Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 10 peyam
radyoya tirşikê - tirşik
radyoya tirşikê
(25) (0) (1)
di mijarê de bigere

55. radyoya ku di lîsteya wê de 4-5 stranên tirkî jî hene.



02.01.2015 21:53 | simurg56

56. Radyoya ku hê jî ez bi ser guhdarkirina wê ya destfonê/Telefonê hîn nebûme. Nizanim dibêje ji bo tu guhdar bikî ji xwe re adobe player bistîne nizanim çi. Hûn xatrê evdila ocalan bikin ka yek nîşanî me bike? Ka ev radyo di destfonê de çawa tê guhdarkirin?



03.01.2015 00:46 | xendekî

57. radyoya kêrhatî, li her derî li ber destan.



15.01.2015 07:44 | azadixwaz

58. radyoya min ji bo ey reqîb vekiriye ye *



30.01.2015 23:44 | berxweda

59. Radyoya ku ez pir jê hez dikim. Niha jî ji bo min stranên pir xweş lê dide.

Lê çewtiyeke wiha heye:

Di cihê "strana ku lê dide" de ne strana niha lê dide dinivîse strana di dorê de nîşan dide. Strana ku lê dide dikeve qotiya "9 stranên dawîn" an jî ji bo niha wilê çêbûye *



27.02.2015 21:38 | xendekî

60. radyoya ku di qutiya "strana ku lê dide" de, bi rastî jî strana ku lê dide nîşan dide lê ger ji bo xelasbûna wê stranê demek gelek kurt mabe; strana di rêzê de nîşan dide.

lê guhdar bikin, bidin guhdarkirin *



27.02.2015 21:45 | simurg56

61. radyoya ku bi tenê stranên rock û bi vê rengê lêdide..

ma belkî ez hej ji arabeskê jî dikim?*

divê bêrika xwe piçek berfirehtir bike



28.02.2015 17:08 | ferhenga şikestî

62. Radyoya repertuara wê baş e. Ez bi xwe naxwazim ku zêde fireh bibe ji ber ku wê ihtîmala stranên xweş kêmtir bibe, ji xwe arabesk qet naxwazim.



28.02.2015 17:48 | azadixwaz

63. ya rastî ew radyo ye ku tê de stranên muslum gurses jî hene..

lê dîsa jî (bnr: pêşniyarên stranan ji bo playlîsta radyoya tirşikê)



28.02.2015 18:07 | simurg56

64. radyoya ku ez kêngî vekim stranên gawirkî lêdide



28.02.2015 18:26 | ferhenga şikestî

65. radyoya hê jî xweş û stranên taybet dihewîne. niha lê tê guhdarî kirin.



26.03.2015 01:17 | azadixwaz

66. niha jî ji aliyê min tê guhdar kirin.kew helûûûûnnn ...



26.03.2015 01:55 | vêca çiyeeee

67. radyoya cara pêşîn dibînim ku di aliyê hêjmara kesên guhdarî dikin ne yek lê 2 ne.



28.03.2015 14:54 | azadixwaz

68. Radyoya ku min he ket guhdar nekirîye Eyba min eybek mezine dizanim



28.03.2015 15:02 | quşxaneli

69. radyoya ku wendabuye.

Peşîyeda min zef guhdardikir li kargehê. le anha kemasîyawî dibihîzim.



09.05.2015 12:22 | serxwes

70. radyoya ku weşana wê hat rawestandin ji ber ku nehf nedida. (bnr: nehf dan)

belkî di pêşerojê de bi awayek xweşiktir weşana xwe bidomîne.



09.05.2015 14:04 | simurg56

71. radyoya ku gava careke din ji nû ve vebû bila xêra bavê têl û frekansên xwe di jîrfonan de jî vebe.



09.05.2015 23:15 | xendekî

72. Çavê we ronî, sîstema nû ya tirşikê bi mizginiyek din, dîsa rojane bû.

Mizginiya vê carê radyoya tirşikê ye. erê berî salakê dîsa radyoyek hatibû vekirin lê ew radyo gelek lawaz bû û ne girêdayî sîstema tirşikê bû.

sîstema nû bi temamî ji aliyê me ve hat kodkirin û parçeyek ji pergala tirşikê bixwe ye. li gorî sîstema berê gelek taybetiyên nû û pêşketî dihewîne.



- weşana zindî heye;

Dema kes lê guhdar neke, weşan tune. Lê dema tirşikvanek radyoyê veke, ew tirşikvan jixweber weşana zindî dide destpêkirin. Ev weşan li gorî mîhengên radyoyê, bi lêdana stranên çawalêhato dimeşe. [Ger em bixwazin, di pêşerojê de em dikarin li gorî saeta rojê cûreya stranên ku werin lêdan, hilbijêrin]



- Tirşikvan jî dikarin stranan bar bikin.

tirşikvanên ku hejmara peyamên wan ji 1000î zêdetir e, dikarin 20 heb stran bar bikin. Kengê bixwazin, dikarin wan stranan jê bibin û yên nû bar bikin



- moderatorên tirşikê dikarin weşana zindî bikin.

Dema moderatorek here malpera "weşanê bike", hemû stranên di danegehê de tên lîstekirin. Moderator dikare ji vir stranan hilbijêre û têxe lîsteya lêdanê. Di lîsteya lêdanê de xuya dibe bê ka kîjan moderatorî ew stran xistiye lîsteya lêdanê



- Cûreyên mûzîkan;

mirov dikare tenê stranên aîdê cûreyeke mûzîkê, guhdar bike. Tabî dema mirov têkeve yek ji van cûreyan, wê demê mirov ji weşana zindî derdikeve.



- Zimanên mûzîkan;

mirov dikare tenê stranên bi zimanekî jî, guhdar bike. Dîsa dema mirov zimanek hilbijêre, ji weşana zindî derdikeve û tenê li stranên bi wî zimanî, guhdar dike.



- Lîsteya lêdanê;

stranên ku di rêzê de ne, nîşan dide.



- Lîsteya strananên dawîn hatine lêdan;

stranên ku herî dawîn bi weşana zindî hatine lêdan, tên lîstekirin.



- Agahiyên giştî;

a) Di danegeha radyoya tirşikê de nêzikî 450an zêdetir stran hene. Vêga 16 tirşikvan, ji 1000an zêdetir peyam nivîsandine û her yek ji wan dikarin 20 stranan bar bikin. 16X20=320. Yanî bikarhênerên tirşikê dikarin 320 stranên din jî bar bikin. Bi vî awayî, nivîskarên tirşikê dikarin bandorek mezin li ser weşana radyoyê bikin.



b) aniha stranên di dangeha tirşikê de 30 kps ne. Ev yek ji bo weşaneke radyoyê qalîteyek kêm e. Me weşana radyoyê wisa da destpêkirin, da ku hem barê pêşkêşkara(server) tirşikê newestîne, him jî kotaya înterneta tişikvanan zêde nexwe. Li gorî encamên weşana testê, em dikarin di pêşerojê de vê rêjeya kps'ê zêde bikin.



radyo li vir e: Here lînkê jixwe di menûya jor de jî hat bicîkirin.



25.07.2015 20:58 ~2015.08.09 15:08 | simurg56

73. Hayê hayê ew radyoya Kurda ye

şêrîn e şekira me tirşikvana ye

Hayê hayê ew beşa tirşikê ye

beşek çi rind e beşek çi xweş e...



(bnr: ser xêrê be)



09.08.2015 15:30 ~15:31 | mergehez

74. gelek başbûye xwedê ji wan razîbe yê bû sebeb ez bi vê leza înternetê ya mirarok jî dikarim gohdarî bikim xwedê ji we razîbe edî dest nedinê wê pêş an paşnexînin niha başê dema stran di guhere piçek di sekine lê dîsa gelekî başe.



09.08.2015 21:23 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» radyoya êrîvanê
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî