Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
xoşnav têlo - tirşik
xoşnav têlo
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. stranbêjekî qaöişloyî ye û bi qasî dibînim bi fermî navê wî wek xoşnav tillo hatiye nivîsîn lê hevalên qamişloyî dibêjin ew bi xwe têlo ye û xwediyê strana karwan e ya ku ahmet kayayî gotibû.

kêfa min ji çend stranên wî re tê







(bnr: karwan)



18.10.2015 10:48 | dijber

2. mûzîkjenê ji qamişloya rojavayê ye. ji xeynî mûzîkjenîyê doktorê beşa zanistîyên sîyasî - têkiliyên navdewletî ye.
heta niha 4 albûm derxistine;
- karwan (1993)
- mîna xewn (1997)
- gazin (2004)
- 12 pêtên belav (209)

di ziryabê de hevpeyvînek wî hatiye weşandin ku min ji bo fêhmkirinê 2 caran xwend ji ber kupeyvên ecêb bi kar anîbû. weke mînak peyva asosyekirinê bi kar anîye ku bi qasê min fêhmkirî ji associationê ya îngîlîzî tê ku wateya wê têkilî ye. dîsa peyva alienasyon bi kar anîye ku dîsa ez bawer im ji peyva alienationa îngîlîzî tê ku wateyea wê cûdakirin, bîyanîkirin, namokirin e.

li gorî gotina wî dema ahmet kaya strana wî karwan xwendîye, destûr ji wî nestandiye. xwestîye xwe bigihîne wî bi rîya hevalên hevpar lê nekarîye ku li gorî xoşnav sedemaa vê yekê ew e ku wan hevalan nexwestine ahmet kaya bi wî re kar bike. îja ew heval kî ne, ne dîyar e.

ji ber ku her wiha beşa zanitîya sîyasî xwendiye, di hevpeyvîna xwe de gelek behsa têkilîya geşedanên sîyasî û mûzîkê kiriye lê mixabin qest û fikrên wî derbasî min nebûn ango ew têkilî di hişê min de zelal nebûn.

ji bo mûzîka kurdî ya di navbera salên 1970-2000î de rexneyên wî yên tund hene li gorî wî di wê serdemê de mûzîk ji bo pîrozkirina mirinê/kuştinê dihat çêkirin û loma gelek qebe bû, ji estetkê dûr bû, bûbû parçeyek ji nasyonalîzma kevneperest î pozbilin û bêbingeh.

li gorî fikra wî wî nexwestîye wisa be û ji ber vê yekê dûr ketîye ji medyaya kurdî û tevgera sîyasî. lê qebûl dike ku di albûma wî ya dawîn de êdî meseleyên welêt bûye navenda berhemên wî jî. bi ya min ya min ev yek gotinên wî hinekî pûç derdixe. ya rast ew jî atmosfer wan demên şerê giran dide ber çavan û ji wê rewşa wê demê re sedeman nîşan dide lê dîsa jî li gorî min rexne an jî tespîtên wî ne di cî de ne. çimkî gelek mûzîka kurdî ya wan deman bingeha mûzîka kurdî çêkirine û li gel mesajên xwe yên xurt têra xwe hunerî bûn jî.

xoşnav şêweya xwe wek oryantal pop dibîn û arabeskê jî wek şaxek ji vê şêweyê pênase dike. yanî dibêje arabesk çêdikim lê ev tenê beşek biçûk ji berhemên min e. di hevpeyvînê de behsa wê yekê tê kirin ku li kurdistana tirkiyê, ji ber piştgirîya darbeya leşkerî ya bo wê, ji bo mûzîka arabesk dijmînatîyek heye di nav kurdan de û tê pirsîn ka gelo ne ji ber vê yekê be ku di nav kurdên tirkiyê de xoşnav zêde nayê nasîn/hezkirin. xoşnav vê yekê qebûl nake û rewşa popûlernebûna xwe ya li tirkiyê, bi sekna xwe ya li dijî medya û tevgera sîyasî re girê dide.
hevpeyvînek xweş bû.



29.12.2019 13:08 ~13:08 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xoşnav têlo

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî