Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 50 peyam
radyoya tirşikê - tirşik
radyoya tirşikê
(25) (0) (1)
di mijarê de bigere

94. radyoya ku êdî her nivîskarê ku herî kêm 250 peyam nivîsandine, dikare 30 stranan lê bar bike.



bila êdî kes nebêje stranên simurg ne xweş in.



17.05.2016 18:42 | simurg56

95. radyoya zêde internetê naxwaze ye. heta neta min bê girêdan ez bi a cîrananî qels dikevimê. bawer nakim radyoyek din bikarîbe bistrê *



nîşe: min rêyek dît him kurdî û him jî rock ê hilbijêrim. lê nizanim bê dixebite an na *

Here lînkê



edît: naşixule.. eyşe şan ji ku derket law. eyşe şan û rock *



28.08.2016 23:45 ~2016.08.29 00:14 | berxweda

96. li ser peyama pêşiya vê, min jî vekir, ev strana 6ê ye, hêj yek kal derneketiye ;)



29.08.2016 01:29 | endazer

97. Radyoya ku wexta aciz dibim û dixwazim stranên nuh hîn bibim guhdarî dikim * Ku stranek nuh guhdar bikim û biecibînim bejn li min dirêj dibe bila her hebe *



29.08.2016 01:48 | biaqila malê

98. vaye weşana zindî destpê dike, kerem kin:



strana ewil:

0- perperik - kerem sevinç

1- men onu sevmişem - trio aksak niha lê dide

2- berfîn - sîmir rûdan

3- hangimsin sen benim? - metin kemal kahraman

4- göç - metin kemal kahraman

5- genimo - dengê jinên botan

6- erê ximê - umut altınçağ

7- neyleyim - ahmet kaya

8- zagros - koma rewşen



arîşeyên weşana zindî:

-lîste bêpergal e, stran têkilhev hatine rêzkirin.

-her ku mirov stranekî hildibijêre rûpel nû dibe, şûna vê mirov bikare çend stranan hilbijêre paşî carekî de hemûya bişîne wê xweştir be

-tu bêhemdî stranekî du cara têxî lîsteyê tu nikarî a zêde jê bibî?

ev hawar û gazî ji bo simurg in!



06.09.2016 12:08 ~12:40 | xendekî

99. serê me gêj kir



06.09.2016 17:16 | hola êzîda

100. Ev bû du roj li cem min deng jê nayê, stran lêdide xuya dike, deng nayê.

Here lînkê



24.09.2016 23:09 ~23:10 | endazer

101. di lêdana wê de problem xuya nake. li ser telefonê jî li ser komputerê jî bêpirsgirêk dixebite. yên ku rastî probleman tên, dikarin bi gerokên din jî biceribînin û ragihînin. belkî ji ber gerokê be. (û li bişkojka "play" bikin ka wê lê bide...)



25.09.2016 21:40 | simurg56

102. Radyoya ku sepana wê jî heye. Problem tê de tune *



25.09.2016 21:42 | mergehez

103. Radyoya ku li cem min jî distrê *

Dengê amûra te xera nebûbe endazer hhh *



25.09.2016 21:43 | berxweda

104. tagên zaravayên kurdî jî hebin ew ê xweştir bibe. misal car caran mirov dixwaze tenê klamên zazakî gûh bidê.



30.09.2016 10:12 | cinorek

105. radyoya ku 19 stranên nû lê hatin barkirin û wê niha bi dorê, li wan bide.



04.10.2016 20:49 | simurg56

106. radyoyeke baş û bikÊrhatî ye. gelek caran ez lê guhdar dikim. radyoya azad e.

iro bala min kişand , piştî ku dengê stranê tê eyarkirin, di strana peyre de deng dîse tê ser eyarê berê. û divê dîse werê eyarkirin. li gorî min ne pirsgrêkike mezin e , lê dîse bila heya camêr jê hebe.



24.10.2016 00:26 | gumgumok

107. dema meriv sê caran li ser hev du ji lradyoyê muzîk daxîne, pergala tirşikê errorê dide. her car jî min got law va tirşik çû! tobe bismilah!



18.04.2017 18:34 | biruya hayao miyazaki

108. Radyoya min ya favorî ye.
Gelo mirov dikarê lînka "stranên" radyoyê parve bikin. Heke na, teyebetîyeke wisa çêdibê gelo?



14.04.2018 15:55 | gumgumok

109. taybetiya parvekirina stranan nahewîne. lê taybetiyek wisa wê gelek balkêş be. înşelleh di pêşerojê de.
dema lînk vebû wê ew stran lê bide û paşê derbasî weşana zindî bibe. himm....



14.04.2018 20:49 | simurg56

110. wexta tu ji telefonê dikevî pêl li lêde'yê dikî radyo stranê lê dide. lê gava tu curey mûzîkê biguherînî û dûre pêl li lêdeyê bikî îcar error dide mixabin



14.12.2019 16:46 | ferhenga şikestî

111. Xwezî çend nivîskarên tirşikê bi avayekê zindî bernameyan çêkin.



14.12.2019 20:40 | cinorek

112. mixabin sepana wê jî betal bûye, nayê bikaranîn. nûkirinek lê ferz e, em bang li şêx dikin werê û piff bikiyê.



14.12.2019 23:22 | xendekî

113. radyoya ku stranên pir pir xweş lê dide.
bi sernivîsa stranê ku lê dide entegre bûye. ev pergal di ekşiyê de jî tune ye ku bi trÎlyonan dilîzin û vaye 20 salan derbas bûye di weşanê de ne.



15.12.2019 22:24 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» radyoya waşokanî
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî