Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
seyîd - tirşik
seyîd
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kesên ji zurrîyeta hz. mihemed.



28.09.2015 21:31 | shorbevan

2. Kesên ku secere bav û kalên wan digihîje malbata Mihemed pêxember.

Bala min kişand heta niha min ji devê Tirkekî seh nekiriye ew ê bêje ez Seyîd im. Lêbelê di nava Kurdan da zaf in ji xwe re dibêjin Seyîd.

pirs dikî tu kurd î? Dibê na em Seyîd in
Felan kes seyîd e zaf baş e.

Bi ya min di nava Kurdan da hinek însan hene Navê Seyîdbûnê ji bo îmtiyazê dest bixin loma ji xwe ra USA dibêjin, ev mesele revîtiya nasnameya xwe ye, bi navê seyîdbûnê dixwazin xwe ji Kurdbûnê xwe dûr bixin, da ku him tirk û him jî kurd qedrê wan bigirin.

tirk jixwe tirkbûnê xwe qayîl in Tirkbûn îmtiyazê dide wan gerek nake bi rêya seyîdbûnê şanaz bin.

~~~

Û herwiha li gorî îslamê û dînên din her însan ji bo îmtihanê hatiye dinyayê , hezkî kurê pêxember be yan jî jina pêxember ew kê bibe bila bibe tev evdê xwedê ne, bêguneh û bêqisûr nîn in. Ebu cehîl apê Mihemed pêxamber e, hinek pêxember hene jin û zarên wan jî ji wan ra baweriya xwe ne anîne. Yanî tenê sulaleya meriv nîşana xilazbûna meriv nîne...



07.05.2020 23:02 | mîr

3. Di dema Osmaniyan de ji ber ku yên wek Seyîd dihatin qebûlkirin ji bacê berî bûn û pê re jî hem di nav civakê de hem jî li cem dewletê gelek qedr û îmtiyaz didan wan. Gelek kesan bi rêya derew û bertîlan xwe wek Seyîd didan nîşandan.
Ji seyidên derewîn re mûteseyîd dibêjin. Îro gelek seyîdên li Kurdistanê bi eslê xwe mûteseyîd in.



08.05.2020 06:18 | endazer

4. min bihîstibu; brêz muhememd bixwe dibêje wê rojekê xilas bin (fizikî yan bi esaletî).



08.05.2020 21:24 | hak buddy

5. Seyîd ew kes in ku eslê wan digihîje hz. Husên.

Û rast e, di nav kurdan de gelek berbelav e ji ber ku hz. husên bi keça şah yezdigirdê sasaniyan ve zewiciye ango bi îraniyeke re. loma di nav sê miletên sunnî de kurd ji tirk û ereban wêdetir xwe dispêrin hz. Husên. Miletê çaremîn ango faris jixwe ji seba şiîbûnê tev xwe evdê hz. Elî dibînin.



12.11.2020 23:09 | tizbîkêş

6. Ez îro li parkê rûniştibûm. Hevalê bavê min min dît, ​​go tu çawa yî Seyîd? em piçekî axivîn. Ji ber ku ez Seyîd im ji ber ve yekê ji min re dibêje seyîd.. mamê ku li kêleka min rûniştibû li min nihêrî û got tu seyîd î? min got rast e.

xal: tu ji ku derê yî?
ez: becirman im
xal: baş e. mala te li ku ye?
ez: kertwene xalo, Me mala xwe bir wir.
xal: erê Xwedêyo, Seyyîd vê jiyanê dijîn.
ez: çi?
xal: ne tiştek birazi.
ez: temam xalo, tu dizane.

Paşê gazî min kir û ez li kêleka wan rûniştim.

xal: Li gundê we çend Seyîd hene?
ez: 5-6
xal: hohooo
ez: îcar çi bû xalo?
xal: Li gundê me du malbatên Seyîd hebûn û wan kutan diya gund birazi. li gundê wê 6 malbatên seyîd hohooo.
ez: xalo ez jî seyîd im ha.
xal: erê loo. Te jî wek yên gundên me 5 jinan re bizewicê, ne wisa?
ez: na xalo na.
xal: Seyîdên gundê me tu keç ji zarokên me re nehiştin..

em bi vî awayî axivîn. heqê çayê jî Min da*







.



22.06.2023 20:08 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» seyîd taha

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî