Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
weşanên aram - tirşik
weşanên aram
(1) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. Bi slogana "aram ronahiye" weşanê dike. gelek pirtûkên kurdî û tirkî weşandiye.



05.08.2013 04:11 | zîpik

2. weşaxana ku pirtûkê serok jê derdikevin....



05.08.2013 11:32 | newenda

3. Weşanxaneya ku navê wê ku yek dixwîne ji xweber ve awurên serok tîne ber çavên yekî û pêre bişkokên cakêtê xwe digre.



05.08.2013 12:31 | hemdilaarda

4. weşanxaneya ku wêneyên bergê pirtûkên ku didin ber çapê û belav dikin pê paintê çê dike.. mîratê we ew qas xwe êşandiye û tab dîtiye biçekî din jî xwe biêşînin û bergên xweşik û şayîk yên cezbedar û dawetkar li rûyê pirtûkên xwe bifesilînin..



05.08.2013 14:57 | endazer

5. weşanxaneya bê edîtor pirtûkên kurdî çap dike



06.08.2013 00:49 | cîncoqo

6. weşanxaneya ku riya otoasîmîlasyonê li ber dilê me xweş dike (!)



11.10.2013 15:49 | zero

7. WEŞANEK KU PIRTUKXANEYA WÊ YA LI AMEDÊ PIRTUKAN GELEK BUHA DIFROŞE.. MIXABIN DEMA LIWIR PIRTUKAN DIPIRSÎ GOTINA HERÎ ZÊDE TÊ BIKARHANÎN "EZ NE SENDOX IM,DINÊRIM" E.



11.10.2013 20:32 | bawero

8. weşanxaneya ku bêhtir kitêbên hevalên hindur çap dike.



20.02.2014 04:20 | seydayê_peyvan

9. pirtûkên biha



16.03.2016 21:34 | kevirê aram

10. mîzanpaj û dîzayn bi teshqele ne



17.03.2016 13:29 | jîjo

11. Weşanxaneya ku bêhtir pirtûkên bîrdozî (îdeolojîk) di weşênê ye. Pirtûkên jê diderkevin zêdetir li ser ideolojîya pkkê, ramanên Öcalan, bîranînên gerîllayan e..

Weke dîn ji aliyê kalîteyê ve ewqasî ne baş in. Weke hin hevalan gotî bergê pirtûkên wan zêde amator in. dema mirov pirtûkên wan û yên avesteyê dibînê dilê mirov ji yên Aramê sar dibin. Li gor min lazim e pirtûk ji aliyê bergê ve jî xwe bidê firotin. Dema mirov pirtûkên ku kaxiz û berga wan bi kalîte bê dibînê bêhtir bala mirov diçê ser û mirov dixwazê bixwînê...



17.03.2016 15:08 | nan û av

12. bi vê nûçeyê hay lê bûm ku weşanên aram deh pirtûkên klasîk ên zarokan (?) wergerandine kurdî. Here lînkê

ez bi kelecanî ketim malpera wan. di carekî de min pê li girêdana "gera li dor dinyayê di 80 rojan de" kir. jbk ez heyranê jules verne im ❤️. û lê neriyam ka çend rûpel e û ji kîjan zimanî hatiye wergerandin. mixabin her du agahî jî tê de nayê dîtin! çima? ez wekî kirîdarekî pirtûkan her tim li van agahiyan dinêrim. mîsal heke ev roman ji fransî hatibe wergerandin ez ê pir pir kêfxweş bim ku yên tên bîra wan, aram di serê salên 2000î de ji zimanê fransî tîyatroyên moliereî wergerandibûn. lê ev nebûna agahiyê dilê min sar kir. belkî jî ji tirkî hatiye wergerandin ku ez ne li dijî vê rêbazê me, di sûc û cezayê de min qal kiribû. (belkî li ser twitterê) lê divê bibêjin, veneşêrin.

li aliyê din meraqa min a duda ev e: çend rûpel e? ev agahî pir muhîm e. jbk ev roman (û yên din) ji bo zarokan pir hatiye kurtekirin, sadekirin. heke hejmara rûpelên pirtûkê hebaya bi ya wê min ê tev bidaya. (bo gelo ji xwe re bikirim an ji biraziyên xwe re *) lê hejmara rûpelan jî kêm e. û ji ber navê rêzepirtûkê ku "klasîkên zarokan" e, (bo xwe) ditirsim ku 70 80 rûpel e... [wergera orîjînal a tirkî 240 rûpel in. xwedêyo înşale ya kurdî jî wergera orîjînal be]

bergên pirtûkan ji aliyê doğan güzel ve hatiye çêkirin ku bi rastî ez kelecan kirim.

hîn li pirtukakurdi.com nehatiye belavkirin. xweş, ew jî ji aliyê parvekirina hûrguliyên pirtûkan ve ne baş e.

nîşe: her yekî pir biha ne.:/ tirsikbank pêdiviyekê mezin e.* Gera Li Dora Dinyayê Di 80 Rojan De 48 tl ye bi daxistinî 33,60. :/
nîşe 2: navrûya weşanxaneyê tirkî ye. ma zehmet e ku mirov vebijêrka kurdî jî tevlî bike?



29.06.2021 20:31 ~20:54 | biruya hayao miyazaki

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» weşanên aram
» aramo

Kategoriyên mijarê:: pirtuk
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî