20. bajarê ku bûye cihê talanê, bîlançoya êrîşên dewleta tirkan a van rojan diyar bû: li gor wê dewleta tirk li farqînê 3 kes hatin kuştin, 6 kes hatin birîndarkirin, 10 xanî 15 dikan û 15 wesayît hatin şewitandin. |
|
19.08.2015 18:04 |
xendekî
|
21. rojhilata navîn |
|
19.08.2015 23:05 ~23:34 |
shorbevan
|
22. ev 4 roj e, li sê taxên farqînê dîsa derketina derve qedexe ye, Dîsa çend sivîl bûn hedefa gulleya dewleta tirka. meta ciwanî xwe avêt pêşiya biraziyê xwe yê li erdê brîndar, lê ew jî bû hedefa wan û brîndar ket; îro li gor hin agahiyan meta wî jî miriye. |
|
07.11.2015 11:32 |
xendekî
|
23. herî penc roje li sê kuça derketin qedexeye. welatêmin, her ku ava bîye heya ana heft car xerabîye ev care heşte. welatiyême ewê ji bin viya serbilind derkeve. |
|
07.11.2015 13:36 |
sergêj
|
24. navçeya ku di nav agir de ye. vaye heftiyek e derketina kolanan qedexe ye. heta niha çend sîvîl hatin kuştin, çend polês geber bûn, çend şervan şehîd ketin nizanim. |
|
10.11.2015 00:42 |
brusk56
|
25. (bnr: mir) |
|
10.11.2015 11:23 |
shorbevan
|
26. mixabin bi qasê dorpêça li ser cizîrê balê nakişîne ser xwe. ji ber ku êdî gelê kurd ji van tiştên bêencam kerixiye û nizane ka çi bike. |
|
10.11.2015 22:13 |
simurg56
|
27. Bajarê ku ji berê de bi Kurdewariya xwe bi nav û deng e û ji ber vî ku her tim rastê êrîşên dewleta t*rkan tê. |
|
11.11.2015 13:39 |
şînşînok
|
28. bajaroka ku dibêjin dewleta dagirker ji hewayê bombebaran dike. li gor nûçeye dihayê mirî û birîndar hene. |
|
11.11.2015 13:52 |
brusk56
|
29. (bnr: xerabû ka dixtorê wê) |
|
11.11.2015 16:55 |
shorbevan
|
30. gelek kesên nezan û korfêm evê bobelatê wek berxwedanê bi nav dikin. |
|
11.11.2015 19:13 |
ferhenga şikestî
|
31. li malpera sputnik kurdistanê bi sernivîsa "Herêma kurdan: Alozî, êriş, sewqiyat û qedexe berdewam in (Agahî gav bi gav tên nûkirin)" derbarê farqîn agahî tê weşandin. karekî hêja ye mîna bbc tê kirin. |
|
11.11.2015 21:29 ~21:30 |
biruya hayao miyazaki
|
32. bajarê ku zarokên wê bi kurdî diaxivin. weke cizîr û hekarî û gever û nisêbîn û silopî... hê pêla asîmîlasyonê lênedaye. farqîn rûspiya amedê ye. |
|
11.11.2015 23:34 |
ceso
|
33. dijmin xwe bidirîne jî farqîn gavek paşve navêje li ser "kurdîstanê herb û sefer heye lê zafer tuneye"wer dibêjin û wisaye îro gelek kes hatin ku ji bû kurd serî ji wanre deynin lê wan serî danî jî kurda serî dananî.. |
|
12.11.2015 11:45 |
shorbevan
|
34. Bajarê ku bi devoka xwe tête niyasîn e.Her çend hindî Hekariyê navdar nebîtin jî... |
|
12.11.2015 22:17 |
vêca çiyeeee
|
35. bajarê 12 rojan di bin dorpêça leşker leşker û polîsên tirk de ma, dorpêç îro qediya. her der wêran kirin, 12 kes kuştin û îro ji bajêr derketin. dema derketîn gel li ser cehdê leşker û polîs protestor kirin. |
|
14.11.2015 20:50 |
xendekî
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |