Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 52 peyam
sputnik kurdistan - tirşik
sputnik kurdistan
(7) (0) (8)
di mijarê de bigere

1. ajansa nûçeyan a rûsî ye, êdî bûye kurdî jî. ser xêrê be, daxuyaniya malperê:



Ajansa Nûçeyan Spûtnîk dest bi portala înformasyonî ya bi zimanê kurdî dike. Malpera nû ya bi navnîşana krd.sputniknews.com  wê nêrînên cuda yên li ser mijarên aktûel ên navneteweyî biweşîne. Ji bikarhênêrên portala nû re wê her weha formata nûçeyan a înternet-radyoyê jî bête raberkirin. Malperên Spûtnîkê yên wêneya cîhana pircemser vedibeyînin, ji bo girseyên li ser hevberîkirina koma nêrînên alternatîv  balkêş, hatine sêwirandin. Portala bi zimanê kurdî wê di nav malperên înformasyonî yên bi zimanên ingilîzî, fransî, sirbî, portûgalî, erebî, hindî, polonî, îtalî, çekî, vîetnamî, japonî, koreyî, farsî, ûrdî, darî, pûştî, almanî, spanî, çînî, tirkî, kirgizî û abxazî de cihê xwe bigire.Redaktora sereke ya ajansê Margarîta Sîmonyan derbarê xebatên Ajansa Nûçeyan Spûtnîkê de wisa dibêje: ``Spûtnîk navgîna hevdem a înformasyonên girseyî ye û berî her tiştî jî, bi bergeha têgihiştina cîhanê ve ji çapemenîyên din cudatir e`.Kalîteya înformasyonên di krd.sputniknews.com ên di rejîma 24/7  têne weşandin de, bi profesyonalîzma bilind a rojnamevanên wê û  bikaranîna formatên mûltîmedyayî têne kifşkirin. Malper ji xwînêran re naverokeke berfireh raber dike: înforgrafîk, video, fotoroportaj, online-weşan, internet-dengdan. Ji bilî nûçeyên lezgîn, Spûtnîk her weha ji xwîneran re gotarên analîtîk, hevpeyvînên taybet û nirxandinên eksperan raber dike. Ajansa nûçeyan û radyo  Spûtnîk (sputniknews.com) bi navendên înformasyonî yên mûltîmedyayî li dehan welatan weşanê dike. Spûtnîk di nav xwe de weşanên radyo yên analog û dîjîtal, sepanên mobîl û rûpelên torên civakî dihewîne. Ji bo aboneyên Spûtnîkê yên nûçeyên nûjenkirî bi zimanên ingilîzî, erebî, spanî û çînî 24 demjimêran weşan tê kirin.



Malper

Here lînkê



Nûçe:

Here lînkê



14.04.2015 13:26 | xendekî

2. (bnr: sputnik news)

(bnr: ji lêgerînê bawerkirin)*



14.04.2015 14:35 | ceso

3. xweş bûya. her sipas ji bo wê karê giring. dive em her tim tiştên wusa pîroz bikin. ki kevrek ji bo zimanê kurdî hildide ew pîroz e. simurg56 jî pîroz e.



14.04.2015 18:08 | cinorek

4. Sputnik, yek ji ajansa navdar ya ûrûs e ku ji îro pêve dê weşana kurdî jî bike.



Here lînkê



http://krd.sputniknews.com



14.04.2015 18:12 | seydayê_peyvan

6. malpera ku ev demek e dişopînim û diecibînim. xuyaniya malperê wan xweş e.

hejmara nûçeyên rojane ne zêde ne lê kurdiya wan xweşik e.



22.04.2015 22:56 | simurg56

7. stara xwudê li ser be wekê eynikekî dibiriqe, çawa min lÎnka malperê tikand, wekê ku tavê dabe çavên min, çavên min êşiyan..

û wek li jor jî hatiye gotin hejmara nûçeyan kêm e, lê naveroka nûçeyan mirov têr dike, zimanê wê xweş û rewan e û ûslûba çêkirin û ragiahndina nûçeyan jî têra xwe profesyonel e biçekî dişibe elcezîreyê..



22.04.2015 23:04 | endazer

8. malparên wisa hebin parvekin em indî di rûdaw û anfa da kufikî bûn Kurm ketin me.



23.04.2015 12:16 | shorbevan

9. ecêb e lê ji gelek malper û rojnameyên kurdan bêtir li ser xeta kurd û kurdistanê ye, ez dibêjim xebera hikûmeta rusyayê ji weşanên malperê nîne nexwe niha derî û derebe lê dadabûn.. ji bo nimûne, ji bo wan kesên ku di xwepêşandanên li mahabadê ji aliyê asayîşa îranê ve hatine kuştin, di nûçeya bûyerê de gotine ''şehîd''.. analîza li ser serdana barzanÎ ya ji bo amerîkayê, tu wê bêjî qey barzanÎ bi xwe rûniştiye û nivîsiye..



09.05.2015 01:40 | endazer

10. (bnr: dengê rusya)



14.05.2015 00:24 | ceso

11. ajansa fermî ya dewleta rûsyayê ye ku berê bi navê dengê rûsya weşanê dikir. wê rojê gava ez ketim malpera dengê rûsayê ev hişyarî derket pêşiya min

Here lînkê



Yanî ev malper ji xwe ji berê de hebû tenê nav û dîzayna xwe guherand.



14.05.2015 00:42 ~00:43 | ceso

12. malpera ku tenê ji bo piştgiriya wê be jî têdikevimê û çend nûçeyên wê dixwînim.

da ku nebêjin vaye nayê xwendin û xizmeta bi kurdî ya malperê negirin.



28.06.2015 19:27 | simurg56

13. bikaranîn û rastnivîsa kurdî ya vê malperê gelek xeletî dihewîne. di înfografan de i'ya gir bi noqte hatine bikaranîn bi muntezam! li vê NÛÇE-KARÎKATURÊ ji dya re gotiye abd a tirkî: Here lînkê li vira çima -n'ya veqetandeka -an'ê nenivîsandine nizanim. Here lînkê ev bikaranîn devokî ye ne yê standart e.(û gelek cihan min dît.) û çendên din...



18.09.2015 11:47 ~2017.04.19 14:16 | biruya hayao miyazaki

14. omer faruk baran digot ez ê derbasî vê ajansê bibim. Divê derbas bûbe heta niha lê kes qalê nake..



18.09.2015 11:59 | mergehez

15. bo kurdî karek giring e. dive be ecibandin.

malper: Here lînkê

twitter: Here lînkê

facebook: Here lînkê



27.09.2015 18:52 | cinorek

16. berê min li vir jî nîşan dabû sputnik kurdistan/76196

di vê danasîna nûçeya wan a bi navê "peresîna iphonê" tirkî ye.



cihê ku tirkî ev e: Apple, San-Francisco kentinde yeni iPhone 6S ve iPhone 6S Plus akıllı telefonlarını tanıttı. Yeni modeller, 4 renk seçeneğiyle satışa sunuldu. Eski seçeneklere bir de “Roze Altın” eklendi.



Bêhtir bixwîne: Here lînkê



ev rê dide ku çavkaniyên wergerên vê malperê tikî ne. min jî hêvî dikir, xebatkarên wan êzîdiyên rûsyayê ne lê yê aşkere bû ev e ku beşa kurdî, bi eslê xwe beşa sputnik türkçeyê ye.



27.09.2015 23:58 ~2015.10.01 23:06 | biruya hayao miyazaki

17. malpera ku hingî diçe baştir dibe. hejmara nûçeyan zêde dibin.

carina tenê ji bo ku hejmara tikandina wa zêde bibe, dikevim malperê. ji bo ku malper ji ber xwedîlêderneketinê neyê girtin.



di binê nûçeyan de diyar e ku ew nûçe çend caran hatiye xwendin. berê, ev hejmara 100-200 bûn lê biha dibînim ku 2-3 hezar in.



16.10.2015 21:43 | simurg56

18. Malpera ku çend roj in rasta lînkên nûçeyê wê têm. Min heta niha nedizanî ev çi malper e. Heta min got bawerke ev jî ji yek wan malperên beredayî ne ku hemû nûçeyên wan copy-paste û derew in.

Aha niha hîn dibim ku ajansekî rusî ye. Êdî hûrmetek gelek mezin hîs dikim jê re *



17.10.2015 00:47 | brusk56

19. min berê jî peytekî kurt parvekiribû li ser kurdiya sputnikê. bi rastî jî êdî ez bi dilrehetî dikarim bibêjim ku ji nûçeyên sputnikê ya tirkî bo kurdî tê wergerandin. wekî mînak li vê nivîsê binêrin:



Serokê Dewleta Amerîkayê Barak Obama li hemberî îdiayên namzetên Cumhuriyetçiyan bi awayekî tinazî bersiv da. Here lînkê

cumhuriyetçî çi ye law! ji xwe bibînin û têkevin voa(dengê amerîka) û carekî komar binivîsînin wê mîna vê nûçê derkeve: Komarî di Hilbijartinan de Serkeftineke Mezin Dest Xistin.



li vê înfografîkê ji bo peyva "lez"(a firîna balafirê) xiz hatiye gotin ku "hız"a tirkî ye:

xiza rajorîn: 940 km/saet

Here lînkê



03.11.2015 23:20 ~23:20 | biruya hayao miyazaki

20. ajansa ku li ser androidê xwediyê bernameyek gelek xweşik e. heta di nav bernameyên nûçeyan de belkî ya herî baş be. ji hêla naverokê jî baş e.



03.11.2015 23:30 | paşê min got what the fuck

21. mixabin wergera nûçeyan ji tirkî dikin. min di înfografîkeke wan de dîtibû ku orjînal nivîsê ya bi tirkî ji bîr kiribûn jê bibin û wisa mabû.

aha min dît: Here lînkê



di ravekirina balafirên su-30'an de wisa dinivîse "sayisi bilinmiyor";

Here lînkê



04.11.2015 21:26 | simurg56

22. malpera beşa kurdî nuçeyên xwe ji malperên din ên bi kurdî dide hev. min niha hinekî li nuçeyan nêrî di pêşiya piraniya nuçeyande dibêje li gorî nuçeya filankesî.. min rudaw, anf, basnews, kurdistan24 dîtin.

ma min bixwesta vaye Here lînkê



24.11.2015 18:36 | azadixwaz

23. êdî ne mîna malpera ajansekê ye, mîna malpereke pkkê ye. hema her rj dibêjin li vir 10, li wir 15 leşkerên tirk hatin kuştin. lê ya ecêb ew e ku van nûçeyan di beşa tirkî de naweşînin.



02.02.2016 20:04 | simurg56

24. malpera pir nêzikî anfê. bawerim ji ber ku rus ji tirkan aciz in bi zanebun rêveberiya vê beşê dane pkkiyekê.




25. Mirov dikarê bibêjê anfya Rusyayê ye. Nûçeyên wê de nêrîn û gotinên propangandayê gellek in. Her wekî baskê propagandayê ya PKKê dixebitê. Lê hindik jî bê ji anfê nermtir e û kêmtir derewan dikê..



01.03.2016 23:40 ~23:42 | nan û av

26. malpera ku ez bawer im tu eleqeya wê û sputnika rastîn tune.

nûçeyên di vir de tên weşandin bi zimanên din yên sputnikê nayên weşandin, min berê jî gotibû.

ji xeynî wê zimanê wê jî gelek bi problem e.

weke mînak sernivîsa nûçeyê ev e: Li Enqereyê polês êriş kir: Kuştî û birîndar hene

lê dema mirov nûçeyê dixwîne, dibîne ku polîsan di nav hev de pevçûnek kirine û paşê polîsek polîsek din kuştiye fîlan.

ma sernivîsa vê nûçeyê diviyabû wisa be?

Here lînkê



ji me re malperên wisa ne lazim in. jixwe tije malperên wisa partîzan û alîgir hene. ji me re malperek bi rastî ya nûçeyan lazim e. weke mînak bbcya tirkî wisa ye. hewl nadin dilê xwendevanên tirk xweş bikin, tenê karê xwe dikin û hema bêje tu caran tu şîroveyan nakin.

ajansên nûçeyan divê wisa bikin.

ez carinan li bbc, routers, yahoo û hwd. malperên îngîlîzî dinêrim ku bizanim ka dinya bûyeran çawa dinirxînin. sputnika kurdî jî encax ger vê derfetê bi zimanê me bikare bigihîne me, wê watedar be.



20.03.2016 00:15 | simurg56

27. Yek ji malperên nuçegihanê ye, bi zimanê kurdî ye. Li gor malpereke rûsî gellek serkeftiye. Malpera bi zimanê rûsî a spûtnîkê a bingehîn Alîgirê politikayên rusiyê û vê yekê her kes jî zane. Ne mîna Al jezire anjî Bbc,Cnn ye. Lê sputnîk kurdistan gelek cudaye. Giraniya nûçeyan derbarê politikaya kurdan e, herêmiye û derheq kurdan da jî alî nagre. Û xûya dike ku xebatkar û kedkarên wê welatparêz û dildarê kurdistanê ne.



20.03.2016 00:35 | qertewîn04

28. Malpereke rûsî ye ku bi kurdî jî weşanên xwe dike. Lê belê ez wê malperê hem bi tirkî hem jî ni kurdî dişopînim tu elaqeyê nûçeyên bi her du zimanan tune ye. Tirkiya wê ji kurdiya wê baştir e.



Hem zimanê wê baş nîne, dibe ku ji tirkî tê wergerandin û bêhna mêjê tirkî jê tê. Û ya dî nûçeyên wê gelekî ji awayekî fermî re dûr e. Her wiha nûçeyên wê ji sputnika rasteqînê girêdayî nîn e.

Heger em li BBC tirkî binêrin pirsgirêkên wiha tune ye.



Nizanim kî çima wisa dike.



20.03.2016 01:28 | endazyar

29. organa mediyaya rûsî ye ku tenê bi armanca propaganda dewleta rusiya bimeşîne. Armanca wê tenê parastina berjewendiyê dewleta rusyayê di şerê jeopolitikayê de, bi taybetî li dijî nato û hevkarên wê. bi gelek zimanan weşanê dike ji bo ku bandorê li nîqaşên hindurîn ya dewletan bike û gelek caran jî dike.



20.03.2016 18:34 | hola êzîda

30. vaye çend roj in li tirkiyê qedexekirî ye. him ya tirkî him ya kurdî hat astengkirin.

piştî astengkirinê, rêjeya xwendina nûçeyên wan gelek kêm bûne. berî hejmara xwendina nûçeyên popûler 1-3 hezar bû, niha 50-100 fîlan e.



hûn dikarin bi alîkariya zenmate'ê, bi hêsanî têkevinê



20.04.2016 12:03 | simurg56

31. malpera beriya hevdîtina erdoxan-putin, bi malperên tirkî û îngilîzî ve qedexeya ser hatiye hilanîn. bi heman awayî nuçegihanî berdewam e. lê malpereke çawa be jî kurdî ye û ji rusyayê ye, bila bidomîne.



08.08.2016 12:40 | azadixwaz

32. her çiqas mîna berdevkê pkkê be jî divê were piştgirîkirin. piştî hat qedexekirin jî ez diketima û min çend nûçe dixwendin. ji bo ku malper neyê girtin. piştî qedexeyê, hejmara xwendina nûçeyan gelek kêm bûbû.

divê em li malperên wisa xwedî derkevin ku ajansên mezin hemû dest bi weşana kurdî bikin.



08.08.2016 21:27 | simurg56

33. malpera qasî dibînim ji alîgiriya pkkê xelas dibe û dibe yeka kurdistanî *
malpera di van rojên dawî de ji tunebûna rojnameyên şopandinê asta wê ya şopandinê bilind bûye.



22.10.2016 23:49 | berxweda

34. li hêla nûçeyên zanyariyê ve tu malperên nûçe yên bi esil kurd nagiheje nenûkê vê malperê. gelek caran min li ser bikaranîna kurdî yên wan rexne kir lê belê pir caran nûçeyên zanyariyê yên rojane/nû hin dikarin bi zimanê kurdî li vê malperê bişopînin. erê me dixwest ji % 100 bibaya servîsa nyt an cnnê.asoxî em dikarin bibêjin ku mêrxas û jinxasan qîmetê didin xwînerên kurdî. ji bo vaya jî şukir j'xweda re.



01.04.2017 21:07 ~21:10 | biruya hayao miyazaki

35. malpereke bêalî û aktiv dixuye. di van demên dawîyê de hecko bastir bûye. bêhtir hevpeyvîn analîz û nûçeyên çandê û hunerê ce dikin. disopînim û dixwênim.



16.11.2017 18:50 | diclefirat

36. Malperê ku bi daxwaza moskowê ji aliyê sputnikê ve hatiye girtin e. Sedem nehatiye dayîn lê kifş e ku rûsî naxwazin tirkan bixeyidînin.



03.11.2018 18:05 | xelîl

37. ez difikirim ku vê ajansê we dîsa bê çalakî kirin. ji ber ku tekîlîya tirkîya û rusîa xirabtir diçe. polîtîkayen welaten ewqasê bi berdewamî diguherin.



04.11.2018 13:22 | tekoser

38. Madem ku evîna tirkiya û rûsyayê bidawî bû Ez hêvî dikim Birêz putin ê di demek nezîk de servîsa sputnik a kurdî disa veke.



28.02.2020 13:57 | cinorek

40. ma ne hate girtin ?



07.05.2020 04:18 | rizgan

41. Jixwe eger hûn rûpela wan a twitterê vekin, di rêza jor de daxuyanîya wan xuya ye.
Du sal berê ji ber nebûna mişterîyan darabeya dikana xwe girtin, qufle avêtin deriyê xwe.



07.05.2020 12:21 ~12:21 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» sputnik
» kurdistan (rojname)

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi nuce malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî