Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 28 peyam
bashi - tirşik
bashi
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. navê bernameyek nû ya ji bo peyam şandin û standinê ye. weke whatsapp'ê.

kurdan çêkiriye û bername hemû bi rengên kesk û sor û zer xemilandine *

ji merketa androidê dikare were daxistin.



06.11.2015 23:26 | brusk56

2. Bernameya bi rêya hevalekî min daxist lê naşixulî. Sedem çi bû nizanim :/



06.11.2015 23:30 | berxweda

3. qaşo bernameya kurdan e. çima wisa dibêjim ? ji ber ku di qeyd kirinê de dibêje welatê xwe hilbijêre, lê d lîsteyê de kurdistan tune ye.

bawer im ji bo aktîvasyonê kodek dişînin lewma wisa kirine lê dîsa jî dikaribûn çareseriyekî din bîbinin. mesele mirov dikarî kurdistana bakur başûr rojhilat û rojava cûda weke vebijêrk danibûya.



06.11.2015 23:34 | brusk56

4. li gel kêmasiyên xwe û hêdikahiya xwe jî ne xerab e.

min li ser telefona xwe ya android saz kir. li gorî whatsappê hinekî giran e. min xwest komek nû ava bikim lê piştî avakirina komê, lîsteya kesên ku xwediyê bashi ne nîşan kêm nîşan da ji bo ku wan li komê zêde bikim. û piştî avakirin komê jî, vebijêrkek mîna "kesek din li komê zêde bike" tune an jî min nedît.



min bi bashiyê çend peyam şandin û standin problem tune bû. min wêne jî şand, di wir de jî problem tune bû. min hê fonksiyonên din neceribandine.



xwediyê wê kî ye nizanim lê bi ya min hêjayî ceribandinê ye. aniha di lîsteya telefona min de tenê 3 kesên xwedî bashi, xuya dikin. ger her kes li ser telefona xwe saz bike, belkî hêdî hêdî berbilav bibe û xwediyên wê jî kêmasiyên wê rast bikin. ez ê ji bo piştgiriyê, di telefona xwe de sazkirî bihêlim.



08.11.2015 18:40 | simurg56

5. sepana kurdan ya teqlîd e ku bi ser halan de jî hezar kêmasî tê de ne û ez ê piştgiriya wê bikim û bi kar bînim lê xwezî ew jî karê xwe baş bikin.



08.11.2015 23:16 | dijber

6. sepana ku tu caran nikare serî li ber whatsapp ê hilde. bi bikaranîna 2-3 kesan ev kar nameşe. min jî daxist û ez ê di telefona xwe de bihêlim ku weke bikarahinêrekî xûya bikim lê qet hêviya min tune ku bikarin karek wisa bidomînin.



08.11.2015 23:19 ~23:19 | brusk56

7. piştî karanîna ji bo 1.5 mehan, min îro ji ser telefona xwe rakir.

ji ber ku kesî bi kar neanî bernameyê jî xwe nû û sivik nekir. dil hebû pêş ve biçûya.



24.12.2015 22:19 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
wedat aydin [1]
Yekem kesê bi kurdî keniya ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» bashi

Kategoriyên mijarê:: teknoloji komputerprogram
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî