Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
tembûrxwaz - tirşik
tembûrxwaz
(5) (3) (1)
di mijarê de bigere

1. mexlasa fenomenekî twîtirê ye. ez ecêb mam ku çawa hê mijara wî nehatiye vekirin* bi tirkmancî dinivîse. hinekî qicix e lê kêfa min pirr jê re tê. hefteyê carekî navê xwe diguhere lê herî pirr navê wî dibe "tembûrxwazê bêderpê"



04.11.2015 21:19 | ceso

2. rengek cûda ye di twitterê de. belkî tiştên ku dinivîse bi tirkî binivîsanda wê wek kesek beredayî xûya bikira. lê aniha ji min re gelek sempatîk tê.

belkî yekemîn fenomenê kurdî a twitterê be *



04.11.2015 21:58 | brusk56

3. Roja min wî di twîtterêde dît ez jî gelekî ecêb mam. Bi hebûna xwe li ser twîtterê rengê kurdînûsa guherandiye mirovek û fenomenekî henekok e û fenomenê yekem yê Kurdînûs e. Xwîn şêrîn e, bi eslê xwe ji ku ye nizanim lê gelek gotinên wî dişibe aliyê Mêrdîn, nêrîna wî ya polîtîk nayê zanîn (Bnr; KDP'yî, PKK'yî.) Di derbarê wî de ez ewqas tişt dizanim.



05.11.2015 01:18 | metowski

4. fenomene twitterê yê kurdînûs. bio ya wî wisa ye: kurd halk fenomenî / tirkmanceke xwelîser û zikbirçîyeke çavnebirçî / toriyê bîngolê // türçe nizanim an kürçe yazmîş bikin an jî hîç yazmîş nekin ji vî ve!!! bi qasî tivîtên xwe bi kepsên xwe jî balê dikşine xwedê wî bihêle.



05.11.2015 02:12 | diclefirat

5. Weneye wîye twîtter e binyerî tuye jerabibejî ev "bave tembureye " rastî jî nizane temburexe.



05.11.2015 20:32 | xemgin

6. baş e.lê zêde goy-goy dike.



06.11.2015 02:46 | xulamê mîr

7. fenomenê ku ji peyamên di sernivîsa wî de hatî nivîsandin aciz bûye. dibêje ez ê herim dadgehê dozê vekim *

tweetek wisa şandiye ;

"Ûlan ezê îmana tirsik.net 'ciyan bileqînim ew kî ye ji bo min gotiye goygoycî!!!!



Tiştên bereday nenivîsin yoqsa ezê dawe vekim"



gidî bûyerek wek ya şafak sezer neqewime * te dî çûbû li ofîsa ekşiyê digot ew kî ye di derbarê min de van tiştan nivîsandiye, bila derkeve pêşberê min * heçko li ofîsa ekşiyê sibehî 8an heta êvarî 5ê nivîskar rûdinin û peyaman dinivîsin *

https://eksisozluk.com/safak-sezerin-eksi-sozlukun-ofisini-basmasi--2966191



06.11.2015 22:57 | brusk56

8. Me digo qey qirix tenê li diyarbekirê hebîn dibînim ku li sêrtê jî peyda bûne

mînak: temburxwaz

çavkanî:devoka wî *



08.11.2015 03:48 | kevçiyê dil

9. Pesna wî : temburxwaz twittera monoton ji bo kurdînûsan ji holê rakir. Helbet di vê serkeftina wî de henekên li ser evîna razber a "ûcdansizê" difitile xwediyê bandoreke mezin e. Bi şêwaza xwe ya bêar û evîna romantîk bi hev re dimeşe û gelek jî Serkeftî ye.



Tu kes nikare bêje temburxwaz keseke derveyê hunerê ye û tev bi dijûn û çêran xwe dide pêş. naaa temburxwaz bi nezîreyên serkeftî hostatiya xwe ya qafiyeyê û fêhma hunerî jî ispat kiriye. Mînak beyta Ehmedê Xanî ya bi "Ez mame di hikmeta Xwedê de" ve dest pê dike gelek xweş li gorî xwe û ucdansiza xwe nûjen kiriye.



Aliyekî din e temburxwaz ku xweşa min diçe jî ev e ku ew ne dijminê tu tevgereka Kurd e. Gelê Kurd ji çi û ji kê hez dike temburxwaz jî xwediyê wan hesasiyetan e.



Rexneya wî : tenê yek rexneya min heye ew jî li ser bikaranîna şêwaza tirkmancî ye. Henek bandora xwe li ser civakê dike, civak jî wan henekan wekî henekbêj bi kar tînê û ev şêwaz bandora xwe li zimên dike. Divê tirkmanciyê hindiktir bike ;



Pêşniyarî :

Em ê bi hev re wî bikin henekbêjek e serdema nûjen lê em hêvî dikin ku kesayeta wî wek xwe bimîne. Dîsa em hêvî dikin quna wî ji pozê wî bilintir nebe. Tim bi gelê xwe re be û bigihije ûcdansiza xwe..



08.11.2015 22:25 ~22:27 | hêja hûner


11. rast a zî pey jîrtîya xo û kurmanckîyê xo yo delal twitter ser o fenomenêko delal o. dima hesabê ey twitter de beno ke vîst - vîst û panc hesaban dest pê kurdînûstîye kerde. ez beno ke yew roje de panc û şeş dewr ey stalk kena û key biewna hesabê ci pey huyayîşan mirena. hol o ke tembûrxwaz esto. ma pêro hesabanê twitterî kenê qurbanê tembûrxwazî ellah wekîl!!! wa haya şima pê bibo. ellah. xwedê. tembûrxwaz.



13.03.2016 01:07 | ladyzazarus

12. @11 (bnr: ceso)



13.03.2016 01:10 | xemgînamed

13. bi wêneya profîla xwe wekî bavê me hemû yan e, tirkmacekî kurdîhez e û ez cara yekemîn li vir mikur têm ku berê tembûrxwaz min nas ne dikir twîtên min %99 bi tirkî bûn paşê min tembûrxwaz nas kir û li twîtên wî nêrî twîtên min %98 vegeriya kurdî. tenk yû tembûrxwaz.



13.03.2016 01:20 | xemgînamed

14. Tembûrxwaz trolekî qirase ye.

Tirkmaciya wî nenêrin.

Kurdiya wî ji ya gelekan baştir e.

Car caran cîhê sikinî bela xwe li xelqê dide.

Tenê ev terefê wî ne baş e.

Heke ku tiştên siyasî binivîse bawer bikin dê gelekan çêtir analîzan bike,lê karê wî trolî ye.

Tembûro tu her bijî.



13.03.2016 01:29 | heimatloserm

15. ew ên ku dibêjine bereday e û li ser wî rexneyên tewşo mewşo dikin pêşî de trollên xelkê binêrin. tembûrxwaz sed carî ji wan baştir e.



13.03.2016 01:30 | bijîmillah

16. Bikarhênerê twîterê ye ku kir ez vê şevê piştî çend ceribandinan nehêniya têketina tirşikê peyda bikim û têkevim hesêba xwe ya ku ji zû de ye min hay ji hebûna wê jî nebû. A rast min ê di derbarê wî de tiştekî binivîsanda, lê êdî bû dereng, xewa min hat. bay



13.03.2016 01:45 | arifo

17. fenomenekî ewqas mezin e ku arifo vê şevê ji bo xatirê wî vegeriyaye tirşikê xwedê wekîl!!!



13.03.2016 01:57 | ceso

18. Bûye sedema piştî çend mehan têkevtina min a tirşik ê ye. Xweşmêrek e. ji mîzah û pêkenînê têdigehît. ûûûûûû wesa ye willah.



13.03.2016 02:24 | vêca çiyeeee

19. di nivî şevê de operasyonek li tirşik kiriye û maşelleh nivîskarên tirşikê yên qaçax ji bo wî vegeriyane da ku pesna wî bidin.

erê lawo (bnr: bilind tembûrxwaz serok tembûrxwaz mezin tembûrxwaz, tembûrxwazê me)



13.03.2016 09:38 | simurg56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tembûrxwaz

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî