Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
radyoya tirşikê - tirşik
radyoya tirşikê
(25) (0) (1)
di mijarê de bigere

17. radyoya ku dixwazim jê re sîstema flatcast-ê pêşniyar bikim. li flatcastê mirov dikare weşana zindî bike, guhdarvan dikarin sohbetê bikin û bi awayeke zindÎ daxwaziyên xwe bînin ziman. ez dibêjim qey dê ev govenda tirşikê germtir bike û dê bi xêra wê dê kesên ku nizanin bê ka tirşik çi ye dê hay jê çêbin.

ji bo mînaka flatcastê : http://zimane-kurdi.com/



29.05.2014 00:10 | oxir

18. radyoya ku aniha strana seyît leonardê cohen lê dide, pîroz û bimbarek be*



29.05.2014 03:37 | kevçiyê dil

19. radyoya ku sîstema shoutcastê bi kar tîne. di vê sîstemê de jî tiştên ku li jor hatine behskirin hene, belkî em wan jî paşê aktîf bikin.



29.05.2014 07:19 | simurg56

20. êdî xwediyê navrûyek xweştir e.



29.05.2014 19:36 | simurg56

21. ser xêrê be, navrûya wê zêde ecemî û amator dixweye lê navrûya ewil ya tirşikê jî ji ya radyoya niha ne baştir bû, hêvî dikim pê re pê re wê baştir bibe.. û kêmasiyeka vê applicasyonê jî dema mirov pêlê dike şûna ku di rûpeleke din de vebe, rûpela heyî ya berdest de vedibe û ji ber vê kêmasiyê mirov nikare hem guhdarî radyoyê bike û hem jî di tirşikê de bitirşikîne..



29.05.2014 21:32 | endazer

22. ez gelek meraq dikim, gelo gava ku mobîl versiyana tirşikê li ser xêrê vebibe, radyoya hanê di telefonê de jî vedibe?



29.05.2014 22:43 | rewnaqa xewle

23. radyoya ku jixwe niha jî di telefonan de jî vedibe.

ger neyê lêdan jî, di rûpela radyoyê de ger mirov li ser îkona winampê bitikîne, mirov dikare pelek bi navê "playlist.pls" daxîne.

piştê ku we vê pelê daxist, mirov dikare bi hemû bernameyan vê pelê veke û li radyoyê guhdar bike.



29.05.2014 22:57 | simurg56

24. radyoya pir kêrî min hatiye û kêfa min aniye.



30.05.2014 22:50 | azadixwaz

25. radyoya ku wê êdî her her şev saet 00:00'an de bi ey reqîbê dest bi roja nû dike.

rojên med tvyê hat bîra min, bila piçek nostaljî be.



01.06.2014 20:47 | simurg56

26. radyoya ku gelek kêr min hat.



gelek caran dixwazim guhdarî mûzîkê bikim lê dema mirov dide ber aqlê xwe, tu tişt nayê bîra mirov. stranên di kombersa min de jî gelek hindik in, arşîvekî min tune ye. dema mirov stranekî veke ji înternetê jî, divê her 3-4 dkyan carekê, yekî din bibine veke felan ..



bi hatina radyoya tirşikê, êdî radyoyê vedikim û hew. çi derkeve guhdarî wê dikim û ji xwe stranên gelek xweş derdikevin tê de.



mirov dikare bi daxistina dosyayek gelek biçûk, ji windows media player, winamp û aimp û bernameyên din jî radyoyê veke. him bi vî awayî ji bo kesên wek min ku kombersa wan dema 2 pel bi hev re bê vekirin, ji germa lingê mirov dişewitîne, gelek baş e.





pêşniyariyekê min ji bo radyoyê heye. bi min piştî me database'a stranan a radyoyê firehtir kir(an jî niha), em dikarin, kategoriyan çêkin û kî bixwaze bikare li gor wan kategoriyan, cûreya mûzikê ku jê hez dike guhdar bike. mesela wisa ;

-rock

-gelerî

-klasîk

-arabesk

-tevlîhev hwd ..



04.06.2014 00:18 | brusk56

27. radyoya bi ey reqîbê dest bi roja nu dike û baş dixebite.



05.07.2014 10:09 | azadixwaz

28. ji bo firehkirin û rengînkirina playlîsta xwe ya stranan, li benda pêşniyaran e;

(bnr: pêşniyarên stranan ji bo playlîsta radyoya tirşikê)



05.07.2014 10:13 | simurg56

29. ji bo min gelek kÊrhatÎye. her şev 00.00'da ey reqib derdikeve gelek xwaşa mirova te.



li tiştek bala min kişand ku qe strana şivan perwer dernakeve yan ez rast nehatim.



24.07.2014 00:44 | mala te ava

30. ne dijminê şivan perwer e. ger daxwaz hebe stranên şivan yên bijartî jî dikarin werin barkirin.



24.07.2014 01:21 | simurg56

31. radyoya ku ji bo ey reqibê guhdarî bikim ez ê saet 12 an de vekim .



25.07.2014 00:04 | brusk56

32. niha strana ciwan haco yadÊ derketÎye, stranek gelek serketÎye.



07.08.2014 23:06 | mala te ava

33. radyoya her ku tê bîra min guhdarî dikim.



08.08.2014 00:11 | azadixwaz

34. Radyoya ku nikarim bi telefonê guhdarì bikim.



08.08.2014 14:17 | gelawej

35. a niha lê tê guhdarî kirin û vaye demek e tê bêrîkirin jî.

stranên cuda û yên biyanî jî dihewîne lê helbet giring e ku bi piranî bi kurdî be.



30.08.2014 16:12 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» radyoya swêdê
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî