Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
jan axîn - tirşik
jan axîn
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. mûzîkjeneke kurd yê modern e. mûzîka cûreya rock çêdike. ji êlihê ye û sala 1973ê de hatiye li dinyayê. navê wî yê rastîn nihat e û li amedê kafeyek bi navê portakal, deşixulîne.



stranên wî bi gotinên xwe balkêş in ji ber ku ji helbestên helbestvanên navdar hatine çêkirin ku nav van helbestvanan de louis aragon, konstantinos kavafis, baba tahirê uryan, rênas jiyan jî hene. ji vî alî ve teqdîrek mezin heq dike ji ber ku vî karê zehmet bi serkeftin kiriye.



stranên wî hema bêje hemû jî xweş in. gotinên stranan, mûzîkên wan û şêweyên wan xweş in. dengê wî jî nerm û germ e lê mixabin zêde ne quwet e û loma dema biqîre hinekî nexweş e.

jan axîn bi taybetî bi strana xwe ya "evîndar" navdar bû û haz hezkirin.



heta niha du albûmên wî derketine.

albûma evînên şkestî (2005);

(bnr: evîna bextewar tune ye)

(bnr: wax wax)

(bnr: gulevîn)

(bnr: balada girtîgeha reading ê)

(bnr: can were)

(bnr: meşîn)

(bnr: yara wenda)

(bnr: evîndar)

(bnr: sebra azad)



albûma bajar (2011);

(bnr: evîna bextewar tuneye)

(bnr: xeydoka bajêr)

(bnr: keçikê bimeş)

(bnr: siwaro bajo)

(bnr: delal)

(bnr: kerîm lawo Çeqilmast)

(bnr: bajar)

(bnr: kul Û kulîk)

(bnr: ditirsim yar)

(bnr: sînem)

(bnr: bajar)



04.08.2013 11:43 | simurg56

2. li amedê bi navê roll barê cafe-bareka vî camêrî heye û hema bêje serê her mehê stranbêjeke tirk an biyanî yên popûler û carinan stranbêjên kurd yên wekê mehmet atli jî vedixwîne û ahengan li dar dixe.. wekê din şevên dansê şevên kareokeyê şevên nizanim çi jî li vir tên li dar xistin.. ji ber ku lê alkol tê vexwarin ez bi xwe qet neçûme û bawer nakim piştî vî emrî herimê jî..



04.08.2013 12:33 | endazer

3. Van camêran navên xweş hemu birin ji xwe re. Erê te jan bijart lê te axîn hiştiba gidî..



09.05.2014 01:18 | birho_fîlo

4. helbesta rênas jiyan ya bi navê 'kul û kulîlk' pir xweş şîrove kiriye..

lînk: http://youtu.be/qkPPA3RbNeA



09.05.2014 10:11 | mergehez

5. stranbêj u stirek a hunermendîya warÊ kurdî ye. Hunerê xwe bı avahîya rock mûzikÊ tîne holÊ u ev camêr ez gelek pê keyfxweş bu me ku min wi naskirîye u pêre axaftime (bnr:diyarbakır portakal cafe )



09.05.2014 16:18 | birazî

6. camêr di nav stranê xwe de helbesta nexwîne xweştir e.



17.10.2014 23:04 | rêzan

7. Herdû çavê min e û hew.



17.10.2014 23:55 | seydayê_peyvan

8. xwedî tarzeke nû ye. ya rastî kêfa min ji muzîkê wî re tên. lê nikarim zêdetirî 2-3 rojan wî guhdar bikim. ji ber wê ye ew nikare têkeve lîsteya min a di dil de.



divê muzîka xwe bidomîne. ew ê di pêşerojê de cihekî girîng bigire.



12.08.2015 20:57 | berxweda

9. Xayîyê strana xaş ya evîndar e..



24.12.2017 12:53 | bûtîmar

10. rockerekî Kurd e û yek ji wan muzîkjenên gelek serkeftî yê Kurda ye. bi taybetî albuma wî ya dawîyê ''Zerîba'' zêde baş e

favorîya min:




13.04.2020 21:02 | lîfikê firaxê

11. Dengbêja rockê ku min strana "Evîndar" diyarî keça ku ez jê hez dikim kir.
Lê gava keça zalim li stranên kurdî guhdarî dike, fam nake.
Min peyvan nîşan da, we dîsa fêm nekir. Tiştê ku ez fam nakim ew e ku di wan stranên jan axîn de gotin pir zelal in. Çawa fêm nekir? of of. lê dengê mêrik xweş e û stran jî pir xweş in..



26.03.2023 21:06 ~21:09 | horhorik

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol