Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    21 mijar û 35 peyam
    bashi - tirşik
    bashi
    (2) (0) ecêb (0) (4)
    di mijarê de bigere

    1. navê bernameyek nû ya ji bo peyam şandin û standinê ye. weke whatsapp'ê.

    kurdan çêkiriye û bername hemû bi rengên kesk û sor û zer xemilandine *

    ji merketa androidê dikare were daxistin.



    2015.11.06-23:26 | brusk56

    2. Bernameya bi rêya hevalekî min daxist lê naşixulî. Sedem çi bû nizanim :/



    2015.11.06-23:30 | berxweda

    3. qaşo bernameya kurdan e. çima wisa dibêjim ? ji ber ku di qeyd kirinê de dibêje welatê xwe hilbijêre, lê d lîsteyê de kurdistan tune ye.

    bawer im ji bo aktîvasyonê kodek dişînin lewma wisa kirine lê dîsa jî dikaribûn çareseriyekî din bîbinin. mesele mirov dikarî kurdistana bakur başûr rojhilat û rojava cûda weke vebijêrk danibûya.



    2015.11.06-23:34 | brusk56

    4. li gel kêmasiyên xwe û hêdikahiya xwe jî ne xerab e.

    min li ser telefona xwe ya android saz kir. li gorî whatsappê hinekî giran e. min xwest komek nû ava bikim lê piştî avakirina komê, lîsteya kesên ku xwediyê bashi ne nîşan kêm nîşan da ji bo ku wan li komê zêde bikim. û piştî avakirin komê jî, vebijêrkek mîna "kesek din li komê zêde bike" tune an jî min nedît.



    min bi bashiyê çend peyam şandin û standin problem tune bû. min wêne jî şand, di wir de jî problem tune bû. min hê fonksiyonên din neceribandine.



    xwediyê wê kî ye nizanim lê bi ya min hêjayî ceribandinê ye. aniha di lîsteya telefona min de tenê 3 kesên xwedî bashi, xuya dikin. ger her kes li ser telefona xwe saz bike, belkî hêdî hêdî berbilav bibe û xwediyên wê jî kêmasiyên wê rast bikin. ez ê ji bo piştgiriyê, di telefona xwe de sazkirî bihêlim.



    2015.11.08-18:40 | simurg56

    5. sepana kurdan ya teqlîd e ku bi ser halan de jî hezar kêmasî tê de ne û ez ê piştgiriya wê bikim û bi kar bînim lê xwezî ew jî karê xwe baş bikin.



    2015.11.08-23:16 | dijber

    6. sepana ku tu caran nikare serî li ber whatsapp ê hilde. bi bikaranîna 2-3 kesan ev kar nameşe. min jî daxist û ez ê di telefona xwe de bihêlim ku weke bikarahinêrekî xûya bikim lê qet hêviya min tune ku bikarin karek wisa bidomînin.



    2015.11.08-23:19 [guhertin:2015.11.08 23:19]| brusk56

    7. piştî karanîna ji bo 1.5 mehan, min îro ji ser telefona xwe rakir.

    ji ber ku kesî bi kar neanî bernameyê jî xwe nû û sivik nekir. dil hebû pêş ve biçûya.



    2015.12.24-22:19 | simurg56

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    qûntopiz
    Qûnên mezin û derketî re tê gotin. Tebîreke ji boyî Jin û mêr ferq nak...
    telegram
    Sepaneke ku bi whatsappê re pêşbazîyê dike. Bi gelek teybetîyê...
    sêva qeşartî
    biwêj û teşbîheke kurdÎ ye.. ji bo wesifandina jinên çê û spehî û levh...
    guvguvok
    (bnr: li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin) (bnr:...
    ji xwewmere
    (bnr: taktik maktik yok, bam bam bam) Ji "Ji xwe û me re" t...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » bashi

    Kategoriyên mijarê:: teknoloji komputerprogram
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî