibeyînin, ji bo girseyên li ser hevberîkirina koma nêrînên alternatîv  balkêş, hatine sêwirandin. Portala bi zimanê kurdî wê di nav malperên înformasyonî yên bi zimanên ingilîzî, fransî, sirbî, portûgalî, erebî, hindî, polonî, îtalî, çekî, vîetnamî, japonî, koreyî, farsî, ûrdî, darî, pûştî, almanî, spanî, çînî, tirkî, kirgizî û abxazî de cihê xwe bigire.Redaktora sereke ya ajansê Margarîta Sîmonyan derbarê xebatên Ajansa Nûçeyan Spûtnîkê de wisa dibêje: ``Spûtnîk navgîna hevdem a înformasyonên girseyî ye û berî her tiştî jî, bi bergeha têgihiştina cîhanê ve ji çapemenîyên din cudatir e`.Kalîteya înformasyonên di krd.sputniknews.com ên di rejîma 24/7  têne weşandin de, bi profesyonalîzma bilind a rojnamevanên wê û  bikaranîna formatên mûltîmedyayî têne kifşkirin. Malper ji xwînêran re naverokeke berfireh raber dike: înforgrafîk, video, fotoroportaj, online-weşan, internet-dengdan. Ji bilî nûçeyên lezgîn, Spûtnîk her weha ji xwîneran re gotarên analîtîk, hevpeyvînên taybet û nirxandinên eksperan raber dike. Ajansa nûçeyan û radyo  Spûtnîk (sputniknews.com) bi navendên înformasyonî yên mûltîmedyayî li dehan welatan weşanê dike. Spûtnîk di nav xwe de weşanên radyo yên analog û dîjîtal, sepanên mobîl û rûpelên torên civakî dihewîne. Ji bo aboneyên Spûtnîkê yên nûçeyên nûjenkirî bi zimanên ingilîzî, erebî, spanî û çînî 24 demjimêran weşan tê kirin.



Malper

Here lînkê



Nûçe:

Here lînkê



14.04.2015 13:26 | xendekî

2. (bnr: sputnik news)

(bnr: ji lêgerînê bawerkirin)*



14.04.2015 14:35 | ceso

3. xweş bûya. her sipas ji bo wê karê giring. dive em her tim tiştên wusa pîroz bikin. ki kevrek ji bo zimanê kurdî hildide ew pîroz e. simurg56 jî pîroz e.



14.04.2015 18:08 | cinorek

4. Sputnik, yek ji ajansa navdar ya ûrûs e ku ji îro pêve dê weşana kurdî jî bike.



Here lînkê



http://krd.sputniknews.com



14.04.2015 18:12 | seydayê_peyvan

5. malpera ku ev demek e dişopînim û diecibînim. xuyaniya malperê wan xweş e.

hejmara nûçeyên rojane ne zêde ne lê kurdiya wan xweşik e.



22.04.2015 22:56 | simurg56

6. stara xwudê li ser be wekê eynikekî dibiriqe, çawa min lÎnka malperê tikand, wekê ku tavê dabe çavên min, çavên min êşiyan..

û wek li jor jî hatiye gotin hejmara nûçeyan kêm e, lê naveroka nûçeyan mirov têr dike, zimanê wê xweş û rewan e û ûslûba çêkirin û ragiahndina nûçeyan jî têra xwe profesyonel e biçekî dişibe elcezîreyê..



22.04.2015 23:04 | endazer

7. malparên wisa hebin parvekin em indî di rûdaw û anfa da kufikî bûn Kurm ketin me.



23.04.2015 12:16 | shorbevan

8. ecêb e lê ji gelek malper û rojnameyên kurdan bêtir li ser xeta kurd û kurdistanê ye, ez dibêjim xebera hikûmeta rusyayê ji weşanên malperê nîne nexwe niha derî û derebe lê dadabûn.. ji bo nimûne, ji bo wan kesên ku di xwepêşandanên li mahabadê ji aliyê asayîşa îranê ve hatine kuştin, di nûçeya bûyerê de gotine ''şehîd''.. analîza li ser serdana barzanÎ ya ji bo amerîkayê, tu wê bêjî qey barzanÎ bi xwe rûniştiye û nivîsiye..



09.05.2015 01:40 | endazer

9. (bnr: dengê rusya)



14.05.2015 00:24 | ceso

10. ajansa fermî ya dewleta rûsyayê ye ku berê bi navê dengê rûsya weşanê dikir. wê rojê gava ez ketim malpera dengê rûsayê ev hişyarî derket pêşiya min

Here lînkê



Yanî ev malper ji xwe ji berê de hebû tenê nav û dîzayna xwe guherand.



14.05.2015 00:42 ~00:43 | ceso

11. malpera ku tenê ji bo piştgiriya wê be jî têdikevimê û çend nûçeyên wê dixwînim.

da ku nebêjin vaye nayê xwendin û xizmeta bi kurdî ya malperê negirin.



28.06.2015 19:27 | simurg56

12. bikaranîn û rastnivîsa kurdî ya vê malperê gelek xeletî dihewîne. di înfografan de i'ya gir bi noqte hatine bikaranîn bi muntezam! li vê NÛÇE-KARÎKATURÊ ji dya re gotiye abd a tirkî: Here lînkê li vira çima -n'ya veqetandeka -an'ê nenivîsandine nizanim. Here lînkê ev bikaranîn devokî ye ne yê standart e.(û gelek cihan min dît.) û çendên din...



18.09.2015 11:47 ~2017.04.19 14:16 | biruya hayao miyazaki

13. omer faruk baran digot ez ê derbasî vê ajansê bibim. Divê derbas bûbe heta niha lê kes qalê nake..



18.09.2015 11:59 | mergehez

14. bo kurdî karek giring e. dive be ecibandin.

malper: Here lînkê

twitter: Here lînkê

facebook: Here lînkê



27.09.2015 18:52 | cinorek

15. berê min li vir jî nîşan dabû sputnik kurdistan/76196

di vê danasîna nûçeya wan a bi navê "peresîna iphonê" tirkî ye.



cihê ku tirkî ev e: Apple, San-Francisco kentinde yeni iPhone 6S ve iPhone 6S Plus akıllı telefonlarını tanıttı. Yeni modeller, 4 renk seçeneğiyle satışa sunuldu. Eski seçeneklere bir de “Roze Altın” eklendi.



Bêhtir bixwîne: Here lînkê



ev rê dide ku çavkaniyên wergerên vê malperê tikî ne. min jî hêvî dikir, xebatkarên wan êzîdiyên rûsyayê ne lê yê aşkere bû ev e ku beşa kurdî, bi eslê xwe beşa sputnik türkçeyê ye.



27.09.2015 23:58 ~2015.10.01 23:06 | biruya hayao miyazaki

16. malpera ku hingî diçe baştir dibe. hejmara nûçeyan zêde dibin.

carina tenê ji bo ku hejmara tikandina wa zêde bibe, dikevim malperê. ji bo ku malper ji ber xwedîlêderneketinê neyê girtin.



di binê nûçeyan de diyar e ku ew nûçe çend caran hatiye xwendin. berê, ev hejmara 100-200 bûn lê biha dibînim ku 2-3 hezar in.



16.10.2015 21:43 | simurg56

17. Malpera ku çend roj in rasta lînkên nûçeyê wê têm. Min heta niha nedizanî ev çi malper e. Heta min got bawerke ev jî ji yek wan malperên beredayî ne ku hemû nûçeyên wan copy-paste û derew in.

Aha niha hîn dibim ku ajansekî rusî ye. Êdî hûrmetek gelek mezin hîs dikim jê re *



17.10.2015 00:47 | brusk56

18. min berê jî peytekî kurt parvekiribû li ser kurdiya sputnikê. bi rastî jî êdî ez bi dilrehetî dikarim bibêjim ku ji nûçeyên sputnikê ya tirkî bo kurdî tê wergerandin. wekî mînak li vê nivîsê binêrin:



Serokê Dewleta Amerîkayê Barak Obama li hemberî îdiayên namzetên Cumhuriyetçiyan bi awayekî tinazî bersiv da. Here lînkê

cumhuriyetçî çi ye law! ji xwe bibînin û têkevin voa(dengê amerîka) û carekî komar binivîsînin wê mîna vê nûçê derkeve: Komarî di Hilbijartinan de Serkeftineke Mezin Dest Xistin.



li vê înfografîkê ji bo peyva "lez"(a firîna balafirê) xiz hatiye gotin ku "hız"a tirkî ye:

xiza rajorîn: 940 km/saet

Here lînkê



03.11.2015 23:20 ~23:20 | biruya hayao miyazaki

19. ajansa ku li ser androidê xwediyê bernameyek gelek xweşik e. heta di nav bernameyên nûçeyan de belkî ya herî baş be. ji hêla naverokê jî baş e.



03.11.2015 23:30 | paşê min got what the fuck

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» sputnik kurdistan
» kurdistan-photolibrary.org

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi nuce malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî