Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
reklamên saetan de çima tim 10:10? - tirşik
reklamên saetan de çima tim 10:10?
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Dibe ku we ev yek ferq kiribe an jî ferq nekiribe lê di piraniya reklamên Saetên ji bo firotinê de saet her dem ji dehê deh dibore. Min ev li ser twîtterê bi twîta (bnr: @belestri) de dît.



Dû sedemên vê hene



1- dema mirov herdu milên xwe bi bextewarî ji bo xwe avêtina hewa ve veke milên mirov dikeve şiklê demjimêr 10:10 ê



2- dîsa demjimêr 10:10 wekî me'dê mirov ê rûken e



Here lînkê









06.11.2015 19:08 ~19:16 | hêja hûner

2. tiştek balkêş e.

sedemên li jor belkî rast bin lê hinek sedemên din yên realîst hene;



- bi saya vê saetê, dizayna ibreyên saetê baş xuya dikin.

- gelek caran logoya fîrmaya saetan di navbera saetên 10-2 de ye û bi saya vê yekê logo nayên veşartin. (tê gotin ev agahî ji aliyê çêkerê navdar yê saetan timex ve jî hatiye piştrastkirin)

- gelek caran fonksiyonên din yên saetan yên weke meh, roj fîlan dîsa di navbera saetên 4-8ê de ye û bi saya vê saetê ev fonksiyon jî ji aliyê kiryarên potansyel ve çêtir tên dîtin.

- ev saet, xuyaniyek sîmetrîk dide saetê



06.11.2015 20:20 | simurg56

3. Sedem dibe ku wek nîşaneya "tîk"ê be jî wek logoya nike. Ev sedem jî dekeve kategoriya peyama yekem.



Û bala min li vê rewşê neketibû. (bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe)



06.11.2015 23:20 | berxweda

4. sedem erêkirin, okeye. û dema mirov baş bala xwe bidiyê, bi awayê subliminal saet dibê min bikire, min bistîne, erê?

binerin vî wêneyî. Here lînkê



07.11.2015 00:02 ~00:05 | diclefirat

5. law tirşik no hûn va tişta ji ku derê dibînin willahî ez sed sal bifikirim mijarek hosa naête bîramin. çavê we bixwem helal be ji bo çavdêrîya we ya bi balkêş..



07.11.2015 15:55 | azad30

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» reklamên youtubê
» çima
» timelapse of the future

Kategoriyên mijarê:: jiyan teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî