Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
sputnik kurdistan - tirşik
sputnik kurdistan
(7) (0) (8)
di mijarê de bigere

20. mixabin wergera nûçeyan ji tirkî dikin. min di înfografîkeke wan de dîtibû ku orjînal nivîsê ya bi tirkî ji bîr kiribûn jê bibin û wisa mabû.

aha min dît: Here lînkê



di ravekirina balafirên su-30'an de wisa dinivîse "sayisi bilinmiyor";

Here lînkê



04.11.2015 21:26 | simurg56

21. malpera beşa kurdî nuçeyên xwe ji malperên din ên bi kurdî dide hev. min niha hinekî li nuçeyan nêrî di pêşiya piraniya nuçeyande dibêje li gorî nuçeya filankesî.. min rudaw, anf, basnews, kurdistan24 dîtin.

ma min bixwesta vaye Here lînkê



24.11.2015 18:36 | azadixwaz

22. êdî ne mîna malpera ajansekê ye, mîna malpereke pkkê ye. hema her rj dibêjin li vir 10, li wir 15 leşkerên tirk hatin kuştin. lê ya ecêb ew e ku van nûçeyan di beşa tirkî de naweşînin.



02.02.2016 20:04 | simurg56

23. malpera pir nêzikî anfê. bawerim ji ber ku rus ji tirkan aciz in bi zanebun rêveberiya vê beşê dane pkkiyekê.




24. Mirov dikarê bibêjê anfya Rusyayê ye. Nûçeyên wê de nêrîn û gotinên propangandayê gellek in. Her wekî baskê propagandayê ya PKKê dixebitê. Lê hindik jî bê ji anfê nermtir e û kêmtir derewan dikê..



01.03.2016 23:40 ~23:42 | nan û av

25. malpera ku ez bawer im tu eleqeya wê û sputnika rastîn tune.

nûçeyên di vir de tên weşandin bi zimanên din yên sputnikê nayên weşandin, min berê jî gotibû.

ji xeynî wê zimanê wê jî gelek bi problem e.

weke mînak sernivîsa nûçeyê ev e: Li Enqereyê polês êriş kir: Kuştî û birîndar hene

lê dema mirov nûçeyê dixwîne, dibîne ku polîsan di nav hev de pevçûnek kirine û paşê polîsek polîsek din kuştiye fîlan.

ma sernivîsa vê nûçeyê diviyabû wisa be?

Here lînkê



ji me re malperên wisa ne lazim in. jixwe tije malperên wisa partîzan û alîgir hene. ji me re malperek bi rastî ya nûçeyan lazim e. weke mînak bbcya tirkî wisa ye. hewl nadin dilê xwendevanên tirk xweş bikin, tenê karê xwe dikin û hema bêje tu caran tu şîroveyan nakin.

ajansên nûçeyan divê wisa bikin.

ez carinan li bbc, routers, yahoo û hwd. malperên îngîlîzî dinêrim ku bizanim ka dinya bûyeran çawa dinirxînin. sputnika kurdî jî encax ger vê derfetê bi zimanê me bikare bigihîne me, wê watedar be.



20.03.2016 00:15 | simurg56

26. Yek ji malperên nuçegihanê ye, bi zimanê kurdî ye. Li gor malpereke rûsî gellek serkeftiye. Malpera bi zimanê rûsî a spûtnîkê a bingehîn Alîgirê politikayên rusiyê û vê yekê her kes jî zane. Ne mîna Al jezire anjî Bbc,Cnn ye. Lê sputnîk kurdistan gelek cudaye. Giraniya nûçeyan derbarê politikaya kurdan e, herêmiye û derheq kurdan da jî alî nagre. Û xûya dike ku xebatkar û kedkarên wê welatparêz û dildarê kurdistanê ne.



20.03.2016 00:35 | qertewîn04

27. Malpereke rûsî ye ku bi kurdî jî weşanên xwe dike. Lê belê ez wê malperê hem bi tirkî hem jî ni kurdî dişopînim tu elaqeyê nûçeyên bi her du zimanan tune ye. Tirkiya wê ji kurdiya wê baştir e.



Hem zimanê wê baş nîne, dibe ku ji tirkî tê wergerandin û bêhna mêjê tirkî jê tê. Û ya dî nûçeyên wê gelekî ji awayekî fermî re dûr e. Her wiha nûçeyên wê ji sputnika rasteqînê girêdayî nîn e.

Heger em li BBC tirkî binêrin pirsgirêkên wiha tune ye.



Nizanim kî çima wisa dike.



20.03.2016 01:28 | endazyar

28. organa mediyaya rûsî ye ku tenê bi armanca propaganda dewleta rusiya bimeşîne. Armanca wê tenê parastina berjewendiyê dewleta rusyayê di şerê jeopolitikayê de, bi taybetî li dijî nato û hevkarên wê. bi gelek zimanan weşanê dike ji bo ku bandorê li nîqaşên hindurîn ya dewletan bike û gelek caran jî dike.



20.03.2016 18:34 | hola êzîda

29. vaye çend roj in li tirkiyê qedexekirî ye. him ya tirkî him ya kurdî hat astengkirin.

piştî astengkirinê, rêjeya xwendina nûçeyên wan gelek kêm bûne. berî hejmara xwendina nûçeyên popûler 1-3 hezar bû, niha 50-100 fîlan e.



hûn dikarin bi alîkariya zenmate'ê, bi hêsanî têkevinê



20.04.2016 12:03 | simurg56

30. malpera beriya hevdîtina erdoxan-putin, bi malperên tirkî û îngilîzî ve qedexeya ser hatiye hilanîn. bi heman awayî nuçegihanî berdewam e. lê malpereke çawa be jî kurdî ye û ji rusyayê ye, bila bidomîne.



08.08.2016 12:40 | azadixwaz

31. her çiqas mîna berdevkê pkkê be jî divê were piştgirîkirin. piştî hat qedexekirin jî ez diketima û min çend nûçe dixwendin. ji bo ku malper neyê girtin. piştî qedexeyê, hejmara xwendina nûçeyan gelek kêm bûbû.

divê em li malperên wisa xwedî derkevin ku ajansên mezin hemû dest bi weşana kurdî bikin.



08.08.2016 21:27 | simurg56

32. malpera qasî dibînim ji alîgiriya pkkê xelas dibe û dibe yeka kurdistanî *
malpera di van rojên dawî de ji tunebûna rojnameyên şopandinê asta wê ya şopandinê bilind bûye.



22.10.2016 23:49 | berxweda

33. li hêla nûçeyên zanyariyê ve tu malperên nûçe yên bi esil kurd nagiheje nenûkê vê malperê. gelek caran min li ser bikaranîna kurdî yên wan rexne kir lê belê pir caran nûçeyên zanyariyê yên rojane/nû hin dikarin bi zimanê kurdî li vê malperê bişopînin. erê me dixwest ji % 100 bibaya servîsa nyt an cnnê.asoxî em dikarin bibêjin ku mêrxas û jinxasan qîmetê didin xwînerên kurdî. ji bo vaya jî şukir j'xweda re.



01.04.2017 21:07 ~21:10 | biruya hayao miyazaki

34. malpereke bêalî û aktiv dixuye. di van demên dawîyê de hecko bastir bûye. bêhtir hevpeyvîn analîz û nûçeyên çandê û hunerê ce dikin. disopînim û dixwênim.



16.11.2017 18:50 | diclefirat

35. Malperê ku bi daxwaza moskowê ji aliyê sputnikê ve hatiye girtin e. Sedem nehatiye dayîn lê kifş e ku rûsî naxwazin tirkan bixeyidînin.



03.11.2018 18:05 | xelîl

36. ez difikirim ku vê ajansê we dîsa bê çalakî kirin. ji ber ku tekîlîya tirkîya û rusîa xirabtir diçe. polîtîkayen welaten ewqasê bi berdewamî diguherin.



04.11.2018 13:22 | tekoser

37. Madem ku evîna tirkiya û rûsyayê bidawî bû Ez hêvî dikim Birêz putin ê di demek nezîk de servîsa sputnik a kurdî disa veke.



28.02.2020 13:57 | cinorek

38. ma ne hate girtin ?



07.05.2020 04:18 | rizgan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sputnik
» kurdistana başûr

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi nuce malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî