Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
parpar - tirşik
parpar
(1) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. giyayek ter û xweş e.

bi taybetî dema were qelandin gelekî xweş dibe.



06.08.2013 00:37 | simurg56

2. giyayê ku dê û bavê min jê gellek hezdikin e.

Hingiya tê çêkirin ez jê kerixî me.

lê ew têr nabin.

lê em dibêjin pirpar.

biwêjek jî heye.

jibû tiştên ku zu pir dibin tê gotin.

tu dibêjî qey tovê pirparê ye.



06.08.2013 00:55 | gulan

3. giyayê ku dê û bavê min her roj bi tiştek din re kombîne dikin û xwarinek din dibînin. mezeya herî popûler a mala me ye. diya min parparê bi mast tevlihev dike, ez nizanim hin tiştên din dike û bi rastî jî tiştek xweş derdikeve holê .welhasil giyayekî bo pir mebestan tê bikaranîn e .



06.08.2013 01:02 | brusk56

4. giyaya ku ji ber zêde-xwarinê navê xwe daye maleke mirovê min: mala parparê. mezeya bi aliyê niviskarê pêşiya min behskirî dikare bibe sedema min jî ez xwe bi parparê bidim nasîn: parparo!

dikare ji bo kesê zêde jin û zarokên wî heyî re jî bê bikaranîn: wekî parparê tovê xwe reşandiye.



06.08.2013 01:39 | azadixwaz

5. GIYAYÊ KU DEMA EM PIÇÛK DIYA MIN JI AVÎKA ME JÊ DIKIR Û SERÊ SIBEHÊ DI TAŞTÊ DE DIKELAND Û PAŞÎ DI-SÊ HÊK LI SER DIŞKANd E.. RASTÎ JÎ TE'MA WÊ GELLEK XWEŞ BÛ.. eZ CARNA BÊRIYA VÎ GIYAYÎ DIKIM LÊ EZ NIZANIM ÇÊKIM..jI XEYRÎ ÇÊKIRINÊ KA EZÊ LI BAJAR JI KÎ DERÊ PARPARÊ PEYDA BIKIm..



09.03.2014 14:38 | nan û av

6. xwarina ku heke bi mast û sîr be mirov jê têr nabe.



09.03.2014 14:43 | oxir

7. giyaya ku li cem me em jê re dibêjin pirpar, e.



09.03.2014 14:57 | mergehez

8. giyaya ku li cem me em jê re dibêjin pirpar, e.



09.03.2014 14:57 | mergehez

9. heremÊ me jÎ, jÊ ra pirpar dibÊje. bi mast were xwarinÊ tehm kÎ pir xweş tÊ devÊ meriv.



09.03.2014 14:59 | hun çawane heval:)))))))

10. xwarina pir xweş e lê hevdana wê ne ewqas xweş e. dema diya min ji min re digot her ji nav bexçe hinek pirpar hevde ji min re weke dijÛnekê dihat ev gotina wê. û tew dema min ne ji bo xwarinê-şîvê hevdida yanê ji bo zexelî ji bexçe kêm bibe min hev dida weke îşkenceyekê bû.



09.03.2014 15:02 | mergehez

11. giyayek xweşxwarin e. tirk jê re dibêjin pirpir. êdî li bajaran jî li ndsyan peyda dibe. qelandî gelek xweş e.



09.03.2014 15:18 | simurg56

12. giyayê ku tirk jê re dibêjin semîzotu. Min ne bihistiye ku yekê tirk gotî pirpir.



09.03.2014 16:12 | nan û av

13. Şermixî(mazidax) pir jê hez dikin



09.03.2014 22:45 | hemdilaarda

14. sembola nazenîniyê ye.



- bi xwedê ev goştek ewqas xweş e, ewaqas xweş e... mîna parparê ye.



20.07.2014 11:27 | simurg56

15. pirparê dixaşînin, hişk dikin, li zivistanê dikelînin, bi mêst ve dixwin..tamê yên di nav zevîyan avî de, weke di nava zeviyên dîwan fasûliyan....hwd de xwe bi xwe şîn dibin hîn xweş e..

li malên pir zarok heyî re "mîna toximê(tov) pirparê pir dibin" dibêjin..



20.07.2014 11:46 | havka

16. giyayekê ku di nav avîkan de çêdibe. hem mirov dikare ber xwarinê re jî bixwe hem mirov dikare bikelîne û hêkekî an jî du hêka berdî nav û bixwe hem jî mirov dikare hişk bike heta zivistanê bixwe.



20.07.2014 19:19 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» parpar

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin nebat
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî