Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 38 peyam
heval sînan - tirşik
heval sînan
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. straneke kurdî ye lê ferqa vê stranê ew e ku zêde kes nizane..

ez 5 sal in vê stranê hama bêje her şev guhdarî dikim, û min ji tu kesî re qala vê stranê nekirye bi tenê min carekê li faceyê parve kiribû û dûre min rakiribû, nizanim straneke gelek ecêb û xweş e dema guh didim pirr ecêb dibim, depresyon, bîranîn, demên zaningehê, hevalên wenda, xweziyên min, melankolî, girîn hwd gelek tiştên dî wek fîlmeke ji hêşê min derbas dibin..

lê ji bo tirşik.netê ezê parve bikim hade gene iyisiniz*

ya rastî li tu deverê bi awayekî rêkûpêk qala stranê nehatiye kirin jixwe kê dibêje ne diyar e hew du deng hene û texmîn dikim ku yek jê delîla ye yê dî jî gerila argeş e...

dişibe muzîkeke klasîk gelek xweş e mariv pê mest dibe







06.11.2015 22:41 | ferhenga şikestî

2. gerillayek hebu nêzî 25 sala di nav têkoşînê de bu 10 sal mabu girtîgehê. di girtîgehê dîya wî

Û herdu xwişkên wî tên tecawîz kirin li gor gotina heval sinan(abdurrahman ..? ) qêrîn û hawarêt xwîşkêt wî dîya wî lê dîsa jî raz û sirêt xwe nabêje ango xiyanetî nake li gorî gotina wî di zaroktîya xwe da rastî nurci ya hatibu (bnr med - zehra) gelek mabu bin bandora wa de di çil salîya xwe de hêjta behsa seyda seidê kurdî û kulliyata wî dikir. piştî ku ji girtîgehê derdikeve dîsa diçe şerê nêzî 2 sal berê ji qendîlê derbasî rojavayê bubu. hezar cara mixabin ew mirovê ku qedrê wî bi tu peyv va ve naête gotin 3 meh berê şehîd ket. dema ku min mijara heval sinan dît min dixwest ez ji we ra behsa vî şehîdê bikim. xwedê tu bide xatra mazinahîya xwe û cihê wî û hevalêt wî bike biheşt.



07.11.2015 16:12 | azad30

3. Şev nîvê şevê dîsa ev stran hat bîra min.
Dîsa birînên bîranînên min xasma yên dersxane û zanîngehê ji qalikên xwe azad bûn. Bi qewlê Yilmaz Erdoğan yar'dan düştüm yaralarım yardan armağandı. Lê ez ji hevrezan ketim, birînên min ji bîranînên min in.
Sal 2009 lawikek dimeşe ber bi dersa xwe keçik tê dibêje ev nîv saet e li rawestgehê li benda te me, ne îroj her roj di vê saetê de lê tu hîç xuya nakî. Ji bo rastî tê bêm nîv saet beriya dersê têm li vir disekinim. Lawik bi fedîyokî dibêje ez ev mehek e di rawestgeha din de peya dibim. Ew 11 sal in ku ew rawestgeh ji bo lawikî dibe rawestgeha dilên şikestî.

Ev stran her gav wê rawestgehê tîne bîra min.



23.04.2020 01:10 | ferhenga şikestî

4. Çîrokamina gohdarkirina vê stranê bi stranên ji hevalekî hatiye peydakirin tê . Ne telefon hebû, bi hezar belayan pereyê ku min kom kiri bû pê mp3' ek bêkêr girtibû ji xwe re û şevê havîna kurdistanê de min gohdar dikir. Li gel hêsirê ku ji şewqa heyvê dibiriqî li ser gepê, min ev strana hestiyar gohdar dikir. Navê wê bi awayê "tu stêrkek li ezmana" hatibû tomar kirin lê min nizanîbû ku navê resen ev e. Belê ez jî çûm rojên, na na şevên xweş û dûr *



23.04.2020 01:25 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
belki ev jî bala te bikişînin
» hevaltî
» sînanê kirîv

Kategoriyên mijarê:: muzik muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî