Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 35 peyam
di îslamê de lêdana jinan - tirşik
di îslamê de lêdana jinan
(0) (3) (1)
di mijarê de bigere

1. meşrû ye.

ola îslamê rê dide mêran ku jinan bidin.di ayeta nîsayê, sureya 34. de dibêje ; "ger jina we li hember we serî hilîne, pêşîn şîret li wan bikin, paşê di nivînan de wan tenê bihelin, ger dîsa nebe li wan bidin. "



05.08.2013 01:31 | brusk56


3. yên ji serdestiya mêran razî ne pir ji vê ayetê hez dikin û li gorê kêfa xwe şîrove dikin.



05.08.2013 23:27 | gulan

4. xêr e .



19.09.2013 00:24 | brusk56

5. gunehêk mezin e.

ew ayeta têde erebî darebe yanê lêbixe dibure mixabin çewt hatiye wergerandin.Dive mirov gorî tenê meala quranê tevnegere ji ber vê yekê xwendina tevsîra quranê pêwiste.kesên ku bixwazê gorî dilê xwe ayetên quranê wergerîne ew kes li ba xwedê zilimkar û rûreş e.Bila bê zanin ku dema ashabîya şiddeta derebê (lêdane) ji pêxember pirsîyar dikin,mihemed (a.s.w) dest tavêje miswaqa xwe û hêdîka destê xwe dide û pê re dibêje heke şiddeta lêdanê ji vê zêdetir bê ew kesa kû jina xwe didê zilimkare.



19.12.2013 10:37 | karmatî

6. tine. ayetA KU ev mijar diborê piranî ji alîyê tefsÎrvanên mêr hatîye wergerandin. ji bo vî ayetên derbarê jinan de gora bÎrûbawerîya xwe wergerandine û xeletekî pir mezin kirine. di islamê de kesek, kesekî din nikare bi lêdanê bide ceza kirin. bi tenê ev raye ji rayedarên dewletê re hatîye nas kirin. peyva ''darebe'' yê ku di ayetê de dibore ji yekan zêde tê wateyên cuda. wek mînak ; hatin cihê kirin, hev berdan, jê dûr ketin, ji xwe dûr xistin wisa wisa. bi esasî jî ku mirov bimantiq fikirî hesan digehê vî encamê ku wergerandina peyva ''darebe'' herî rast ''hatin cihê kirin an jî hev berdan, jê xwe dûr histin'' be. hema em xwe bixine şunda malbatekî û bifikirin ; di navbera me û jina me da pirsgirek heye. ez pêşî diaxivim dabe, em cîyê xwe ji hev cuda dikin dîsa fayde nake. di dawî de ez diçim lêdidim ku bila bê rê. kîjan jin piştê vî demê tê re.



19.12.2013 15:41 | deqlok

7. heye..

hetta li ser hinek jinan ferz e!

yên bawer nakin dikarin ji vê lînkê darî bikin:



19.12.2013 17:58 | endazer

8. Rewşeke gelekî ecêw e ku ew mirovên îddia dikin ku bawerikirina îslamê ehlaqekî baş dide mirov dîsa vedigerin her gotina Quranê da ya genî bi şaşiya wergeran ve diparêzin. Ma heya niha hîç wergerekî, tevsîrkarekî bi dil û can îslamê bawer kiriye, gotinên Quranê fem kiriye nîn e ku hûn dikarin gotinên ew qasî eşkere bi awayeke wiha komîk biparêzin?

Ji kerema xwe çend ayetên quranê yên derheqa jinan de bixwînin Here lînkê



12.03.2018 20:09 ~2018.03.13 03:50 | jifêzagorda

dengdanên dawîn (yên din..)
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
belki ev jî bala te bikişînin
» lêdana bav li zarokê xwe

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî