Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 33 peyam
kesên ne hêja ne ku mirov li ser wan binivîse - tirşik
kesên ne hêja ne ku mirov li ser wan binivîse
(2) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. Ew kes in ku gava mirov behsa wan dike û wan dixe şûna mirovan, mirov xizmeta wan û armanca wan dike û bi ser halan de ti tiştî nizanin û hema gelaciyê dikin û bela xwe di vî didin û di wî didin.

Nekim birano! Guh lê nekin.

Çend mînak:

1.hemû kurdên tirkînivîs û kurdînezan ne hêja ne mirov li ser wan binivîse.

2. Hemû tirk, ereb û faris ne hêja ne em li ser wan binivîsin, ma mirov li dinyayê qeliyane?

(bnr: kesên hêja ne ku mirov li ser wan binivîse)



03.11.2015 21:41 | dijber

2. kesên wilo tune ne..

dema tu li ser kesekî dinivîsî, ew nayê wê wateyê ku tu girîngî û qedrekê didî wî kesî..

divê meriv tir û dasê ji hev cihê bike.

tirk ne hêja ne temam lê bi kurdî li ser tirkan çiqas nivîs û belge hebin ewqas baş e.

ma ji bela ku em ji wan hez nakin û wan bi kîrê xwe nahesibînin, em qet xwedî agahiyê jî nebin? millet, civat, netew, mirov û wekîdin her tişt li ser zaninê, agahiyê û pêhaydarbûnê pêşve diçe.

aniha kêmasiya me ya herî mezin qelsbûn û geşnebûn û berfirehnebûna zimanê kurdî ye, îroj em dîroka xwe(bakur) bi tirkî hîn dibin. çima? ji ber ku di kurdî de belgeyên ku em pê tatmîn bin tune ye lewma em qîma xwe pê nayênin. pekî tirk çima behsa me kirine? ma hej ji me dikin? ma qîmetê dane me? na xêr ji bo berjewendiyên xwe yên netewî her tiştê me tomar kirine û di arşivên xwe yên taybet de veşêrdane, car carinan li gorî rewşa siyasî ya tirkiyê, belav dikin, ji quncikan derdixin û pêşberî raya giştî dikin...

ez kitek jî hej ji tirka û ereba û farisa nakim lê divê kurd bi kurdî hay ji wan hebin, bila dostê xwe jî neyarê xwe jî zanibin lê bila bi zimanê xwe zanibin.

peywira me ya sereke ev e ku di vê xirecir û qirêjiya dinyayê de em karibin tiştên baş wek mîras ji nêvî û nêvîçirçirkên xwe re bihêlin. bila sed sal paşê ranebin nebêjin ku 'kal û pîrên me ewqas ehmeq û nezan bûne ku hama behsa neyarên xwe jî nekirine'

wek encam ezê bêjim; her tişt hêja ye ku meriv li ser wê binivîse lê her kes ne hêja ye ku meriv bi nivîsanê ve girêde..



03.11.2015 23:14 ~23:17 | ferhenga şikestî


4. gelek in. lê çiqas ne hêja bin jî ji ber sedemên ferhenga şikestî gotî mirov dîsa jî behsa wan dike.



04.11.2015 00:01 | azadixwaz

5. kesên ku divê meriv wan navdar neke û wan neke ti pirtûk û ferheng û dîrokan û meriv wan bike heft tebeqê binê erdê..



04.11.2015 13:26 | shorbevan

6. Dergîstya min a kevn.



05.11.2015 01:27 | metowski

7. kesek heye, lê ne hêjaye ku li vir binivîsim*



05.11.2015 23:10 | nazim tolhildan

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
belki ev jî bala te bikişînin
» kesên dema ku li malê tenê dimînin dengê stranê bilind dikin û dest bi dansê dikin
» hêja netirk
» mirov çima hatiye dinê
» ser guha avêtin
» waneyên fêrbûna zimanê hêbrî ( îbranî )
» binivîse tirkî li ser stranên kurdî

Kategoriyên mijarê:: jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî